SELAMÛALÊKUM PÊVEZENG ABÊ!

Sal 2005 bû, ez hîn hevde salî bûm. Min ji ber kar û barên zehmet yên gund baz dabû ez hatibûm Stenbolê li nav malxalên xwe. Xwedê emrê wan...

Sal 2005 bû, ez hîn hevde salî bûm. Min ji ber kar û barên zehmet yên gund baz dabû ez hatibûm Stenbolê li nav malxalên xwe. Xwedê emrê wan dirêj bike, çar xalên min hene. Du xalên min sê çar salan ji min biçûktir in û du ji wan jî çend salan ji min mezintir in. Em di temenê hev de tên hesêb. Ez û xalên xwe em bi hev re diman.

Ji ber ez û xalê xwe yê mezin em li cem hev dişixulîn, ez û xalê xwe yê mezin tim bi hev re bûn. Xalê min soz dabû min, ew ê rojekê min bibira kerxanê û xelata xwarziyê xwe bidayê.

Bila kes nebêje Arifo ma ne şerm e, tu bûyî xudan zar û zêç tu rabûyî behsa çûna xwe ya kerxanê dikî. Ez xort bûm kîrê min rabibû û ez çûm. Ma ne bi pereyê xwe ye! Ma ez ê di Silêman Demirel nim!

Li Qerekoya Stenbolê cotek kerxane hene. Nizanim ka niha rewşa wan çawa ye, lê berê wek roja mehşerê bû. Ji bazara qereçîyan ya malê diziyê jî qelebalixtir bû. Çi zewicî, çi nezewicî, ji kalên heftê salî bigre heta xortên simbêlên wan nû derketî, di derîyê kerxaneyê re diketin û derdiketin.

Yên serî li wan kerxaneyan didan jî piranîya wan Kurd bûn. Yanî birazîyek dikaribû ji tirsa ew ê apê xwe li wir bibîne serê xwe li ber xwe binixumîne. Wê demê min digot ji bo kurd nenin wan, dewletê kerxane tenê ji bo kêfa kîrê Kurdan ava kirine.

Rojeke yekşemê ye, ez û xalê xwe ketine milên hev, ji kolana Îstîklalê ber bi Gundê Reş ve dimeşin. Piştî me bi meşê kolana Îstîklalê li dû xwe hêşt, em di ber Birca Galatayê re berjêr bûn.

Xalê min bi qasî bîst metre ji Birca Galatayê wêdetir berê xwe da min, bi destê xwe kuçeyeke teng nîşanî min da got: „Xwarzî ka binêre, kuçeya leblebiyan ev der e ha. Ku tu bixwazî serîyekî lê bidî û wan deran bi xirkê xwe pîroz bikî, em dikarin lê binêrin.“

Ji gund hatibûm. Xortên xelkê li bajêr li ber singê qîzan bi portreqalan dilîstin, min li gund li nav kerîya pez bişkul dihejmartin. Ma ev heqiya Xwedê bû?

Ez û xalê xwe em hatin ber deriyê kerxanê. Ji ber di nasnameyê de ji hejde salan biçûktir bûm, xalê min nasnameya xwe da min, telefon û cizdanê min li cem xwe hêşt. Heqê ganekê kir berîka min, ew li derve ma û ez şandim hundir.

Cara ewil bû ez ketibûm cihekî wisa. Jinên bê derpê şeqên xwe vekirine, bang li zilaman dikin dibêjin quzê min zebeş e were. Gilêza devê min ji dîtina dîmenên çîp û memikên tazî diherikî.

Li gund, min li nav şikeftekê kîrê xwe dikir fereke gore û ez pê re dilîstim. Lê niha ez li kerxaneyekê me. Bi îzna Xwedê û qasidê wî Pêxember, ê yek ji wan jinan bi pereyên min zikata xwe bide feqîrokê min.

Yên li pêşiya deriyê mala Monîkayê, hinekî qert bûn. Ne bi bîst û du lîreyan bûya, quzê pîran jî dihat xwarin lê çavên min li yên ciwan bûn. Piştî min korîdor qedand, li hêla rastê çavên min bi yeka ciwan ketin, keçikê hema bi çavên xwe dina îmana mejiyê min. Lingên min ez ber bi çavên wê ve kişandim. Ez heta ber hêlma canikê çûm, lê mû zimanê min nedibirî. Devê min ji hev venedibû.

