Beşîkçî ji we zêdetir Kurdistanî ye.

Îsmaîl Beşîkçî temamê jiyana xwe di ber Kurd û doza Kurdî de heba kir. Piranîya pirtûkên xwe li ser Kurd û Kurdistanê nivîsandin. Di ber Kurdan de 17 salan...


Îsmaîl Beşîkçî temamê jiyana xwe di ber Kurd û doza Kurdî de heba kir. Piranîya pirtûkên xwe li ser Kurd û Kurdistanê nivîsandin. Di ber Kurdan de 17 salan di hepsê de ma û êşkence dît. Lê gunikreşê me ji gotinên xwe nehat xwarê û teslîm nebû. Heta îro jî xwedî li berjewendîyên Kurdistanê derdikeve. Beşîkçî di dema xwe de şerê PKK wek şerekî mafdar û rewa dît û xwedî lê derket. Îro jî xwedî li destkeftinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê derdikeve û naxwaze destkeftin û berjewendîyên netewa Kurd têk biçin.

Çima ku Beşîkçî xwedî li berjewendîyên netewa Kurd derdikeve û provokasyonên ku li Başûr û Rojava tên kirin nerast dibîne, ji alî hinek lotikvanan ve tê rencîdekirin. Çima ku gotiye “divê PKK rêzê ji serwerî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bigre, heger negre divê terka Başûr bike, heke dernekeve divê ji wir bê derxistin”, êrîşî wî dikin.

Beşîkçî di jiyana xwe de wek partî alîgirîya PKK yan PDK nekiriye. Herdemê bi gelemperî fikiriye û nivîsandiye, ne berjewendîyên PKK û PDK lê berjewendîyên Kurd û Kurdistanê paraztiye û diparêze.

Gava Beşîkçî doza Kurd û Kurdistanê dikir, gelek ji we hê ji malzaroka xwe derneketibûn.

Gava Beşîkçî Kurdayetî dikir, gelekan ji we nizanîbû Kurdayetî çi ye û we di gola çepên Tirko de avjenî dikir û îro jî dikin.

Gava Beşîkçî di ber Kurdan de êşkence didît û ji her tiştî dihat mehrûmkirin, haya we ji bayê felekê tunebû.

Gava îro jî Beşîkçî Kurdayetîyê dike, hûn bi mejîyê partîtî û bi hest û mejîyê Yalçin Kûçik û Dogû Quzilqurt êrîşî wî dikin.

Bi kurt û Kurmancî; Beşîkçî ne benîştê devê herkesî ye. Çap û feraseta we ne di asta rexnekirina Beşîkçî de ye. Şam dûr e lê mişar ne dûr e. Va şar û va mişar. Kesên êrîşî Beşîkçî dikin divê berî her tiştî li pirêza xwe binerin.

Belkî hûn bi bejn û qama xwe ji Beşîkçî dirêjtir bin. Lê bahwer bikin bi hest û mejîyê xwe hûn nagihên kaboka wî..

Lotikxane

Categories
ArşîvKadînNivîskarSofî Xelef
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...