Mesangera li kadînê…

VonLotikxane

Jan 25, 2021


Cimûeta li kadînê: Silêmanê Hecî Feyzila bi jina xwe Sînemê re li kadînê ka dikin telîsan, kêfa Silêman diçe ganekê. Silêman dibîne bi dilê Sînemê ye jî, berê wê dide ser tûrên kayê yê li hêla quble û hema li ser piyan wek mirov biçe dizîyê radibe ser pişta Sînemê û li kêfa terikê xwe dinêre.

Silêman hem haya wî li karê wî ye xizmeta kîrê xwe dike, hem jî çavên wî li derîyê textik ê kadînê ye, dixwaze berî kesek were karê xwe yê pîroz biqedîne. Tam çend çûn û hatinek maye fîşeka marê wî yê kor biteqe, ji nişka ve cîrana wî Helîme tê dikeve hundir.

Cîrana wî dixwaze şûn ve derkeve here, lê carekê ew û Silêman çav li hev ketine. Cîrana wî xwe li nezaniyê datîne, dibêje: “Xalê Silêman, tu û jinxala min Sînemê çi dikin wisa?”

Silêman qet kêfa xwe xera nake, dibêje: “Kulmêlak, ma tu nabînî em bi cimûet nimêjê dikin? An were tevî cimûeta me bibe, an jî nimêja me betal neke!”

Nivîsa nexwendî: Min duh ji blogê re nivîsekê nivîsî, lê ji xeynî min kesî nexwend. Min bi qasî saetekê wextê xwe da nivîsandinê, min li ser şivanekî sîyasî nivîsekê nivîsî. Berî ez pê li cihê biweşîne bikim nivîsê biweşînim, telefona min lêda.

Jineke Taylandî li ser bernameyeke taybet telefonê min kir. Min bersiv da telefonê, min jê re got ez niha nivîsekê dinivîsînim, piştî pênc deqîqeyan ez ê li te vegerim. Got min li ser mesengerê ji te re peyamek şandiye, piştî te qedand em li wir biaxivin.

Min telefon girt, dema hatim ser Bloggerê nivîsa min a ku saetek bû min hewla nivîsandina wê dida jêçûbû. Dilê min jê sar bû, min paş stûyê xwe xwirand û li ser qûnê rûniştim, min êdî nivîseke din nenivîsî.

Civata li mesangerê: Piştî min dev ji blogê berda, ez çûm ser mesengerê. Ji ber jina Taylandî ne hevala min a fêysbûkê bû, peyama wê ketibû nav qutîya sepaman. Min dît yeka din jî berî du rojan ji min re peyamekê şandiye. Min got ez pêşî bersiva ya ewil peyam şandiye bidim.

-Ser çavan! Bibore ez dereng bi peyama te hesîyam.

-Çavên te neêşin. Xem nake, ji xwe min peyama xwe jêbiribû.

-Li ba min jênebûye, ji ber ketibû nav sepaman min niha dît.

-Ka ez bibêjim çi?

-Ma hewceyî gotinan e?

-Yaw, min nexwest tu koma Tûrikê Kurdî bigrî, li wir em bê minet nivîsên te dixwînin. Yanê xwendina wan li ser komê xweştir e.

-Rûpela min ji her kesî re vekirî ye. Yên ne hevalên min in jî dikarin beşdar bibin. Ji Taylandî û Filipînîyan bigre, heta Emrîkî û Efîqî jî dikarin min bibînin.

-Belê, ez dizanim. Lê em jin zêde nawêrin beşdar bibin.

-Waw, min digot qey tu mêr î.

-Va tu zanî ez jin im. Dîsa jî tu bixwazî tu dikarî min wek birayê xwe bihesibînî.

-Tu dizanî, ez ji jinan hez dikim. Ji birayê xwe zêdetir ji jinan hez dikim. Êca tu bi kêfa xwe yî.

-Belê dizanim. Xwedê çavên te ji jinan têr bike.

-Mala te û ya Xwedê ava, risqê min îşev pir e. Niha bi yeka Taylandî re bi dîmen diaxivim, bi yekê Kurd re bi peyamê dinivîsînim û yek jî li hemberî min rûniştiye li televîzyonê temaşe dike.

-Bereketa Xwedê li ser te barîye.

-Heger jineke kurd bi min re li ser mesengerê be, ez li ya Taylandî nagerim.

-Bi Xwedê ev jin tu cudahî nake di navbera jin û mêran de.

-Yanê tu behsa xwe dikî an ya Taylandî?

-Ez behsa xwe dikim.

-Nexwe tu wek berê birayê min bî.

-Ha wisa, tu jî xwişka min bî.

-De tu jin bî, mêr bî, tu ji bo min hevalekî/e baş î. Yanî ez hêj jî nizanim ka tu nêr î an mê yî.

-Yaw ez jin im jin!

-De gotin soza mêran e.

-Jin hene bi sed mêrî.

-Min bi henekî got.

-Dizanim te bi henekî got. De here bila jinika te ji destê te nere.

-Bila jinik bi qurbana te be! Yanî ya Taylandî.

-Waw, sipas dikim. Tu her hebî.

-Û şevbaş!

-Şevbaş.

Dor ya Taylandî ye: Piştî nîv saetan ji av û hewaya Taylandê.
…….got:
-Dixwazim kîrê te bibînim!

-Ez nikarim, jina min li hemberî min rûniştiye li televîzyonê temaşe dike.

-Nexwe bi çavên xwe û bi gotinên xwe min serxweş bike.

-Tu gotinên çawa dixwazî?

-Bêje ez ji jina xwe zêdetir ji te hez dikim.

-Tu bi qurbana jina min bî. Baş e ji bo xatirê ez quzê te bibînim, ez ji jina xwe zêdetir ji te hez dikim.

……
Heta diduyê şevê xanima ez navê wê jî nizanim bixwînim bi îngilîzî bi min re ma. Piştî jinikê bi awirên çavên min, quzê xwe mist da, xwe rehet kir. Me xatir ji şevê xwest û em razan.

Xerîbê Tîktokê: Sibê rabûm, min dît ya Taylandî lînkeke tîktokê ji min re şandiye. Dema ez ketim lînkê, min dît ji wêneyên min û xwe di nav dilan de vîdeoyek çêkiriye gotiye I love you û belav kiriye.

Jinên me nawêrin bi profîlên xwe têkevin fêysbûkê, jinên xelkê wêneyên mêrê xelkê dikin kêlek wêneyên xwe û li hesabên xwe parve dikin.

Min got keçê te çima vîdeoyeke weha belav kiriye? Ez blogerekî naskirî me. Bi dehan şopînerên min hene. Li gelek welatan dostikên min ên elektronîk hene. Ditirsim jina min min bibîne. Ev tu belaya serê min î!

Jinik xeyîdî, vîdeo jêbir û emojîyeke bi qehir ji min re şand û çû…

Û ya li malê: Du roj bûn em zewicîbûn, dît ez bi peyamê li ser fêysbûkê bi hevaleke xwe re dipeyîvim. Dema dît ez bi peyamê bi jinekê re diaxivim, rûnişt kir girî. Herçend negot ji ber ez bi jineke din re diaxivim ew digirî jî, min zanî girîyê wê ji ber çi ye. Hevala min peyameke pîrozbahiyê ji min re şandibû. Ji ber nizanibû bixwîne, min ew peyam jê re xwend.

Min dît hîn jî çavên wê şêlû ne, hema wê şevê min qelemek û defterek da destên wê. Bi şev bûm zilam, bi roj bûm mamoste. Di du salan de bi qasî şeş salan biçe mektebê min ders dayê. Niha ew jî yek ji şopînerên min ên jin e. Dixwîne, wek jinên din ew jî xwe eşkere nake lê hin caran bi min, hin caran jî bi nivîsên min dikene. Û ya herî zêde muxalefeta nivîsên min dike jî ew e…