Nov 25, 2020

Yê bi tenê li hêlekê ji cimûetê dûr rûniştiye bavê min e.

Ne ji ber tirsa wî ji koronayê ye, Xwe perçeyek ji cimûetê nabîne, lewre nakeve nav cimûetê.

Li cimûetekê sê kes hebin naaxive, tenê guhdarî dike. Lê li hizûra wî tenê kesek hebe, kesê hemberî wî ji sohbeta wî têr nabe.

Kêm diaxive, lê her gotineke wî aforîzmayek e. Bi hevokekê mesele safî dike.

Ji ber di jiyanê de rastî gelek bêbextîyan hatiye, bawerîya wî bi mirovan nemaye. Heta karekî wî yê mecbûrî li nav mirovan tune be, nakeve nav mirovan. Ew dostê her kesî ye, lê kesî wek dostê xwe nabîne.

Di xortaniya xwe de, dil dikeve keça meta xwe. Birayên keçmetê anku kurmetên wî bi derbên giran lêdidin.

Nexweş dikeve, dema tê ser hemdê xwe minetê li kesî nake, ji kesî re nabêje merheba.

Li ser gotina gundîyan, rojekê li mizgeftê mele ji cimûetê re dibêje, „kuro rabin tevde lêdin.“
Ew jî dibêje, „bila werin min di jin û makê tevde ga“

Kes pê newêrîye.

Di nav gundîyan de gotin li ser gotinê, peyv li ser peyvê zêde dikin, navê Evdilxaliq dîn derdixin.

Bav mirî, dê li cem birayan. Bê kes bi serê xwe dimîne. Gundî bêbextîyeke din lê dikin, bi zorê dikin erebeyekê, dibin li Elezîzê teslîmî nexweşxaneya dînan dikin.

Hefteyek du hefte li Elezîzê bêhna xwe dide, pişt re diçe cem midurê nexweşxaneyê dibêje: „Bawer bike ez ji te baqiltir im. Lê ez li şûna te li ser wê kursîyê rûniştibûma, min ê jî nekaribûya dîn û baqilan ji hev kifş bikira. Lewre ev dînîtî ne ji te, ji kursîya te ye. Lewre ji kerema xwe re van gotinên min negre ser xwe.“

Piştî wan gotinan ji wir derdikeve, ji xwe re karekî dibîne. Karê kevnecilan dike. Li Edene û Stenbolê ji bazara kêçan yanê ji bazara qereçîyan kincên kevin dikire, dibe li gundên Tetwanê difiroşe xelkê. Xelk bi xêra wî li şûna kincên pînekirî, kincên kevin li xwe dikin. Navê wî jî dibe Evdilxaliqê kevnecilan.

Bi pereyên kevnecilan buhayê qelenê peyda dike û dizewice. Ji zewaca wî, ji xeynî min çar kur û neh keçên wî hene. Ez yê herî mezin im. Ji xeynî min pênc keçên wî zewicî ne û ji malê derketine. Yên din biçûk in, di stûyê wî de mane.

Bi risqê helal zikê zarokên xwe têr dike. Rojek têr, rojek nîv têr, lê rojekê tenê xwe muhtacî kesî nekiriye.

Li gund ji xeynî erda xaniyê me, bihûstek axa me jî tune ye. Lê tevî ew xwe nake nav gundîyan, ji nav gund jî dernakeve.

Xaniyê xwe yê ji kevir û bê siwax û pencere, nade bi qesrê mîr û began.

Min ev wêne li ser rûpeleke fêysbûkê dît. Ji wêneyan hez nake. Ji xeynî nasnameya wî, wêneyekî wî li derekî din tune ye. Di vir de jî baş xuya nake.

Ez kurê vî camêrî me. Hûn niha ji vî camêrî bipirsin li vê dinyayê qet dostekî te heye? Ew ê nekare navê kesekî bide. Belkî bibêje dostê min Xwedê ye, lê ne bawer im haya Xwedê ji vî dostê xwe hebe.

Ez kurê vî camêrî me. Ji serî heta binî wek bavê xwe me. Ji cimûetê dûr, ji dost û pere û mal û milk dûr. Ji Xwedê dûr, Xwedê ji min dûr. Tenê ez û çend camêrên li vir ji kurdîya min re dibêjin merheba…

%d Bloggern gefällt das: