Nov 25, 2020

Nûrî Çelîk
Em Kurd biaqil nabin û zû bi zû jî dev ji pêgirtina daw û kirasê dagîrker û nayerên xwe bernadin. Ji ber hest, ruh û mejîyê netewî û netewperwerî di ser û bedena me Kurdan de kêm e yan jî tuneye, ji berjewendîyên xwe zêdetir em giringîyê didin berjewendîyên neyarên xwe, pişta xwe bi wan qewîn dikin û bi çîrok û çîvanokên bratîyê xwe dixapînin. Ev yek li her çar beşên Kurdistanê wilo ye.
Bav û kalên me gotine “ Herkes li ser mirîyê xwe digrî “. Gotinek rast û di cîh de ye. Her çiqasî Kurd tev brayên hev bin jî, Kurdê her beşekî li ser rewşa beşê xwe digrî û kezeba wî li ser beşê wî dişewite. Lê mixabin em Kurdên Bakur me dev ji Bakur berdaye û em li ser Başûr û Başûrîyan digrîn. Ev jî bêguman zêdebûna ser kezebê ye.

Piştî ku PKK dev ji doza serxwebûnê berda û demokrasî û yekîtîya xaka dagîrkerên Kurdistanê ji xwe re kir armanc, Bakurê Kurdistanê têk çû û ber avêt. Çi di warê şerê çekdarî de be, çi di warê asîmîlasyon û asîmîlekirinê de be, tofan bi serê Bakur de rabû. Em behsa rêxistin û partîyên din nakin çunkî ji xwe ew di hol û meydanê de tunene. Yên heyî jî ji derveyî weşandina çend daxuyanîyan tu çalakî û hebûnek wan tuneye. Û ya sosret û dilêş jî ev e ku hebûna xwe li ser propaganda û xwedîlêderketina Başûr û bi taybet jî li ser paraztina PDK û Barzanîyan didomînin, li ser siyaseta Başûr diçêrin. Helbet xwedîlêderketina destkeftîyên her parçeyê Kurdistanê erk û wezîfeya her Kurdê welatperwer e. Bi taybet xwedîlêderketina destkeftîyên Başûr û hikûmeta wê erka me hemiyan e. Lê gava meriv dev ji pirsgirêkên Bakur berde û weke ku tu pirsgirêk li Bakurê Kurdistanê tunebe meriv her tiştê xwe qurbanî Başûr bike, siyaset û helwestek dûrî aqilan e û ne maqûl e jî.

Heger îro Bakur di rewşa Başûr de bûya, xwedî hikûmet, xwedî artêşek mezin û xwedîyê petrol û milyar dolaran bûya û Başûr di rewşa Bakur de têkçûyî bûya, helbet çi ji destê me Bakurîyan bihata meyê ji Başûr re bikira û erka xwe ya Kurdperwerîyê bianîya cîh. Lê gava rêxistin û partîyên beşê “ wêran û têkçûyî “ dev ji xwe û beşê xwe berdin û temamê enerjî û karîna xwe bidin Başûr, ev tê wateya acizîyê, tê wateya bêferasetî û revê. Tê wateya bincilkirina têkçûyîn û bikêrnehatina tevgera Bakur. Û ji hema zêdetir, tê wateya qebûlkirin û piştgirîya siyaset û kiryarên PKK. Her çiqasî bi çend belavok û daxuyanîyan siyaset û kiryarên PKK bên şermezarkirin jî, bi emel û pratîka xwe ya têkçûyî ji pişrgirîya PKK pê ve nayê wateya tu tiştî. Her çiqasî rastî tehl be jî, rastîya Bakur û partîyên wê ev e.

Me gelek caran behsa PKK, behsa armanca derketina PKK û bicîhbûna wê ya li Başûr kiriye. Dubare û sêbare kirina PKK serêşandin e û serêşandin jî nakokî û alozîyan zêdetir dike. Ji ber vê, esasen divê em Kurdên Bakur ji PKK zêdetir li ser PDK û Barzanîyan rawestin, ji PKK zêdetir wan û siyaseta wan bi dostanî rexne bikin. PKK û armanca PKK ji xwe kifş û eşkere ye, pir zelal e. Lê di derbarê seranserê Kurdistanê û PKK de armanc û siyaseta PDK û Barzanîyan çi ye û ne çi ye ne kifş e û ne zelal e.
Birastî lo, em Bakurî çima ji PDK û Barzanîyan zêdetir serê xwe bi PKK û pirsgirêkên wan re dêşînin? Em ên ku li Bakur ne xwedîyê koxikek mirîşkan e, ne xwedîyê kozik û starek azad in, û tew em hê nikarin doza perwerdeya zimanê xwe bikin, çima em li ser Başûr digrîn û hêsrên xapînok dibarînin?

Gelo em ji PDK û Barzanîyan mezintir û xurttir in? Na.
Gelo em ji hikûmeta Başûr û ji artêşa bi sedhezaran pêşmerge xurttir û mezintir in? Na.
Gelo em ji wan dewlemendtir in? Na.
Gelo em ji wan zêdetir xwedîyê dost û piştgirîyek navnetewî ne? Na.
Gelo kesek hesabê me bi dolarekî dike û guh dide me ? Na.
Na û heta dawî na..
Naxwe çima û ji bo çi?

