Wesweseya dilê Mele Qasim

VonLotikxane

Jan 8, 2021


Dema Mele Qasim pistî nimêja sibê ji mizgeftê vedigere malê, dibîne jina wî Ferîde li paş derî di çalavê de serê xwe dişû. Mele bi hêrs bi ser Ferîdeyê de diqîre dibêje:
-Keçê Ferîde! Kê kiriye te tu vê sibê di sir û seqemê de serê xwe dişûyî?

Ferîde bi pirs û hêrsa Mele ecêb dimîne.
Dibêje:
-Seyda Xwedê ji te razî, ma vê sibê berî tu biçî mizgeftê te nekire min?

Mele zêdetir hêrs dibe.
-Keçê, min kiriba te min ê jî serê xwe bişûşta! Ma haşa min cimûet bi cinûbet daye kirin?

-Seyda, bi şaşika serê te, vê sibê berî tu biçî nimêjê te kire min û tu hinekî jî dereng çûyî mizgeftê.

-Ferîde min dîn neke! Derengîya çi? Ez dema çûm mizgeftê kes berî min nehatibû nimêjê!

-Çawa kes berî te neçûbû nimêjê Seyda! Rehme li bavê te! Berî tu ji malê derkevî feqeyekî banga sibê dida!

Mele tilîya xwe ya şehdeyê bi ser Ferîdeyê de radike, ji hêrsan sor bûye, dilerize. Dibêje:
-Keçê yê vê sibê bang dida ez bûm! Ka bêje ê kirî te kê bû?

Ferîde ji nav teşta serşûştinê derdikeve, xwe bi destmala li ber teştê ziwa dike, dibêje:
-Seyda, bi Qurana te û bavê te xwendî, nizanim xewn bû an xeyal bû, wextê banga sibê yek li ser singên min bû. Îca ê bang dida ne tu bî, te cimûet bi cinûbet daye kirin. Lê yê bang dida tu bî, çû ji kîsê te, ez jî nizanim ew kê bû.

Dibêjin piştî wê rojê weswese dikeve dilê Mele Qasim, nizane ka wê rojê nimêja sibê bi cinûbet dabû kirin an yekî li şûna wî bang dabû. Ji wê rojê şûn de her roj nimêja sibê şaş dike…