Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne.
Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê 12 milyon û 500 hezar dolarî trimbêlên Hummer, ambûlans, gullenebir û barhilgir dan hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.
Her çiqasî Fermandarê Navenda Hevbeş a Hevpeymanîya Navdewletî dibêje “Ji bo şerê dijî DAIŞê em van trimbêlan pêşkêşî Pêşmerge dikin ” jî, ev alîkarî wê xêr û bêrek mezin bide pêşeroja hêzên pêşmergeyên Kurdistanê jî.
Li gor lotikvanên Amerîkî dibêjin, wê Amerîka îsaî alîkarîyek zêdetir bide hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û ev yek jî ji bo pêşerojê nîşanên xêrê ne.
Xwedê û pêxember ji Amerîka û Hêzên Hevpeyman razî be, xwedê li axretê 72 hûrîyên germik û nermik bike nesîbê wan…
Duhok