Di ketina sala nû de; bêaramîya Mezopotamya qedîm

Nûrî Çelîk Ji gelek heyaman û vir de li Mezopotamyayê em du brayên bi navê Dîcle û Ferat in. Berî ku insan bên wir, em pir bextewar û bi...

Nûrî Çelîk

Ji gelek heyaman û vir de li Mezopotamyayê em du brayên bi navê Dîcle û Ferat in. Berî ku insan bên wir, em pir bextewar û bi aram bûn. Me beşek ji ava xwe bi comerdî li Mezopotamyayê belav kir û hişt ku ewder bi xêr û bêr bibe. Çîçekên rengo rengo û cûr be cûr giyanê me dinermijand. Çîmen, çêr û mera ji bo heywanan meydana jiyanek aram bû. Hemû candarên heyî ji ava me vedixwarin û jiyanek bextewar dijîyan. Evîn dibûn evîndarî, hezkirin dibûn hezkirin, bextewarî dibûn bextewarî. Me gelek egîdên wek Kawayê Hesinker gîhandin. Me gelek evînên wek Mem û Zîn jîya, me gelek destan nivîsî. Çîrok dûvdirêj e..

Piştre hinek insan sêsê pêncpênc hatin vir. Em kêfxweş bûn. Dest bi çandin û çinînê, dest bi xwedîkirina heywanan kirin. Baxçeyên mêwe û hêşînahîyên bêsînor, erd û zevîyên zad em bextewar kirin. Heywan jî êdî bi me re dest bi jiyanê kirin. Navê şaristanîyê li kiryarên yekem kirin. Ê bihîst hat û kê bihîst hat. Bi zêdebûna çûn û hatinan êdî pevçûnan jî dest pê kir. Bêaqilîya pûç. Em di cihê xwe de şaş û matmayî man, me got û negot kesî dengê me nebihîst. Erd û şûnwarê me yê aram bû cihê bêaramîyê.

Ma kî nehatin! Sumerên ku yekem car nivîsandin dîtin, Akatên ku evîndarên şer bûn û artêşên biserûber ava kirin, Elamîyên ku ji şer westiyan û dest bi pîşeyên bedew kirin, tew qralê Babîl Hammûrabî heye ku her tişt pê re heye; şer, hunerê çêkirina qanûnan, baxçeyên gulên Babîlê. Piştre Aşûrî hikimdarî li herêma me kirin. Mirovên biaqil bûn! Nivîsandina bizmêr hînî Anadolûyê kirine, pirtûkxaneya yekem wan ava kiriye.

Aha wilo! Piştre kî hat û kî çû.
Kurd!
Em heta bi îro hatin.

Li vir, li cem me dawî li alozîyên civakî û siyasî nayên. Bi çavên giryayî bê westan em diherikin. Me fêhm kir ku ji ber bêaqilîya Kurdan hêzên navxweyî û derveyî vê yekê ji xwe re baş bi kar tînin û naxwazin dawî li alozîyên herêmê bînin.

Kurd ji bêaqilîya xwe venagerin; hevdu dixwin, rojek xweş pêş hev nakin, ewên din jî destên xwe difirkînin, pêwist bibînin alîkarîya hev dikin û bi qasî ji wan tê didizin, bi qasî ji wan tê lêdidin. Yên ku ji hindur alîkarîya wan dikin jî ne kêm in. Hûn dibê divê li Mezopotamyayê çi bbibe? Wê alozî biqede, şer xilas bibe, wê aştî bê, wê azadî, demokrasî, aramî, pêşketin û jiyana mirovane wek kulîlkê vebin. Ma ev tiştên ez dibêjim ne xewnek e? Pêkhatina van wê bike ku hêzên navxweyî û derve yên berjewendparêz parek kêm yan jî qet parê ji pasteya Mezopotamyayê nestînin. Emperyalîst vê yekê baş dizanin lê Kurd qet naxwazin fêhm bikin.

Gelo wê tiştekî wilo pêk bê, em du bra ji hev dipirsin. Em herdu jî bi hêvî û bawerî dibêjin “ wê pêk bê “. Guh nedan me. Berî bi sedê salan wek Dîcle û Feratê me biryar da ku di dawîya cudabûnê de hêza xwe bikin yek û bi yek hêzê em biherikin deryayê. Em her bi hêvî li bende man ku milletê me yê Kurdên qedîm jî yekîtîya xwe pêk çêke û li ser vê xakê dawî li pevçûnên xwe bîne, çavê me li rê ma. Me xwe ber bi hêla xewnên xweş ve herikand. Ewên ku li ser xaka çiyayên Bakur heta bi şînahîya deryayê dijîn ji me ders wernegirtin. Bi hêvî û hizin em li bende man.

