• So. Nov 28th, 2021

Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

VonLotikxane

Jan 2, 2021

Dara Bîlek

Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan li gora vê lepta rojane di civatê de bi awayekî tê nasîn. Pêwendiya ehlaq û siyasetê gelekî bi hêz e . Mimkine ehlaq di hinek civatan de li gora taybetmendiyên civatê jî di warê jiyana rojane de di nava xwe de hinek guhertinan peyda bike. Lê tê zanîn ku kesayeta siyasetmedaran jî wek her kesekî di civatê de pêwendiyek bi hêza ehlaq re heye.

Taybetî di siyaseta Kurdistanê de gelek caran dema behsa jîrbûn yan jî jêhatina siyasetmedarekî tê kirin, dirustî, rastgotin û helwestên bi istiqrar di destê yekem de wek pîvan nayê girtin. Kesê karê xwe birêve bibe, îro tiştekî bêje û sibehî berevajîyê tişta gotî helwestekê deynê hole û fehlbaziyêkê bike, gelekî nayê nirxandin û di kesayeta wî/wê siyasetmedarî de wek pîvan nayê qebûl kirin. Ev yek bi xwe dibe sedem ku di gelek helwestan de pirsa ehlaq dersikeve pêş. Yanî bi awayek din jîrbûn di siyasetê de ne derew û gotinên bê binyat in. Taybetî dema aliyek siyasî dezenfarmasyona bi zanebûn yan jî wek tektîkek siyasî radigihîne,ew ewil li himber civatê leptek bê ehlakî dike û piştre jî li himber hemû nirxên insanî bê ehlaqiyê dike.

Rewşa Kurdistanê li her çar beşên Kurdistanê kifş e. Li Bakur hevce nake ku mirov behsa rewşa heyî bike, ji ber ku dilê mirov diêşe. Lawazbûna hestên netewî mixabin encama siyasetek çewt û ne Kurdistanî ya zêdeyî 30 salan e. Yanî bi awayek vekirî bi navê Kurdeyatiyê bi dengên Kurdan hizrên netewî ji nav birine û gelekî lawaz kirine.

Heman ziyniyeta li Bakur tevgera Kurd ji netewiyetê dûr xistî, li Rojhilatê Kurdistanê, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî di qonaxa em tê re derbas dibin pirsgirêka herî mezin e.

Li Kurdistanê îdeolojiyên cuda hene, kêm zêde cudahî di nava partî û aliyên siyasî de carê zêde û carna jî kêm in, her partiyek yan jî aliyek li gora xwe li ser rêbazekê tevgera xwe bi rê ve dibe. Ev yek tiştek gelek normal e û di encam de doza mafê neteweyek bindest dikin.. Bûyerên di van 10 salên dawî rûdayî û taybetî rewşa başûrê Kurdistanê da xuyakirin ku, Kurd jî weke her miletekî dikarin bibin dewlet û gihane asta ku dewleta xwe ragihînin. Di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de , ev yek bi awayekî hate tescîl kirin.

Di rastiya xwe de bûyerên di dîroka siyasî ya Kurdan de îspat kiriye ku, ji bilî dewletbûnê, tu formilek din jiyana Kurda di welatê wan de bi awayek azad garantî nake. Yanî hatiye îspatkirin ku, ji bo Kurdan tenê dewletbûn dibe demana jiyanek azad û mirovane.
Kurd di nava dewletên hov de hatiye dabeşkirin. Tu cara civatek demokratik yan jî xwedî tolerans di van welatan de nebûye û nabe jî. Li Başûr me hemûyan dît ku piştî referandûma serxwebûnê, çawa dagîrkeran hemû hêza xwe kir yek û bi hovane êrîşî Kurdistanê kirin. Welatên dagîrker heta pirsgirêka welatê ku dagir kirî çareser neke, tu cara ew nikarin bibin welatek demokratîk yan jî civatek azad pêk bînin.

Eger Kurd bibin xwedî dewlet, Kurd jî xilas dibin û gelê welatên ku Kurdistan dagîr kirîne jî, ji xwe re xilas dibin. Heyne heta hetayê dê gelên welatên dagirker jî di bin desthilatên dîktator de binalin.

Îro li Kurdistanê du rêyên siyasî li pêşîya me hene. Yanî Kurd li ser duryanê ne.
Yek jê rêya dewletbûnê ye, ya din jî rêya astengkirina dewletbûnê ye. Bê ku em tu navan bidin, her Kurdek û her siyasetmedarek vê yekê dibîne û dizane. Ji ber ku herdu alî jî niyeta xwe vekirî dibêjin.

Li vê derê di helwesta siyasi de, pirsa ehlaq derdikeve holê. Eger tu li gora hizra xwe di vê duryanê de rêyekî hilbijêrî û li gora wê xwedî helwest bî, tu bi ehlaq î. Lê eger tu ne li gora bîr û baweriya xwe lê li gora berjewendiya xwe ya bi hemû awayî di vê duryanê de rêya berjewendiya bigrî û li ser rêve herî, tu bê ehlaq î. Yanî yên vê dikin kesên oportonistin in (Firsetçî ne).
Di encama siyasetê de du rê li pêşiya me ne,yan dewletbûn yan jî ………? vêca herkesek li gora xwe bila bi nav bike .

Rojeva Kurd