Nov 25, 2020

Di serê min de şerê du eşîrên morîyan e. Du eşîrên morîyan êrîşî moristanên hev dikin û hêkên hevdû talan dikin.

Nalet li vî serî were, ne mey ne cixare ne jî madeyên hişber bikartînim, lê hişê di serê min de di bonzayîkêşekî de jî tune ye.

Şifêrê dolmîşê bi min wek meymûnekî xuya dike. Berî li dolmîşê siwar bibim, erebeyekê li pey min li tutikê da, şifêrê erebeyê serê xwe ji camê re derxist, bang kir got: “Ma tu li Ezraîlê xwe digerî kuro!”

Nizanim ev kêzikên zalim çima cih û sitareke din nedîtine di nav mejîyê serê min de moristana xwe çêkirine. Bi serîyekî tevlîhev vê nivîsê dinivîsînim. Tevlîhev û bê serûber. Çi hat bîra min wê dinivîsînim. Di dolmîşê de me. Ji nexweşxaneyê diçim malê.

Min got ez bê serûber dinivîsînim, dema dibînim ew quzulkurta paragrafê dirêj dibe, navberekê datînim û didomînim. Eceleya min heye, berî dolmîş bigihe taxa Mehmûdbegê divê nivîsê biqedînim. Di tirafîka Stenbolê nim. Ji tevlîheviya serî min herfa pêşî a Stenbolê biçûk nivîsî, pişt re sererast kir.

Ev cara çara ye testa koronayê çêdikim. Sê car in ji bextê min re negatîf derdikeve. Ev sala du hezar û bîstan tenê li koronayê hatiye. Ez heta îsal nexweş nedibûm. An jî min nexweşî wek nexweşî nedihesiband. Doktor got dibe tu bi sermayê ketibî. Lê madem tu dixwazî, em ê jî testa koronayê ji te re çêkin. Heger pozîtîf derket, ji xwe em ê bi telefonê mizgînîya xêrê bidin te. Lê heger negatîf derket, tu yê herî binkeyeyeke tenduristiyê bibêjî ez bi sermê ketime.

Li pêşîya min jineke kurd bi qîza xwe ya tirk re rûniştiye. Her du bi zimanên xwe bi hevdû re diaxivin, ji hev jî fêm dikin. Dibêm qey biratîya gelan ev e. Na, na, ev têkilîya dê û qîzeke nîvneteweyî ye. Her du jî ji bo beyvek ji zimanê hev neaxivin, bi hevokan re li ber xwe didin.

Ax serê min! Duh ji ber êşa serê xwe min nekarî ez heta marketê herim nan bistînim. Ji êvara şemîyê heta roja serê sibeha duşemê, yanî vê sibê ez ji nav nivînan derneketim. Vê sibê rabûm, min bedena xwe ya di nav xwîdanê de bibû wek nizanim çi, (min peyveke li gorî vê rewşê peyda nekir) da ber avê û serê xwe û binê xwe şûşt, çûm ser şixul. Xulam û koleyê kapîtalîzmê…

Ev çend roj in bi xwe re nabînim têkevim fêysbûk û twîtirê. Hin caran, tiwîtekê dinivîsînim, piştî nivîsandinê hema ji twîtirê derdikevim. Yanê halê min tune ye ez twîtekê bixwînim û bifavînim.

Bala xwe didimê, hingî ez yên wan nafavînim, ew jî yên min nafavînin. Dibe ji ber şerê moriyên di serê xwe de ez bê serûber dinivîsînim lewre nayên favkirin. Nalet li peyva fav were, li fêysbûkê ecibandin sed carî ji fava twîtirê çêtir û bi kalîtetir e. Nizanim, tevî li ser fêysbûkê kêm hevalên min hene, kêfa min ji hevaltiya ser fêysbûkê re tê.

Min ê hîn bidomanda, lê naletîya mînîbusê hindik maye xwe bigehîne rawestgeha ku ez ê lê peya bibim. Ez ê ji wir bimeşim herim markêtê û pişt re herim malê, nav zarokan. Ev çend roj in zarok nahêlin ez bi rehetî nivîsekê dinivîsînim.

Berî peya bibim, gotina dawî bibêjim. Nivîsa herî zêde tê xwendin, nayê ecibandin. Û hûn êşa serî nebînin…

%d Bloggern gefällt das: