Erebên qûnreş dîsa tir ji Kurdekan berdan

Xuyaye wê temenê Kurmanc û Sormancekan bi çûn û hatina Bexdayê derbas bibe. Here Bexdayê, were Bexdayê, Here pirsgirêk, were pirsgirêk. Here Sunnî, were Şîe. Here Abadî, were Kazimî....

Xuyaye wê temenê Kurmanc û Sormancekan bi çûn û hatina Bexdayê derbas bibe. Here Bexdayê, were Bexdayê, Here pirsgirêk, were pirsgirêk. Here Sunnî, were Şîe. Here Abadî, were Kazimî.

Kurdekanên Başûr bawerîya xwe ewqasî bi Erebên qûnreş anîne ku nayê gotin. Çi cara ku qûnreşekî Ereb bibe serokwezîr, Kurd dest bi lotik û zîtirkan dikin û pê bawerin ku ewê pirsgirêkên Kurd û Iraqê çareser bibin. Û her carê jî Kurdekan bi Erebên dolheram tên xapandin û ji paş de xencer li wan dikeve.

Parlamena Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina qerzan (deynan) kom bû û çend lotik avêtin. Di dengdanê de gelek qûnreşên Şîe û Sunne li dijî Kurdan bûne yek, daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahîya dahatên petrolê û tiştên din radestî Bexdayê bike û piştre pereyên xwe bistîne.

Yanî, li gor biryara vê projeyasayê, Erebên qûnreş dixwazin mercan li ser Herêma Kurdistanê giran bikin, wê neçar bikin ku Herêma Kurdistanê rojane 450 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya “SOMO” bike û hemû dahatên din jî vegerîne Bexdayê. Piştre Hikûmeta Bexdayê 320 milyar Dînar mûçeyê Herêma Kurdistanê bişîne.

Êêêêêê, gazindan ji lotikvanên Bexdayê nekin kakacan!

Heta hûn pişta xwe bidin Erebên qûngenî û di çûn û hatina Bexdayê de sol û pêlavên xwe biqetînin, wê halê we jî ev tirşik be..

Kerkûk

Categories
ArşîvKadînMistefa KerkûkîNivîskar
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

    M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
  • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

    Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
  • Dîko Amerîka tevlihev kir

    Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
  • Nivîseke şolî

    Binivîsînin! Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin. Li dij vê tevgerê derdiketim, lê...
  • Kurd û xwedê

    Doh… Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn; heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her...
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!…

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...
  • Li ser pîyan…

    Qasî bîst metreyan ji min wêdetir, li ber şibakeya pencereyê, li ser kursîyeke li ber maseya xwarinê rûniştibû, bi zimanekî biyanî bi telefonê bi kesekî din re diaxivî jina...