• Di. Dez 7th, 2021

Dîko Amerîka tevlihev kir

VonLotikxane

Jan 8, 2021

Kevîn Kurdson

Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl û riswa kir.

Trump ê ku têkçûna xwe li qûna xwe zor tîne û qebûl nake, bang li hevalbendên xwe kir ku derkevin meydanan û zîtirkên bergîlkî bavêjin der û dorê. Hevalbendên wî wek hespên serxweş Qesra Spî dorpêç kirin û piştre jî ketin hundur. Di heman rojê de wê di Qesra Spî de serokatîya Bîden bihata sepandin û lotika dawî li der qûna Dîko biketa. Lê wek dibêjin, bi tir û fisan tenûr germ nabe û tiştê çû medin dû. Joe Bîden wek serokê nû hatiye hilbijartin û Dîko xwe biçirîne jî hew kare vê rastîyê paşde vegerîne.

Trump belkî bi mal û serweta xwe, bi pare û dewlemendîya xwe bawer bû ku Joe Bîden neke serok û ew çar salên din jî li gor dilê xwe lotikên tirtovirto bavêje. Lê Dîko bi ser neket û pê girt.

Ez serê we neêşînim, gelek caran zor, zêr û tifing şertên serfirazîyê ne. Kesê zora wî, zêrên wî û tifinga wî hebe pişta wî zû bi zû natewe. Her çiqasî li Rojhilata Navîn û welatên paşdemayî zor, zêr û tifing stûnên desthilatdarî û serketinê bin jî, xuyaye li Ewrûpa û welatên medenî bandora wê kêmtir e. Carna malê dinyayê û dewlemendî serê xwedîyê xwe jî dixwe û wan têk jî dibe.

Waşîngton