Siyaseta bi wesayet û desttêwerdan

Nûrî Çelîk Siyaseta bi wesayet û îcazet, bi kesî re nahêle rûmet û kesayet. Ben û hefsarê meriv di destê kê de bin, xwedîyên meriv jî ew in. Siyasetek...

Nûrî Çelîk

Siyaseta bi wesayet û îcazet, bi kesî re nahêle rûmet û kesayet. Ben û hefsarê meriv di destê kê de bin, xwedîyên meriv jî ew in. Siyasetek serbixwe, bê wesayet û bê îcazet, stûna serketin û pêşveçûnê ye. Partîyên ku ne xwedîyê siyasetek û helwestek serbixwe bin, wê nikaribin serkeftî bin û wê nikaribin bigihên armancên xwe.

Gelek ji partîyên Bakur, bi taybet jî PDK Bakur, heta îro bi wesayet û îcazetê siyasetê dikin. Partîya ku îcazeta siyaseta xwe jê destine û di bin wesayeta wê de ye, bêguman PDK Başûr e. PDK Bakur xwe di bin şîwana PDK Başûr de veşartiye û ji bin wê sîwanê derneketiye. Ji ber vê yekê jî gavekê bi pêş de neçûye. Bi paşde çûye, parçe parçe bûye û ji ber desttêwerdanên hinek klîkên nava PDK Başûr, nebûye û nikare bibe yek. Her gava ku PDK Bakur bixwaze bi ser xwe ve bê, çi çaxa ku bixwaze xwe li hev kom bike û hinek gavan bavêje, hew we dît hinek klîk desttêwerdan di nav de kirin û rê li ber girtin. Ew klîkên ku di nav PDK û dezgehên PDK de bi cîh bûne û navê Barzanîyan ji xwe re wek mertal bi kar tînin, li ser navê wan gelek kiryarên xirab dikin û rê nadin ku PDK Bakur xurt bibe û li Bakur bibe wek alternatîfek netewî. Ji alîyê din; ji derveyî siyaseta bi wesayet û îcazet, PDK Bakur bi vê teslîmîyet û helwesta xwe heta îro ji kar û fêdeyê zêdetir zirar daye PDK Başûr û jê re bûye bar, barê PDK Başûr girantir kiriye û xwe xistiye stuyê wê. Ji ber ku PDK Bakur heta îro siyaset û helwestek serbixwe dananîye, rê ji desttêwerdanan re vekiriye û heta bi cihekî qedera xwe bi destê xwe nivîsandiye. Heger PDK Bakur xwedîyê siyasetek serbixwe û helwestek bi kesayet ba, bêguman wê rewşa wê ya îro cuda ba û wê kesî jî nikarîba destên xwe dirêjî nav kar û barên wê bike.

Gava em li dîroka Kurdistanê dinerin, em dibînin ku heta îro PDK Başûr navbera xwe û dewleta Tirk xirab nekiriye û nexwestiye xezeba dewleta Tirk bikşîne ser xwe. Helber şert û mercên tekoşîna her parçeyên Kurdistanê cuda ye û tu hêzek Kurdistanî naxwaze û nikare şerê her çar dagîrkeran bike. Tirkiye ji Başûrê Kurdistanê û ji PDK Başûr re derîyê man û nemanê ye, derîyê têkilîyên bi cîhana medenî û Rojava re ye, PDK naxwaze wê derî li ser xwe bigre û xwe di nav çar dewletên hov de bifetisîne. Heta vir tê fêhmkirin û mafekî maqûl e jî. Lê ev yek nayê wateya ku tu parçeyê herî mezin ê Kurdistanê nebînî, destên xwe jê bişo û 25-30 milyon Kurdên Bakur bike bi qurbana berjewendîyên parçeyekî din. Madem em xwe wek yek welat û yek millet dibînin, bêyî ku em desttêwerdanan di kar û barên hev de bikin, veşartî be jî divê em alîkarîya hev bikin, bi plan û projeyên maqûl hevdu xurt bikin û rê li ber êrîşên dewletên dagîrker bigrin yan jî kêmtir bikin. Ev jî bi alîkarî, piştgirî, hevkarî û xurtkirina hasten netewî dibe. Ne ku em desttêwerdanan di kar û barên hev de bikin, hevdu parçe bikin û ji bo berjewendîyên xwe tevgera parçeyekî din têk bibin.

