• Di. Dez 7th, 2021

Min got, „Qîza qereçî nabe xatûn“ tu carî, ji qewla pêşîyan…

Û „her teyr bi refê xwe re difire“ jî xweş e û ne xerab e.

Pêşî û paşî bi hev re nameşin, îro îro…

Lê xwezî meriv hay ji paşîya xwe hebûya û pêş ve bimeşîya.

Erê, zahmet e, lê ne zor e.

Heger meriv paş ji bîr bike, wê nikaribe xwe bigihîne pêş jî.

Û kesên di navbera paş û pêş de dimînin jî, karê wan her tim paşûpêş dimeşe; du gav pêş ve, du gav paş ve, her li cîyê xwe dijimêrin anku dimînin.

Û bi qasî heq dikin qedir û qîmet bidin însên.

Heger na, wê xwe jî, we jî bilewitînin.

Qedrê zêde qûna meriv radike!

Dîsa jî, kî çawa bixwaze, kare weha jî bike-bijî.

„Berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme“ erê, lê „deve me bi serê xwe me“ jî li rewşê tê.

Heger yek li ber stranên Emînê Erbanî dil bigire û di roja xwe ya herî romantîk de li ber stranên Emînê Erbanî qedeha şerabê ji evînê re noş bike, heqê me lê tune ye, em jê re bibêjin, „Ma Emînê Erbanî û evîn?“

Çima, çi bi Emînê Erbanî hatîye?

Bi telaq heger devê xwe veneke û nepeyive, Emîno mîna mêrekî îtalî ye; wek min got, heger devê xwe veneke û nepeyive…

Lê ma ziman disekine!

Ziman, him yar e, him neyar e; heger meriv wê ferqê zanibe, ne poşman e.

Pirê kesan piştî meriv wan nas dike, meriv poşman dibe û xwezîya xwe bi nenaskirina wan tîne.

Axir…

Belkî ciwamêr an ciwanik dema evîndar dibe, tenê li reqsê difikire.

Û bi min Emînê Erbanî li ser mirîyan bistirê, mirî jî yê rabin govendê bikişînin û bireqisin.

tobedar im tobedar im tobedar im

keçik dibêje ez mêra nakim

tiştên wilo nahebînim

nahebînim nahebînim nahebînim

alîyê vî alî silopî ne alîyê vî alî silopî ne

alîyê wî alî cizîrî ne alîyê wî alî cizîrî ne

mala şifêran dişewitînin

tobedar im tobedar im tobedar im

weleh bileh kesî nakim

Jixwe nav nivînan jî rengeke ji rengên reqsê ye;

heta reqsa cizbanî ye!

Û evîna kurdan a herî pêş jî reqs e.

Wa ye dîsa bû qal û behsa „pêş“ê.

Le paş?

Haa, berî hin zimanzan xwe aciz bikin û xwe li erdê xin, ez „le-lê“ ji hevdu bidim veqetandin an ferqa wan ji we re bibêjim..

Yan jî, ez vê nivîsê bi vê mijarê nequrmiçînim; bila „le“ bimîne ji mijareke din re.

Bila dengê gilî û gazinên min here pisporekî tewangan; ew were serê xwe bi tewangê re biêşîne, lê, erê lê, ne le…

ez jî ji we re çîroka „le“yê bibêjim.

Na, nabêjim. Min got bila bimîne ji mijareke din re.

Jixwe meseleya „î“yê jî derket, „î“ya berî „y“ê.

Çû ji min de weleh!

Mesele kûr e, dahwe giran e, ev maç maça Wan û Tetwan e.

Û…

Û…

Xetimîm!

Xwedê (ez pê ne bawer im, lê carina ji bo hûnandina hevokê lazim dibe) erê, Xwedê.jor bixetimîne, lê jêr nexetimîne.

Lê…

Le…

Lo…

A ev ji me kêm bû haa!

Îja loo!!!