Qeyranên Başûr, yek serwerî, sê desthilatdarî

Nûrî Çelîk Îro Başûrê Kurdistanê kevirên dawî yên netewdewleta serbixwe datîne; hîmên pêşeroja serxwebûna Kurdistanê li wî beşî tê avêtin. Divê ev meşa pîroz serbilindî û kama dilê her...

Nûrî Çelîk

Îro Başûrê Kurdistanê kevirên dawî yên netewdewleta serbixwe datîne; hîmên pêşeroja serxwebûna Kurdistanê li wî beşî tê avêtin. Divê ev meşa pîroz serbilindî û kama dilê her Kurdekî be; her Kurdek destê alîkarî û piştgirîyê dirêjî vî beşî bike da ku rojek berî rojekê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin. Di demek wek îro de, ku dagîrkerên Kurdistanê bi her şêweyî êrîşî Başûr dikin û dixwazin destkeftinên heyî ji holê rakin, mafê tu Kurdekî tuneye ku vê aramî û ahengîya heyî ji bo berjewendîyên şexsî, malbatî, olî û herêmî têk bibe. Divê temamê partî û dezgehên Kurdistanê li gor heqîqet û berjewendîyên Kurdistanê xizmetê bikin.

Di avabûna her dewlet û dezgehekê de xeletî û kêmasî çêdibin. Ji sazkirin û birêkûpêkbûna dewletekê re wext û zemanekî dûvdirêj pêwîst e. Helbet divê ew xeletî yan kêmasîyên ku tên dîtin bi zimanekî brayetî û dostanî bên rexnekirin. Lê gava rexne ji rexnebûna xwe derket û bû çeka paraztina berjewendîyên herêmî yan şexsî û partîtî, wê demê sînorên rexnekirinê ji holê tên rakirin û dijminatî dest pê dike. Ev jî xizmeta dijmin û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê ye. Ez bawer nakim ( ji bilî serok û hin rayedarên PKKê ) Kurdek rabe bêje ” Ez Kurdistanek serbixwe yan jî federe naxwazim ”. Di dilê her Kurdî de xewn û xeyala Kurdistana mezin û yekgirtî heye. Başûrê Kurdistanê ne dewletek serbixwe ye, nîvdewletek federal e. Helbet di pêvajoya avakirina dewletê de wê gelek xeletî û kêmasî jî çêbibin, wê astengî û nakokî jî derkevin, wê Kurd êşa gelek qolincan bikşînin. Tiştek bi rehetî çênabe û li ser hîmekî saxlem rûnanê. Wext û sebir lazim e. Di vê pêvajoya êşdar û qolincî de divê em Kurd destkeftinên Başûrê Kurdistanê di qada navxweyî û navdewletî de baş biparêzin, baş xwedî lê derkevin û bi kar bînin, da ku beşên din jî bikaribin wan destkeftinan bi riyeke hiquqî têxin rojeva cîhanê. Divê ronahiya ku îro ji Başûrê Kurdistanê li Kurdan daye der wek ronahiya çavan bê parastin. Divê îro temamê Kurdistanîyan di bin al û rêberiya serokê Kurdistanê de dest bidin hev û di avakirina Kurdistana azad de bibin xwedî par.

Îro pirsgirêka sereke ya di nav Kurdan de pirsgirêka PKKê ye. PKK li her çar parçeyên Kurdistanê li serê Kurdan bûye bela û dergevanîyê ji sînorên dagîrkerên Kurdistanê re dike. Ji roja roj de bi kujtina Kurdan dest bi şer kiriye û îro jî dike. Li şûna ku li destkeftîyên Başûrê Kurdistanê xwedî derkeve, jê re dibe asteng û ji bo ku ew destkeftî têk biçin û Kurdistan serbixwe nebe, her dek û dolabê digerîne. Helbet PKK vê yekê ne bi serê xwe dike. Hêza xwe ji dewletên dagîrker û hêzên ku xizmeta Îranê dikin digre, wek beşek ji YNK, beşek ji Goran, Neslê Nû û hinek partîyên Îslamî. Bêguman di nav wan hêzên ku PKK xurt dikin de klîk û alîgirên veşartî yên di nava PDK jî hene. Ew jî bi xurtkirina PKK dixwazin PDK û bi taybet jî Barzanîyan lawaz bikin da ku berjewendî û desthilatdarîya xwe bidomînin. Ew alîyên ku di nava PDK de ji xizmeta Ereb û Farisan pê ve tu tiştekî ji bo berjewendîyên Kurdistanê nakin, piştevanên PKK yên veşartî ne. Bûyer û provokasyonên ku gelek caran ji alî PKK û hêzên li pişta wê ve hatine kirin, vê dawîyê li Silêmanîyê dubare bû. Bi mahne û hinceta mûçeyan baregeh û ofîsên PDK, YNK û Goranê hatin şewitandin, xwîna pêşmergeyan hat rijandin û xizmetek mezin ji Tirkiye, Îran û Iraqê re hat kirin. Di vê provokasyona kirêt de tiştê ecêb ev bû ku PKK vê carê ne tenê baregeh û ofîsa PDK lê herweha ofîsa YNK û Goranê jî şewitandin. Ev yek nîşana vê yekê ye ku ku Tirkiye û Îran ji nêzîkbûna PDK, YNK û Goran aciz in, naxwazin her sê partî nêzîkî hev bibin û tifaqdar bin. Ji ber ku nêzîkbûn û tifaqa van her sê partîyan wê serxwebûna Kurdistanê nêzîktir bike, Tirkiye û Îranê dest bi provokasyonek bi vî awayî kir û mixabin PKK dîsa bû maşika destê wan.

