Bafil Talabanî yê ku di firotina Kerkûkê de tevî çend partîyên din rolek girîng lîztibû, vê carê lotikek xweş avêt û xweş axivî. Her çiqasî “ xweş xeber e lê me ne bawer e “ gotina bav û kalan be jî, belkî carna bibe rastî û Kurd jî pê dilxweş bibin.
Hevserokê YNKê kakacan Bafil Talebanî, hevpeyvînek da çapemenîya Başûr û di derbarê rewşa heyî û hinek pirsgirêkên serekî de axivî.
Kakacan Bafil, di derbarê du îdareyîbûna Herêma Kurdistanê de telaqên xwe avêtin û got: “ Ewqas şehîd û xwîna me da, ne ji bo ku em bibin du îdare. Bawerîya min bi du îdareyî nîne. Ew tişt di bernameya me de nîne û tiştekî rast jî nîne ” û simbêlê xwe ba da.
Kakacan Bafil, di berdewamîya lotikên xwe de anî zimên ku divê partî ji bo baştirkirina jiyana xelkê kar bikin û got: “ Bi allahwekîl, dema wê hatiye ku em dawî li milmilane û dijberîya hev bînin û bibin piştevanên hev ” û dijberî û rikberîya partîyên siyasî rexne kir.
Bafilê me di dawîya lotikên xwe de behsa îhtîmala derketina şerê navbera hêzên pêşmerge û gerîllayên PKK jî got: “ Jina min ji min berdayî be ez şerê li gel PKK pir dûr dibînin. Divê em wilo bikin ku lotikên şer neyên avêtin kaka ” û xatir xwest.
Werhasilî kelam, lotikên Bafil Talabanî lotikên pîroz bûn. Helbet heke Bafilê me li ser gotinên xwe bimîne..
Silêmanî