• Mi. Dez 1st, 2021

Ruhê koletîyê Kurdan diduruvîne

VonLotikxane

Jan 25, 2021

Sîrac Oguz

Neyarên Kurd û Kurdistanê, dîsa dest bi fen û fêlbazîyên dîrokî dikin. Dixwezin di nav milletê Kurd da, dubendî û îxanetên mezin pêk bînin. Gava ku milletê Kurd pirsgirêkên di nav xwe da çareser dikin, neyarên Kurdan jî dest bi fêl û fêlbazîyê dikin.

Pirsgirêk û dubendîtîyê di nav Kurdan da derdixin, bi lez û bez xirabîyê li Kurdan dikin.

Ji bo vê yekê jî li alîkî bêxîret, li alîkî din jî dewletên dagirker, partî û rêveberên wan, roj bi roj wek gurên har li komkujîyên di dîrokê da hatine kirin, tînin bîra Kurdan û dibêjin, „em misilman in û ji ometa Mihemed in.“

Bi derew û sextekarîyê dîsa dest davêjin ol û biratîya gelan. Hemû gotinên wa derew in, ji roja ewil heta îro, ne bi Kurdan ra bûn dost ne jî bi helwesta ol û bi biratîyê tevgerîyan.

Bi neyartî û bi kîn û bi gemarîyên xwe yê qirêj, gef li Kurdan xwerin û îro jî dixwin.

Mixabin çar dewletên dagirker, bi êrîşên leşkerî û sîyasî li Kurdîstana azad û li ser Rojavayê Kurdistanê dikin, ku destkeftinên Kurdan ji holê rakin.

Li dijberî van xebatên dagirkeran, divê Kurd zêde li ser yekitî û yekdengîyê bisekinin û xwe bi hêz bikin.

Mixabin, Kurd hê jî sedem îdeolojîyên şaş û endametîya partîyan, neyartîya hevdu dikin. Bêdewletî û esaretê û belengazîya xwe jibîr kirine, ketine şopa partî û ideolojîyên dagirkeran û şerê hevdu dikin.

Kurd ji bo doza biratîyê û hevalbendîya miletên dagirker kar û xebatê dikin. Li bakurê Kurdistanê rojane di mizgeftên Tirkan da li pê meleyên Tirk nimêj dikin. Di rojên înê da xutbeya ku tê da pesnê dagirkeran didin, guhdarî dikin. Meleyên Tirk di xutbe û wazên xwe da, Kurdan şermezar dikin. Ew kurdê ji bo dîn û îmanê diçin Mizgeftên Tirkan ji bo xwe jî ji bo bav û kalên xwe tu sewabek nakin. Tenê exaretê dibihîzin û ji gotinên wan ra bi dil û can an jî bêhemdî amîn dibêjin.

Lêbelê, ji bo Kurdên olperest jî rê û rêbazên din hene. Ew dikarin di malê xwe da nimêj bikin, an jî di mizgeftan da îtirazên xwe bînin ziman.

Di dema dagirkirina Efrînê da, di hemû mizgeftên Tirkan da ayetên ji bo fetîhê dihat xwendin.

Meleyên Tirk di wazên xwe daigotin, mal û milkê gelê rojava wek qanîmet e û ji bo dest bidin ser, fetwa didan. Niştecîhên Efrînê jî %100 Kurdên Misilman bûn.

Ji wî rojê heta îro, Kurdên misilman hê jî li pê melayên tirk û di mizgeftên wan da îbadet û nimêjê dikin.

Kurdên misilman ji bo Filistînîyan bi deh hezaran dadikevin kolanan, lê ji bo birayê xwe yên Kurd tilîya xwe bilind nekirin.

Loma dibêjin bindestî koletî ye. Dema mirov koletîyê qebûl bike, wê demê dibe bêxîret jî.

Ew bûyerên li bakurê Kurdistanê diqewimin, ew jî wek bi ruhê koletîyên va girêdayîne.

Di alîyê ziman da jî Kurdên Bakurê Kurdistanê ҫer îbadetê li pey Tirkan dikin, ji bo zimanê xwe jî bêdeng in. Ji bo zimanê xwe qers in û bi tirkî jin û zarokên xwe ra qise dikin.

Îro li Tirkîyê ji bo zimanê Kurdî û ji bo dersên bijarte maf heye. Kêmtirîn bîst mîlyon Kurd li Bakurê Kurdistanê dijîn. Heta îro ji bo dersa bijarte jî tu tiştek nekirin. Lê ji bo biratîya olî û biratîya gelan bi hezaran derdikevin kolanan. Gelo cima ji bo zimanê xwe gav navêjin. Ew mafê ku ji bo dersa bijarte hatîye dayîn, divê Kurd lê xwedî derkevin û wek firsendek bi kar bînin. Ev yek ne bes be jî ji bo bikaranîna ziman gavek balkêşe. Ew maf bi salane heye, ewên vê firsendê bikarnaynin xeta dikin. Ji bo pêşketina ziman, çi ji dest tê divê were kirin.

Ji ber ku, hebûna ziman hebûna miletê Kurd e. Dema ziman wenda bibe dîn û îman ji namîne. Li dijî bêxîretî û koletîyê yekser zimanê kurdî evzel e. Ji bo hêzbûna ruhê neteweyî, ji bo îbadetê jî zanîbûna zimanê Kurdî li ser hemû Kurdan ferz e.

Navkurd