Kî nemeşe nexweş e…

Sevdîn pişta xwe dabû dîwarê mizgeftê, li ser kursîyeke ji darên spîndaran rûniştibû û berê xwe dabû tava payîzê ya ji alîyê nizara gund ve dida nava gund. Cixareyeke...

Sevdîn pişta xwe dabû dîwarê mizgeftê, li ser kursîyeke ji darên spîndaran rûniştibû û berê xwe dabû tava payîzê ya ji alîyê nizara gund ve dida nava gund. Cixareyeke ji tûtina Bilîsê pêçabû kiribû nav lêvên xwe û dûmana cixareyê dikişand nav kezeba xwe.

Li gund mêvan bû. Ji bo danûstandina pez û dewaran hatibû gund. Li ber dîwarê mizgeftê li hêvîya banga nimêja nîvro bû. Dixwest piştî nimêja nîvro kesekî xudanpez bibîne, pê re bazara danûstandina pez bike.

Çavên wî bi Hecî Bekir ketin. Hecî Bekir destmêj girtibû, li benda banga mele sekinîbû.
Berê xwe da Hecî Bekir, got:
-Hecî ka we Çangêsîyan yuruş nekirin? Gelîyê Kavarê bi yuruşa xwe dil û mêlakên dijmin reş kirin, Kavar bi siloganên xwe wek dergûşekê hejandin. Hûn Çangêsî pêşengên Gelîyê Kêsanê ne, lê deng ji we dernakeve. Sibe du sibe Kurdistan bi destê hevalan ava bibe, hûn Çangêsî dê çawa derkevin nav civakê, li nav sûka Tetwanê li rûyê hev binêrin?

Hecî Bekir gopalê xwe yê li ber dîwarê mizgeftê girt destê xwe, gopal rakir got:
-Bi Xwedê û sed carî bi Xwedê, ew yuruş her çi be, Kavarîyan kiribin, heger bi min tenê jî be, em Çangêsî jî em ê bikin. De ka bêje ev yuruş çi ye û çawa tê kirin?

Gund di navbera du çîyan de ye. Bi qasî sed kîlometreyan ji bajêr dûr e. Ne haya dewletê ne jî haya gundên din ji gundîyên wî gundî çênabe. Heger gundî rabin li hember dewletê bimeşin jî, ji xeynî Xwedê haya kesî ji wan çênabe. Her çend gundiyan bihîstibin gundên li deştê li hember dewletê meşîyane jî, kes ji gundîyan nizanibû ka meş û mîtîng çi ye û çawa tê kirin.

Sêvdîn simbêlên xwe bada û ji Hecî re got:
-Yuruş bi siloganan tê kirin Hecî, mirov hema dikevin rêzê dimeşin, zilm û zorî qehra dibînin û tê serê wan diqîrin, hewara xwe digihînin Xwedê û dewletê.

Nêzikî banga mele bû, çend kesên din hatibûn bi sohbeta Sêvdîn û Hecî Bekir xwe li hêvîya wexta nimêjê girtibûn. Dikandarê gund Mihemedê Telê got:
-Bi Xwedê xwarzîyê min, em tu meş û mîtîngan li hemberî kesî nakin. Ez nikarim dikana xwe bigrim werim tevî we bibim û siloganan bavêjim.

Siloyê Hecî Ehmed dengê xwe bilind kir got:
-Her kî silogan bavêje ez di îmana wî nim. Îca silogan çi ye? Tiştekî din bavêjin! Şerma reş, eyba giran! Îca navê me bi siloganan derxin dinê! Weleh bavo em qebûl nakin!

Tahirê Aşvan gotina Silo birrî got:
-Hûn bimeşin, heger Tahir bi we re nemeşe bila cûya ava aşê wî ziwa bibe, aşê wî negere. Heger Silo silogan neavêje ker di îmana Silo jî ne!

Dengek ji Silo yek ji Tahir, hewar li nav gund belav bû û gundî li serê hev kom bûn. Mele banga nîvro dida gundî nimêj û taet ji bîr kirin Silo, Tahir û Hecî Bekir dan pêşîya xwe û meşîyan. Zarok ketin pey zilaman, kal û pîr gopal hejandin. Dest bi siloganan kirin!

Bijî bijî Kurdistan, havîn çû ma zivistan!..

Nan jajî kes pê najî!..

Bijî bijî serhildan em naxwin çîrikên sêvan!..

Bes bavêjin silogan, Silo êdî nake gan!..

Mêr, mîr, mêranî! Bila jin bikin şivanî!..

Jin, jiyan, jinanî! Bila mêr bibin kevanî!..

Wisa gundî bi siloganên ne bi dilê Silo çar-pênc kîlometreyan li ser rêya gund bi kal û pîr û jin û zarok heta ber goristana gund meşîyan. Li ber goristanê çend fatheyekê ji ruh û can û cesedê mirîyên xwe re xwendin û dîsa bi siloganan vegeriyan gund.

Haya kesî ji meşa wan çênebû. Ne rojnevanekî, ne kesekî ji gundekî din, ne dîmenek, ne wêneyek, kes nebû şahidê meşa wan. Ji xwe ji bo haya dewlet û xelk û alemê ji wan çêbe, diviyabû herî kêm bîst, pîst û pênc kîlometreyan bimeşîyana.

Ji xeynî gundîyan kesî nezanî gundî li hember dewletê meşîyane.

Piştî hefteyekê eskerên dewletê bi tometa gundî li hemberî wan meşîyane, çend zilamên gund dikin erebeyekê dibin li qereqolê li wan didin û êşkence dikin. Bi vî awayî gundên derdorê bi meşa gundîyan dihesin…

Nîşe: Niha hûn ê bibêjin divê çîroka te peyamekê bide. Çîrok peyamek da neda nizanim, lê peyama min ev e: Niha bi dehan kes li zindanê ji bo zindanîyekî di greva birçîbûnê de ne. Gelo haya wî zindanîyê ji birçîbûna zindanîyên din heye. Gelo kesê zindanî ji bo wî dikevin greva birçîbûnê jî birçî ye. Heger şîva ap goşt û savar be, birazî birçî be çi ye, têr be çi ye…

Categories
Arif TamtaşArşîvNivîskar
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

    M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
  • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

    Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
  • Dîko Amerîka tevlihev kir

    Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
  • Nivîseke şolî

    Binivîsînin! Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin. Li dij vê tevgerê derdiketim, lê...
  • Kurd û xwedê

    Doh… Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn; heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her...
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!…

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...
  • Li ser pîyan…

    Qasî bîst metreyan ji min wêdetir, li ber şibakeya pencereyê, li ser kursîyeke li ber maseya xwarinê rûniştibû, bi zimanekî biyanî bi telefonê bi kesekî din re diaxivî jina...