Kevîn Kurdson
Kovara The Algemeiner ku navenda wê li New York e, salane 100 navên qerase û bi bandor destnîşan dike. Di nav 100 qeraseyên 2020 an de Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Donald Dîko û Joe Bîden jî hene.
Kovara The Algemeiner, di derbarê Nêçîrvanê me de gotiye lotikên xweş nivîsandine û gotiye:
“Nêçîrvan Barzanî ji bo mafê netewî yê Kurdan şervanekî bi tecrûbe û tekoşerekî qerase ye”.
Kovarê piştre li ser namûsa xwe sûnd xwariye û dîsa nivîsandiye:
“ Nêçîrvan Barzanî di wezîfa serokatîya herêmê de sala xwe qedandiye. Di jîyana xwe ya siyasî de hevjîyana pêşhateyan diparêze. Li Rojhilata Navîn di navbera pêkhateyên ayînî û etnîkî de jiyana aştîyane diparêze. Ji qedr û qîmetên şexsî îlhamên kûr distîne, kesayetîyek “aştîxwaz, pêşverû, nûjen û dixwaze civatek xweşbîn ava bike”.
Belê…
Nêçîrvanê me bi vê lotikê serê Kurdan bilind kir. Em Serokê xwe yê seksî, çeleng û lihevhatî pîroz dikin..