En zanin, em zanin! Dîktatoran, dagîrkeran, zaliman, berjewendperestan nehiştin kes çavên xwe veke. Temam! Lê ji van girîngtir, Kurd bi qasî ku serbixwe bibin yekîtîya xwe pêk nanîn. Pirsgirêka bingehîn ev e!

Ji derveyî bratîyê, di wextê xwe de me biryara ku bibin nîşan û semola yekîtî yekrêzîyê dabû. Di dema qirnên kevnare de me êşa cudabûn û parçebûnê pir kişand. Di ser me re çi siwar û çi siwarî derbas bûn. Me dît ku nabe, rabû em bûn yek û gihan hev, bi vî haweyî em herikîn deryayê. Me go belkî Kurd li me binerin û ji me dersekê bistînin. Em fikirîn, lê kesekî ku ders stendibe derneket. Siyasî di pêşbirka hevxwarin û hevxilaskirinê de ne. Milletê me jî dane dû wan. Xwîn, hêsrê çavan, sefalet, tunebûn û di nava hejarîyê de dijîn.

Ka em piçekî jî li tabloya siyasî binerin.

Gelo hûn dibê tekoşîna çekdarî bi xêr û gunehê xwe, bi başî û xerabîyên xwe, ketiye pêvajoya westandin, acizkirin û ziyandanê? Heke kesên bi vî awayî bifikirin hebin, ez dibêjim divê rê û rêbazên din bên ceribandin. Esasen tiştên ku bên kirin pir in. Di serî de jî gelo em bibin yek û tekoşîna demokratîk biceribînin!

Kurd, li Başûr mezin û piçûk bikarîbûna bi nasnameyên xwe bihatina cem hev! Li Bakur jî bêyî ku derî li kesekî bihata girtin, bêyî ku kesek bibûya qurban, herkesî xwe di nav yekîtîyê de bidîta û tev bigeriya! Bi kurtî, heke Başûr yekîtîya navxweyî û Bakur jî yekîtîya navxweyî pêk bînin û Rojava û Rojhilat jî bixin bin baskên xwe, wê nikaribin li hember hêzên dagîrker û emperyalîstan pêvajoya yekîtîyê bidin destpêkirin?

Zehmet e lê dibe.

Yanî, hevkarîya emperyalîst û nokerên wan û hewldana tunekirina mixalifên Kurd, wek ku heta niha bûye ji niha û pê de jî wê tenê bi kêrî berdewamîya hevkarîya xwe bê. Bêyî ku kes bê fedakirin, bêyî ku kes bê radestkirin, bêyî ku kes radest bibe, divê bi qîm û riza xwe şer bê rawestandin û pêvajoya tekoşîna demokratîk bê destpêkirin. Ji bo vê yekê jî, çi mezin çi piçûk divê rêxistinên Kurd di têkilîyên navxweyî de hînî rê û rêbazên demokratîk bibin. Heger Kurd di têkilîyên navxweyî û hewldanên yekîtîyê de hînî demokrasîyê nebin, wê nikaribin ji hevkarî û pevgirêdana xelk û hêzên din rizgar bibin.

Hûn çi dibêjin, hûn dibê em ji rastîyê bi rê kevin û dest bi nivîsandina senaryoyek zehmet bikin? Heger PKK bi îradeya xwe (bêyî ku tawîzan bide hinekan, bêyî ku radestî kesî bibe, bêyî ku hesab bi kesî re bibîne, bi hemî hêzên Kurd ên demokrasîxwaz re hemahengî bijî) dawî li şerê çekdarî bîne, bi rêya xebata demokratîk bimeşe û ji Kurdên her çar parçeyî, ji dewlet û gelên demokratîk, ji dezgehên sivîl destek û piştgirîyê bigre, çawa ye? Gelo wê bigre? Divê bigre. Divê rêyekê jê re bibîne. Piştre karibin ji bo serxwebûna Kurdan û mafê çarenûsî rûnên û biaxivin. Ma xerab e? Ma di dawîyê de wê neyên ser vê xalê?

Temam! Zehmet e, em zanin. Lê tu Kurd ji kiryarên ku heta îro hatine kirin jî, ji bêencamîyê jî ne razî û ne dilxweş e. Helbet kar û zirara şerê çekdarî jî çêbû. Ji vir û pê de bêguman ne tenê têkçûyîn lê zirar û bêçareserî ye. Em mecbûrîn rêyek nû biceribînin. Ev ji teslîmîyetê wêdetir tê wateya avakirina rê û rêbaza tekoşînek nu, ku xwe li gor şert û mercên qirn û heyama nû biafirîne û bihûne.

Dîcle û Ferat dibêjin “ Êdî wext hatiye ku hûn ji me dersê bigrin”.

Categories
ArşîvMêvanNivîskarNurî Çelîk
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...