Bi protokola 1983an a navbera PDK û PKK, PDK PKK li Qendîlê û li Başûr bi cîh kir, bi meqer, çek û pareyan piştgirîya wê kir û heta îro jî navbera wan xweş e (hinek îstîsna ne tê de). Bi qasî ku PDK û Barzanîyan piştgirî dane PKK, nedane tu partîyek Bakurê Kurdistanê. Bi qasî ku belgeyên di derbarê PKK de di destên PDK de hene, di destê partîyên Bakur de tunene. Bi qasî ku PDK PKK nas dike, partîyên Bakur wê nas nakin. Bi ser van hemiyan de jî heta îro PDK û Barzanîyan PKK wek rêxistin û partîyek terorîst qebûl nekirine û wek partîyek tevgera rizgarîxwaza Kurd qebûl kiriye û dike. Her çiqasî car caran bi devê hinek rayedarên PDK PKK bê rexnekirin jî, lê bi awayekî fermî PKK wek rêxistinek terorîst nehatiye û nayê qebûlkirin. PKK a ku Bakurê Kurdistanê talan û wêran kir, tucarî ji alî PDK û Barzanîyan ve nehatiye rexnekirin û helwestek tund li dijî wê nehatiye girtin. Sedema bêdengîya li hember PKK tenê paraztina destkeftîyên Başûr in. Baş e, madem PDK û Barzanî PKK wek rêxistin û partîyek terorîst nabînin ( bi ser ku PKK di qada navnetewî de wek rêxistinek terorîst tê qebûlkirin), partîyên Bakurî çima ewqasî êrîşî PKK dikin û wê wek terorîst dibînin? Kiryar û êrîşên PKK yên li dijî Kurd û partîyên Kurdan helbet êrîşên terorîstî ne. Teqandina borîyên petrola Kurdistanê û kujtina karmendên gumrikê û pêşmergeyên Kurdistanê helbet êrîşên terorîstî ne. Lê gava xwedî û desthilatdarên Başûr dengê xwe nekin û tenê bi hinek rexneyên germik û nermik meselê bincil bikin, çi bi me Bakurîyan ketiye ku em kirasê xwe diçirînin?

Gava em dên û bala xwe didinê, temamê partîyên (!) Bakurî li dijî PKK bûne berdevk û parêzerên PDK û Barzanîyan. Weke ku Bakur hatibe rizgarkirin û tu pirsgirêk li Bakur tunebin, aş çûye lê dane dû çeqçeqê. Partîyên ku mecbûr in û erka wan a sereke pêşxistina xebat û tekoşîna Bakurê Kurdistanê ye, ji alîyekî di qada legal de hevkarîyê bi HDP a PKK re dikin, di bin sîwana HDP de xizmeta PKK dikin, ji alîyê din jî ji bo qaşo xwedî li Başûr derkevin ji PDK û Barzanîyan zêdetir dijminatîya PKK dikin. PKK û armanca PKK di pirêza wê ya Bakur de ji xwe kifş û eşkere ye. Êdî kerr û lal û kor jî zanin bê PKK çi ye û ne çi ye. Sedema ku me dev jî hemî kar û barê xwe berdaye û me daye dû PKK û Başûr ji bo çi ye?

Wek gelek nivîsên me yên rexnewarî, wê ev nivîsa me jî ji alî partîyên Bakurî, PKK, PDK û Barzanîyan ve bi çavê dijminatî bê xwendin û şirovekirin, em zanin. Ji ber ku çanda rexne û xwerexnekirinê di nav Kurdan de bi cîh nebûye û rexnekirin wek dijminatî tê nirxandin, wê ev nivîsa me jî ji bo gelekan bibe strî û kelem û têkeve çavên wan. Ji ber qebûlkirina rastîyan zor û zehmet e, ji ber rastî hertim tehl in, qebûlkirin û daqurtandina rastîyan jî ewqasî tehl û zehmet e. Bêguman ev helwest jî hinek ji nîşanên dîktatorî û narsîzmê ne ku ev yek hema bêjin di nav piranîya rêxistin û partîyên Kurdan de heye.

Bi kurt û Kurmancî heger ez bêjim;

– Li cihê ku PDK û Barzanî lê bin, ne erka me ya sereke ye ku em dev ji xebata Bakur berdin û temamê enerjîya xwe bidin ser Başûr û PKK a wê.
– Li cihê ku bi sedhezaran pêşmerge û tenq û top lê bin, ne erka me ye ku em wek „PAŞMERGE” bibin berdevkê PÊŞMERGEyên Kurdistanê.
– Li cihê ku hikûmetek û parlamentoyek lê be, ne mafê me ye ku em ji wekîlekî zêdetir wekîltîya wê parlamentoyê bikin.
– Li cihê ku “ Gur û Berx “ bi hev re diçêrin, ne mafê Bakurîyan e ku bibin şivanê pez û êrîşî gur bikin.

Heger birastî hûn dixwazin alîkarî û piştgirîya Başûr, PDK û Barzanîyan bikin û wan biparêzin..
Heger birastî hûn dixwazin şerê PKK bikin û cîh lê teng bikin..

Enerjîya xwe ji bo Bakur xerc bikin, li Bakur xebat û tekoşîna xwe xurt bikin û berî her tiştî xwedî li Bakur derkevin.
Piştgirî, alîkarî, dilxwazî û paraztina PDK û Barzanîyan ne di xwedîlêderketina Başûr de ye, di xurtbûn û rizgarkirina Bakurê Kurdistanê de ye. Heta parçeyê mezin, ango heta Bakurê Kurdistanê rizgar nebe, ne Başûr sedî sed rizgar dibe, ne PDK û Barzanî rizgar dibin, ne jî hûn ji PKK rizgar dibin…

%d Bloggern gefällt das: