M.Bengo
Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole bû, lê biser de bizdonek bû , ku hema ro diçû ava, yekcar nema wêrîbû xwe ji mal berda. Dema, pîreka wî, çiqasî li ber digeriya ku biçe odê nav zilama, karekî tiştekî bike, pê abora malê bike, vala bû.

Êvarekê Dema çend kutilk kelandin û li devê derî belakirin, her çendgavekî yek danî ta ku dehpazde gavekê dûrî derî. Wa Xerdelo, Dema dengê xwe bilindkir, rab va kutilk bariyane, rabe hema çend kutilka, têra şîva min û xwe bide hev pepûko.

Xerdelo nêrî, wax bira kutilkin lawo. Gavek li pêş yek li paş, rahişt yekê û ya din hino hino dûrî derî ket, hêdî Dema derî girt û qutedarek da pişt derî û gotê: bi navê xwedê derî li te venebû. Her Xerdelo xwe avêtê: keçê derî veke hirç hat min, gur hat min. Dema sûnda asê xwar ku derî lê venake.

Reşê Xerdelo ji ber çavê Dema ket. Bîstikek derbasbû, Dema di dilê xwe de got ka ez di kulekê re binêrim bê pêjna wî nayê. Gava Dema serê xwe xist kulekê çi bibîne, şev zîzbûye, bêdengîke bi saw, tenê degê piçkê baranek hûr tê. Dilê Dema tenikbû du gulolîkê hêsra di çavê wê re avêtin û dib er xwe de nihirand: Çi barana tev li bê tê. Niha li Xerdelo li şaşkê tê.
Dengê Xerdelo ji nêzîk hat: Dema Dema nekeve tu kul û xema, va ez di koxika mirîşka dema.