• Di. Dez 7th, 2021

Înîya we pîroz be!

VonLotikxane

Dez 5, 2020

Ev çend roj in min terka nivîsandina ser blogê kiriye. Nizanim çima, taqet di xwe de nabînim binivîsinim.

Hin caran ez xwe bi xwe ji xwe re dibêjim kar û emeleke min ê din tune be, ez ê şev û roj binivîsînim. Hema çi hat ser zimanê min, birijînim vê derê, bibe nivîseke beredayî ya xwendinê. Lê ne her dem wextê min heye ez binivîsînim, ne jî serîyekî min î rehet heye.

Vê sibê camêrekî anî bîra min ku ev hefteyek e, min tu tişt li ser blogê nenivîsandiye. Min jî jê re got ji ber zivistan hat, êdî ew kêfa nivîsandinê ya havînê nema. Heqê camêr hebû bigota tir li ku, das li ku?

Îro înî ye!

Heqê we jî heye hûn bibêjin înî înî ye, îca ev çi def û zirne ye?

Dema diçûm mektebê, rojên înîyan piştî dersa dawî li hewşa dibistanê sirûda îstîklalê ya tirkan dihat xwendin. Ji bo min wezîfeyeke welatparêzîyê bû, min her roja înîyê berî dersa dawîyê ji mektebê baz dida, ez direvîyam. Her roja înîyê min xwe ji ser dîwarên mektebê hildavêt ez ji mektebê direvîyam.

Ha ez li hewşa mektebê ketime rêzê ji bo xwendina sirûda tirkan, ha min ji xeynî Xwedê secde ji Şeytên re biriye, heman tişt bûn ji bo min.

Her roja duşemê min ji ber kiryarên xwe yên înîyê lêdan bixwara jî, kêfa reva roja înîyê hêjayî xwarina çend darên nav lepan bû.

Wê demê min bawer dikir ewên ku diçin nimêja înîyê, wê bikarin li cinetê li rojên înîyê Xwedê bibînin.

Hevalekî min ê elewî hebû, di emrê bavê xwe de neçûbû mizgeftê. Lê hin caran bi min re heta hewşa mizgeftê dihat, di pencereyên mizgeftê re li hundir dinêrî ji bo bikare Xwedê bibîne. Lê her carî hewla wî beredayî diçû. Ne wî Xwedê didît, ne jî Xwedê jê re digot ez ne li malê me.

Heger Xwedê ji bîr kiribe xêra min binivîse, bila niha binivîse. Min rojeke înîyê hevalê xwe yê elewî ji bo were nimêja înîyê îkna kir, destmêj pê da girtin û çend rekat nimêja xudbê jî pê da kirin. Fikra ew ê li roja înîyê Xwedê li cinetê bibîne ketibû serê wî jî.

Dema ez xortekî nûgehîştî bûm, serê min ji secdê, berê min ji xwendina Quranê venedibû.

Elemtere kêf e, kêf kêfa min e, Emîn û Salih hatî. Here were dalîn amîn!

Lê nizanim çi tofan di hiş û mejîyê min de çêbû, min bi carekê re dev ji dîn û dîyanetê berda. Înî ji bo min tenê bû roja xwendina selayê ya meleyê mizgeftê. Here were dalîn amîn.

Du sal berê, dema li mizgeftên tirkan ji bo êrîş bibin ser Efrînê sûreyên fethê dihat xwendin, dostekî min ê dîndar ê ji Efrînê jî li vê Stenbolê ji bo ferza nimêja xwe ya înîyê pêk bîne diçû mizgeftên wan, diket nav refên wan, bi mecbûrî ji diayên wan re jî digot amîn. Min jê re got Xwedê bi kêfa xwe ye, lê ez li şûna Xwedê bim ez dia û nimêjên Kurdan yên di nav refên tirkan de qebûl nakim.

De Xwedê jî haya wî ji van meseleyan tune ye. Ez serê we tevlihev nekim, zirderewa misilman hemû birayên hev in bînin bîra xwe û serê xwe pê neêşînin.

Her hefte roja înîyê, çi li ser WhatsAppê, çi li fêysbûkê çi jî li twîterê, xelk înîya hevdû pîroz dikin. Înîya we pîroz û bimbarek be gelî hevalên hêja yên dihejin û yên nahejin!

Ez li gundekî misilman mezin bûme. Li wî gundî ji xeynî min her kes çar wext nimêja xwe dike. Lê rojekê min ji devê êxtîyarekî gund nebihîstiye ku gotiye înîya we pîroz be.

Bawer dikim, heta WhatsApp îcad bibe kesî şik nedibir rojek ji rojên hefteyê li hev pîroz bikin. Dîsa jî şemî û yekşem û înîya we bi tevî çarşema we pîroz û bimbarek be.

Heta demekê tirkan hewil dan nimêj û banga mele jî bikin tirkî, Alah bikin Tanrî, Mihemed jî bikin Mehmetbey. Lê niha heta tu nebêjî selamûalêkum tirk silavê silav nahesibînin.

Ez di ku re ketimê, di ku re derketim!

Min got înîya we pîroz be ne? De ne înîya we tenê, di hefteyê de heft roja we pîroz be. Baran li we bibarek be.

Piştî hefteyekê vaye ev jî nivîsa blogê ye. Dema min nû destpê kiribû, min bi dilekî eşq dinivîsand, lê niha hema dinivîsînim tenê ji bo blog birçî nemîne.

Du hefteyan ez û korona em pevçûn. Sîleyek ji min yek ji wê, em çend rojan bi pêsîra hev ve man. Niha negatîf xuya dikim lê koronayê derba min da min. Êdî tama tu tiştî ne wek berê ye. Tama ku min ji nivîsandina ser blogê jî distand nemaye.

Heger hûn çayvexwer bin, rojekê we dît di çayê de tameke cûda heye, testa xwe ya koronayê çêkin. Dibe ku sedemê guherîna tama çayê kovîdê nozdehan be. Herî zêde ez li ber tama çayê ketim ku êdî ne wek berê ye.

De înîya we pîroz be. Ha, hat bîra min. Ez li rojeke înîyê hatime dinê. Diya min gotiye bila navê kurik Cim’an be, lê bavê min berî ez werim dinê nav li min kiriye. Bav bibêje çi ew e, îca Cim’an jî çi ziqum e?

Bavê min têra xwe fîlozof e. Ez hîn li dibistana seretayî li ber min elimandibû ka ez ê çawa li mektebê sond bixwim. Li mektebê her roj xwendina „andimiz“ (sonda me) mecbûrî bû.

Bavê min li ber min elimandibû, li şûna ez li mektebê bibêjim „and îçerîm“ (sond dixwim) bibêjim „am îçerîm“ (quz dixwim).

Ji xeynî nimêj û rojî, rê û rêbaza bavê min îdeolojiya min a genetîk e. Am îçerîm û xelas. De bi xatirê we…