Bêguman sedemek ji sedemên pêkhatina van provokasyonan tunebûna yek desthilatdarî û yek artêşê ye. Heger li Başûrê Kurdistanê yek desthilatdarî û yek artêş hebûya, ango ne siyaseta partî-dewlet lê siyaseta netew-dewletê hebûya, wê dagîrker û maşikên wan jî nikarîbûna bi rehetî ev provokasyon pêk bianîna. Provokasyona li Silêmanîyê carek din derxist holê ku divê li Kurdistanê ne du desthilatdarî lê yek desthilatdarî hebe, ne du artêş lê yek artêş hebe û ew artêş jî ne artêşa partîyan lê artêşa fermî ya Kurdistanê be. Yekkirina herdu desthilatdarî û artêşan erk û wezîfeyek girîng e û ev bar jî dikeve ser milê PDK, YNK û Goranê. Heger birastî ev partî dixwazin xizmeta Kurd û berjewendîyên Kurdistanê bikin, divê pirsgirêk û nakokîyên navxweyî çareser bikin û di demek herî nêzîk de yek desthilatdarî û yek artêşa netewî damezrînin. Yan na, ewê ji provokasyonên dewletên dagîrker û êrîşên xizmetkarên wan xilas nebin. Ji alîyê din, rewşa aborî û çareserkirina pirsgirêkên xelkê Kurdistanê bi serê xwe xalek girîng e. Bi Bexdayê yan jî bêyî Bexdayê, divê desthilatdarên Kurdistanê pirsa aborî çareser bikin û sînorekî ji xwe û Bexdsayê re deynin.

Yek serwerî, sê desthilatdarî

Herkes zane ku li Başûr hikûmetek fermî heye û ew hikûmet baş yan xirab serwerîya Başûrê Kurdistanê dike. Her çiqasî ew serwerî zêde nikaribe bandorê li desthilatdarîya partîyan bike jî, baş xirab serwerîyek heye. Ji alîyê din duherêmî û du desthilatdarî jî ne tiştekî veşartî ye. Desthilatdarîya PDK û YNK. Ji ber hebûna du desthilatdarîyan, bike neke du artêş jî hene û ev jî bi PDK û YNK ve girêdayî ne. Heta vir herkes pê zane û ji herkesî ve tê dîtin. Lê tiştê neyê û nayê dîtin, desthilatdarîya sêyem e. Ango desthilatdarîya PKK ye. Îro em bixwazin yan nexwazin PKK li Başûr e. Ji derûdorên Duhokê heta Amediyê û Qendîlê, li 500-600 gund û bajarokan hikimranîya xwe dimeşîne, salane di navbera 60-100 milyon dolarî bac û gumrikê ji xelkê distîne. Her çiqasî PKK yekser ne di parlamena Kurdistanê de be jî, bi rêya hevalên xwe yên sûndxwariyên dijminên PDK û Barzanîyan gelek caran daxwazên xwe anîne û tînin cîh.

Êdî em bixwazin yan nexwazin, çi bi piştgirîya dewletên dagîrker dibe, çi bi piştgirîya klîkên nava PDK,YNK, Goran û partîyên din dibe, PKK li Başûr bûye hêz û belayek mezin. Ne tenê bûye hêzek mezin, bûye desthilatdarê sêyemîn jî. Sedemek ji sedemên provokasyonên ku bi destê PKK tên kirin jî nîşana vê yekê ye. PKK bi van provokasyonan -bêyî ku kesek karibe hesab jê bipirse- xwe wek desthilatdarîya sêyem li ser Başûrîyan ferz kiriye û dike. Ji alîyê din, PKK çiqasî di medya xwe de xurt be, ewqasî jî di medya Başûr û bi taybet jî di medya PDK de xurt e. Îro piranîya kadirên medya wek Rûdaw û Kurdistan24 – ku herkes zane yên PDK ne- PKKî û Apocîyên kevn û nû ne. Di van herdu televizyonên PDK de ji PDK zêdetir propaganda PKK tê kirin û ev yek jî xizmetek mezin ji PKK û berjewendîyên PKK re dikin. Medya ku qaşo bi navê medya azad weşanên xwe dikin û xizmeta berjewendîyên Kurdistanê nakin, bi pare û derfetên PDK diçêrin ji paş de xincerê li pişta PDK dixin. Qebhet û sosreta herî mezin jî ev e ku ne PDK dengê xwe derdixe û ne jî dilxwazên Barzanî. Ev yek jî dîsa nîşan dide ku PKK li Başûr hêzek xurt e û desthilatdarê sêyem e.

Bi kurt û Kurmancî heger ez bêjim, yek serwerî û hikûmet û sê desthilatdarî îro Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibin. Heger bi vî awayî bimeşe û di serî de PDK û YNK ji siyaseta partî-dewletbûnê derbasî siyaseta netew-dewletbûnê nebin, dibe ku em çend salên din PKK wek şirîkê Hikûmeta Başûr û di parlamentoya Kurdistanê de bibînin. Û ev yek jî helbet wê ji serxwebûna Başûrê Kurdistanê re bibe astengîyek mezin. Di vir de ne tenê PKK lê wê gunehkar û sûcdarên herî mezin PDK û YNK bin.

Categories
MêvanNivîskarNurî Çelîk
  • Bê çete jiyan nabe!

    Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

    Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
  • Bê çete jiyan nabe!

    Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....