Nov 25, 2020

Mihemed Soran

Wek hûn zanin, Parlamentoya Iraqê, bi armanca ku valahîya butçê dagire û meaşan zêde bike, projeqanûna deyndarîyê kirin rojeva Parlamentoyê.

Tevî ku têkilîya butçeya Kurdistanê bi vê projeqanûnê re tunebû jî, parlamenterên Şîe û Sunnî bi hevre biryar dan ku butçeya Herêma Kurdistanê bi hemû neft û dahatên Kurdistanê ve dewrî îdareya Iraqê bê kirin.

Di vê derbarê de Sekreterê Partîya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê mamê me Mihemed Hacî Mehmûd, lotikek pîroz avêt û got: “Heger em hemû dahat, ax û gel jî radestî Iraqê bikin, Bexda ne amade ye budçe, mûçe û mafên rewa yên gelê Kurdistanê bide. Lê îro mahîyet qûndetîya Iraqîyan zêdetir derket holê; Sunne û Şîeyên ku dijminên hev bûn, bi yekdengî daxwaza birrîna budçe û mûçeyê herêma Kurdistanê kirin.’’

Mamê me Mihemed Hacî Mahmûd, sê pêşniyazên qerase avêtin pêş ku her sê pêşniyaz jî pir maqûl û erênî bûn. Pêşniyazên ku Mamê Hacî pêşniyaz kirine, heta îro tu rêvebirekî Kurd negotiye yan jî kesî bîra van pêşniyazên maqûl û aqilane nekiriye.
Mamê Hacî dibêje:

1 – Êdî daxwaza pare û budce û mûçe ji Iraqê neyê kirin.
2 – Kurd xwe ji Bexdayê vekêşin.
3 – Ew dahata heyî li Kurdistanê bê birêxistin.

Yanî, divê Kurd xwe ji parlamentoya Erebên qûnreş vekişînin, terka Bexdayê bikin. Divê Kurd dahatina xwe ya aborî li Kurdistanê birêxe. Û divê Kurd êdî doza pare û butçeyan li Bexdayê nekin.

Her bijî Mamê Mihemed Hacî Mahmûd!

Heke ji roja roj de Kurdekanên Başûr dev ji Bexdayê û qûna Ereban berdabûna, wê îro serbixwe û azad bûna allahwekîl…

Silêmanî

%d Bloggern gefällt das: