Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...

M. Bengo

Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev tevger rojekê li şopa xwe venegeriyaye û li ser kar û xebata xwe ranewestiya ye. Bi salan nikarîbûn kongirekî li darxin, û roja kongir lidardixistin perçe dibûn. di daxuyaniya damezirandina patiya perçebûyî de yekemîn doz û siloganê wan yekîtiya tevgera siyasî bû. Bi dehên salan derbasbûn , bi milyonan pêşketinên teknolocî û şaristanî çêbûn, bi hezaran serok û rêber di cîhanê de mirin yan hatin guhertin, welatek wek yekîtiya Sofyêt herifî, dîwarê Berlînê hat xwar, yekîtiya Ewrupa hat damezirandin, kompyûter û internêtê sînor di cîhanê de nehiştin, Emerîka ji Ayzinhawer gihişt Tiramp, diwazde serok guhertin ji dema damezirandina yekemîn partî de.
Qantirê mala apê min yê kumêt, ku pê cot dikirin, mir û sê terektor jî guhertin. Cîrana me Fatê mêr kir û piştî şeş zarokan çû ber dilovaniya Xwedê, sînema Amûdê şewitî, zindana Hisiça şewitî, Izêzî li welaê Tûnisê xwe şewitand, Mustefa Berzanî koça dawî kir, Celal Telebanî mir, cîrana me Eyşanê çû hecê, Şerbelo ji malê cihê bû, Ehmedê dîn bazirganiya Xwedê û pêximber berda û piştî çend salekî mir, Fehed jinek anî ser jina xwe, Xelef jina xwe berda, niza ezê çi bêjim û çi nebêjim, kuro heta bi Sûryayê ji sala 1961ê de Beşar Esed serokê pênca ye.

Xwezî ez çendakî birêz Hemîd Derbendî bama!

Gelek rêbaz û idyolocî hatin û çûn, demoqratî,hevparî, şiyo’î, radîkalî madîkalî, ilmanî, misilmaniya orte, misilmaniya demoqrat, tendirew, xwedê nezanî û Şeytanperestî. Gelek guhertin di herêma me bixwe de çêbûn, gundê Kurda xerabûn, kembera Erebî ya dagîrker li ser sînor bi cî bû, rêya Sinjeqê ta hisiça qîrkirin, dibistana Tirliya( Talikê),ya me li xwend xerabû, Xanîka ji gundê Cewheriya cihê bû, Elîko, ye pirtiqal li ber dikana mala Geraze difrotin, mir. Welato reviya Ewrupa. Nema zanim çi bêjim, wek Amûdî dibêjin ( Leyse) evqas guhertin li cîhanê bicî bûn û hîn ev tevger ya berê ye, hîn sekreter û serkirdeyê berê ne, yek belkî bûye sed û hinek yê din bûye hêlîna nexweşiyan, yek tawî û bawî bûye yê din tevî berçavka bostekê qalind ber xwe nabîne, yek bînçikyayî ye yê din nexweşiyê rûzemînê tev lê derketine, yek bêmirês û rûşuştî ye yê din doxînsist û tolaz e, de ka ji bona Xwedê wê çilo be wê çawa be.

Xwezî ez çend rojekî birêz Hemîd Derbendî bama!

Heft sal derbasbûn, heft salên dirêj, bi êş û azarî, xizanî û perîşanî, nîvê milet bi çolan ket mişixt bû û bi hezaran keç û xortan jiyana xwe ji dest dan. Ji roja vê bêxwediyê destpêkir bi navê şoreşê Kurd kirin dubendî, ENKSê û Apoçî , yekî berê xwe da rêjîmê û yê din berê xwe da rikberiyê. Kurdistan valabû ji ber kiryarên tatolîtar yên Apçiyan, girtin, leşkeriya neçar, zindankirin, şewitandina navend û bargehan, kuştin TBD…
ENKSê jî bînçikyayî bû westiya ji nivîsandina daxuyaniya, daxuyaniyên girtinê, yên êvarî, yên sibehê, yên lezgîn , yên kurt û yên dirêj . Apoçiyan kir û ENKSê got, ne kiryarên wan bi dawî bûn ne jî gotinên yên din.
Piştî evqas sal ne rêjîme guh da wan û ne rikberiyê guh da yên din. (Çepka bikut rêber hat çû ji bo dozê vala hat.)
Dema em biçûk bûn, ji me re digotin( çepka bikut baba hat çû Amûdê vala hat.) tevî ku bavê me şekirê Ereba ji me re tanî.

Xwezî ez rojekê birêz Hemîd Derbendî bama!

Tev Demê rêça rêjîmê bijart, wê bidin alî.
Şanda Encumena Niştimanî di yekemîn ezmûna xwe de têkçû! Çilo ? Cara pêşî ku serdana herêma Kurdistanê kirin, bi serkirdayetiyê xwe, bi rewşenbîrê xwe, bi ciwanên xwe û bi serbixweyên xwe, mixabin li ber bîna dolar serxweş ketin. Di wê rojê de birêz Derbendî pîvana giraniya wan naskir, wek tu çaw derbaspeyva kompûterê xwe bizane , wilo derbaspeyva wan naskir. Û ji wê rojê de em şikestin, çiqas pakemêran hewldan ku bi serxin lê mixabin ew hêviya mezin ma xav.

Dema ku Tev Demê ji alîkî û herêma Kurdistanê ji alîkî dî ve, dest bi xwedîkirina partiyan (yek lib û du lib) kirin, malmîrata bûn wek keroşka her çend rojekî çendek nû çêbûn. Hin deh kesin, spas ji Xwedê re besin ( pirbûn sergêjeke), hin malbatekin, spas ji Yezdan re ( Yê bikêrî malbatê neyê bi kêrî kesî nayê, dûre çima wê xêra me ji xelkê re biçe). Heta bi rêbaza Berzanî çirandin, kes nema zane bê çend ji rêbaza Berzanî hene . Ji rojbûna xwe yekser doza yekîtiya tevgera Kurdî kirin.

Deste û komîte pir bûn, Komîta Têkilyên Derve, Komîta Jinên Ciwan, Komîta Jinên Navosere, Komîta Encumenên Hundir, Komîta Rewşenbîrên Qalind, Yekîtiya Nivîskarên Zirav, Yekîtiya Jinên Pispor, Yekîtiya Mamostên Bejinzirav, Desteya Karûbarê Navnetewî, Desteya Kampên Penaberyê, Desteya Guftûgoya, Desteya Hunermendên Azad, Desteya Hunermendên Bêsînor, Komîta Bijîşkên Derve, Komîta Desteya Yekîtiya Nûnerîtiya ………Kurd.

Wilo ye divê ji vê pirbûnê re cihna çêkin, kes kêmî kesî tune, ev post wek ku tê gotin bûn meydana şer û cenga berpirsyaran û em bûn çîrok. Dijmin ji bîrkirin, şoreş ji bîr kirin, kêşe hilandin û bi hemû hêza xwe û bi mêranî û pîlansazî kar û xebata xwe ji bo sitendina cihin germ û nerm destpêkirin.Cihên Germ û Nerm.

Dijminan em talan kirin , me jî bi sixêfan tişt diwan de nehişt. Dawiya dawî her berxikek ma li dû kerî, ew kerî yê ku şivanê wî bi ………… mijûl e.
Tenê doxa kevçî dikare bi wan.

Aaaaaaax …tenê ku ez rojekê birêz
Hemîd Derbendî
bama!

Brîtanya

Categories
ArşîvKadînM.BengoNivîskar
  • Bê çete jiyan nabe!

    Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

    Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
  • Bê çete jiyan nabe!

    Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....