Keçikê go: „Were delalê min, were ez te di nav quzê xwe de veşêrim pitikê min.“ Keçikê bi destê xwe zilamê li ber masê nîşanî min da, got: „Here fîşa quzê min bibire û were kêfê li ser bike delalê min!“

Min bi gavên giran û lerzok xwe nêzikî ber maseya mêrik kir, devê min bi zora çeneya min ji hev vebûn, min ji mêrik re got:
-Selamûalêkum pêvezeng abê!

Bi silava min re pixtînî bi pêvezeng abê û jinên wê derê û temaşevanên derdorê ket û bû kenê wan ê qûnde li ser min. Keçika ku ez şandibûm cem pêvezeng abê got: „Here, ez êdî te naxwazim. Here pêşî hinekê li fîlmên Yeşîlçamê temaşe bike, xwe fêrî medenîyetê bike pişt re were!“

Devê min ê ji xwe carekê bi zorê ji hev vebibû, êdî ji hev venebû. Lingên min hewil dan min şûn ve bikşînin û min ji wê derê derînin. Berî ez ji wir herim jineke din li pey min bang kir got: „Tu guh nede wan qeşengê min, were ez ê di te nim.“

Ez careke din çûm cem pêvezeng abê, bê ku tiştekê bibêjim min destê xwe avêt bêrîka xwe, bîst lîre jê derxist û danî ser masê.

Heqê ganekê bîst û du lîre bûn. Min bîst lîreyên kaxiz danîbûn ser masê, lê her du lîreyên hesinî ji berîka min a qul ketibûn. Piştî min hinekî din berîka xwe tev da, min dîsa destê xwe avêt bîst lîreyên xwe û bir ber berîka xwe.

Jinik û xalê pêvezeng ji meseleyê fêm kiribûn. Jinikê bi çavên xwe îşaret da pêvezeng, pêvezeng destê xwe avêt bîst lîreyên min û fîşa di destê xwe de kir nav lepê min, got bibe bide wê xanima ew ê di te ne.

Min fîş da destê qehbika xwe û çûm li odeya nimreya duyem, min derî bi ser xwe de girt û li benda qehbikê mam. Ev cara ewil bû tişteke weha dihat serê min. Li benda qehbikê me, lê hêj çend sanîyene ez bêhnteng bûme. Ne ji bîst lîreyan bûya, min ê bi xebera lingên xwe bikira, ez ê ji wir derketima. Lê nalet li bîst lîreyan were, ez li wir qifil kirim.

Du deqîqe ne, qehbika me hêj jî nehatiye. Ez êdî bê sebir bûm. Min xwest ez derkevim û herim. Nalet li bîst lîreyan were, heqdestê min ê rojekê bû, çû ji kîsê min.

Min lingê xwe ber bi derî ve avêt, berî ez derkevim jinik şilfî tazî li ber çavên min peyda bû. Got: „Tu bi ku de diçî beranê min! Me hîn av ji bîrê nekişandiye! De zû bike, piştî te ez ê di du xortên wek te yên şermok nim.“

Eceleya canikê hebû lê qet nîyeta min a xwe tazî bikim tune bû. Jinikê dît weha nabe, li ber min çong danî û dest avêt doxîna min û qayîşa min ji hev vekir û bi zimanê tirkî stranekê ji mirîyê nav şeqê min re xwend. Kîrê min ê li gund di şikeftan de li fera gore dibû wek çovê Hezretî Mûsa, ji tirs û heyecanê wek serê kûsîyekê xwe kişandibû nav qalikê xwe.

Wek mirov serê jûjiyê bi şûjinê ji nav kelemên wê derxe, jinikê bi tilîyên xwe serê kîrê min girt û serê zimanê xwe gihandê û dest bi alastinê kir. Kîrê ku ji zû de ye tije bûye lê ji ber heyecanê ranabe, bê ku xwe ji cihê xwe bilivîne fîzikî nav dev û lêvên jinikê û maskeyeke sipî li ser rûyê wê çêkir.

Jinikê ev hêvî ji vî kîrî nedikir. Serî rakir û bi bayê bezê berê xwe da destşoyê û di ber xwe de got: „Xwedê belayê xwe bide te, dewarê deştê! Nalet li te û li bîst lîre pereyên te!…“

Categories
Arif TamtaşArşîvNivîskar
  • Bê çete jiyan nabe!

    Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

    Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
  • Bê çete jiyan nabe!

    Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....