Çawa ku dewletên dagîrker plan û projeyan ji bo têkbirina tevgerên her çar parçeyên Kurdistanê çêdikin û li gor wê xwe di parçeyên din de bi rêxistin dikin, diviyabû PDK Başûr jî bi heman plan û projeyan xwedî li PDK Bakur derketa, bi her awayî ew xurttir bikira da ku PDK Bakur li hember êrîşên ser PDK Başûr biba mertal û sîper. Lê mixabin em dibînin ku tiştên heta îro hatiye û tên kirin vajayî vê yekê ye, li şûna ku PDK Bakur bihata xurtkirin, hatiye parçekirin û her klîkek di nava PDK Başûr de bi rêya klîkek din PDK Bakur tar û mar kiriye, dest û lingên wê girê dane û ew ji çap xistine. Evê yekê heta îro ji zirarê pê ve tû fêde nedaye herdu PDK an, lê fêdeyek pir mezin daye êrîşên dewleta Tirk û bûye wesîleya xurtbûn û xurtkirina PKK a ku îro li seranserê Kurdistanê bûye astengek mezin. Di vir de sedem û sûcê herî mezin desttêwerdan û parçekirina PDK Bakur û berjewendîyên klîkên nava PDK Başûr in. Heger di dema xwe de siyasetek netewî û Kurdewarî, siyasetek serbixwe û bê wesayet û îcazet bihata meşandin, heger girîngîya tevgera Bakurê Kurdistanê bihata dîtin û ew tevger bi hişmendîyek Kurdistanî bihata destekkirin, wê îro Bakurê Kurdistanê jî ne di vê rewşa kambax de ba û wê PDK Başûr jî ne bi tenê ba. Îro li Bakur û Rojava ji çend PDK ên jihevdeketî û bê bandor pêve tukes dostê PDK Başûr nemaye. Û sedemê vê yekê jî helbet PDK Başûr û siyaseta wê ya şaş bi xwe ye. Ji ber ku PDK Başûr ji bo her çar parçeyên Kurdistanê plan û proje çênekirine û siyasetek giştî û Kurdistanî nemeşandiye, wê jî qedera xwe bi destê xwe nivîsandiye û bi tenê maye.

Ev demek e xebat û dan û stendin tên kirin ku beşên PDK Bakur bibin yek. Hêvîyek heye ku PDK Bakur vegere ser kemla xwe ya berê, bibe yek partî û ji Kurdên Bakur re bibe hêvî û alternatîfek netewî. Lê mixabin klîkên di nava PDK Başûr de dîsa ketine nav tevdanê û rehet nasekinin. Li gor agahdarîyên ketine destên me (nav li cem me ne), klîkek ji nava PDK Başûr ji hewldanên yekîtîya PDK Bakur aciz in û dîsa dixwazin bi desttêwerdanan rê li ber vê yekîtîyê bigrin û bi rêya hinek zilamên xwe nakokî û pirsgirêkan ji PDK Bakur re derêxin. Ev klîkên ku di nav PDK û dezgehên wê de xwedî erk û gotin in, çawa ku li ser navê PDK û Barzanîyan doh PDK Bakur ji bo berjewendîyên xwe tar û mar kirin, îro jî dixwazin rê li ber yekîtîya PDK Bakur bigrin û nehêlin li Bakur Kurd bibin xwedîyê hêz û partîyek Kurdistanî.

Li vir em bang li Serok Barzanî û temamê niştimanperwerên nava PDK Başûr dikin ku xwedî li partîya xwe derkevin û carek din rê nedin wan klîk û xêrnexwazên ku li ser navê wan zirarê didin Kurdên Bakur. Em bang li wan klîk û xêrnexwazan jî dikin ku êdî destên xwe ji nav PDK Bakur û Kurdên Bakur bikşînin.

Madem hûn nikarin û naxwazin qencî û fêdeyê li Kurdên Bakur bikin, zirar û ziyanê jî nedin wan!

Categories
MêvanNivîskarNurî Çelîk
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

    M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
  • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

    Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
  • Dîko Amerîka tevlihev kir

    Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
  • Nivîseke şolî

    Binivîsînin! Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin. Li dij vê tevgerê derdiketim, lê...
  • Kurd û xwedê

    Doh… Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn; heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her...
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!…

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...
  • Li ser pîyan…

    Qasî bîst metreyan ji min wêdetir, li ber şibakeya pencereyê, li ser kursîyeke li ber maseya xwarinê rûniştibû, bi zimanekî biyanî bi telefonê bi kesekî din re diaxivî jina...