Kurd û xwedê

Doh… Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn; heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her...


Doh…
Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn;
heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya;
na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her kes li mala xwe bû…

Li Çîyayê Mazî gundîyek bizinan xwedî dike.
Gundîyê me piçekî timakar e; destê wî li pereyan nagere. Hesabê çend qurişên zêde dike, ji mesrefê direve.
Xwe bi xwe dibêje, „Jixwe çêre pir e, ez ê vê zivistanê ji bizinên xwe re êm û ceh û kayê nekirim; li vî çîyayî nefel û pincar û gîyha heta meha biharê ya dawî jî li çongan e.“
Û zivistan tê…
Berfek dibare, çav çavan nabîne; bi rojan nasekine; seranserê wî çîyayî spîboz dibe, di bin berfê de dimîne; berf dide heta çongan.
Hesabê malê û sûkê li hev dernakeve.
Di govê de bizin birçî, ne êm heye, ne çêre…
Dibe teperepa dilê wî!
Dikeve nav mitalan û hey diponije.
Xwe bi xwe dibêje, „Îja min pê girt!“
Heta destê sibehê xew nakeve çavan.
Serê sibehê radibe dihere govê, lê dinere du bizin li erdê bûne term.
Bi çengûrên wan digire, bi erdê re dixirxirîne, dibe termên wan diavêje derveyî gund.
Roja din du bizinên din dimirin.
Sisêyên din dimirin…
Çarên din dimirin…
Pêncên din…
Tenê bizinek wî dibîne.
Dibêje hema ev jî nemira…
Serê sibehê radibe dihere govê, lê dinere ew jî mirîye.
Bi nigê wê yê paş digire û termê wê jî dibe diavêje ser termên din û li ser tutukan rûdine, qederekê li termên bizinên xwe yên nêvîyê wan di bin berfê de maye, dinere.
Wê kêlîyê hingî hêrs bûye, tu kerê tê rakî, niquta xwînê yê jê nere.
Li jor li esmên dinere.
Berf bi xezebekê dibare, nikare çavên xwe veke û binere.
Bi hêrs diqîre:
„De bibarîne, bibarîne! Heger min jî careke din enîya xwe da erdê û nimêj kir, bila te nîyhabe min! Heger te dît careke din nigê min bi hewşa mizgeftê bû, ji min bênamûstir tune ye! De bibarîne!“

Havîn e.
Li berîya Mêrdînê agir ji ber têlên ceryanê dihere û ew agir bi genimê seridî dikeve.
Di nava çend seetan de 200 dolim erd dişewite, dibe qîjot; tenê simbilek jî li ser nigan nabîne.
Fexrîyê me jî piçekî lalûte ye, ziman baş nagere.
Dema çav li genimê xwe dikeve, ronî di çav de nabîne, ji dîn û îmanê derdikeve.
Revî revî teşkên wî li hev dikevin, berê xwe dide nav gund.
Berî nêzîkî malê bibe, dibe „Fexo Fexoya wî…“
Ji ber ku lalûte ye, ziman baş nagere, ji dêvla bibêje „Fexro“ dibêje, „Fexo“
Fexro, kitana wê li serî, hirbîya wê di dest de, bi xwas xwe li derve diqewimîne:
-Çi ye kuro? Çi qarewara te ye?
-Min di dîn û îmana te nîyhê! Ka Teşkova min!
Ji teşkofê qesta wî teleşkov-keleşkov e.
Haya jina reben ji bayê felekê tune, hay jê heye mêrê wê û gundî ketine ber hev…
Fexro bêyî ku lê vegerîne, bi rev dîsa xwe li hundirê malê diqewimîne. Dihere keleşkovê ji kulînê derdixe û tîne dide Fexrî.
Fexrîyê me li wê hewşê berê keleşkovê bi jor ve dike û dibe reqereqa wî direşîne:
-Lo Xwedê! Hey min di te kiro!
Reqereqa keleşkovê ye, direşîne. Piştî cercûra xwe vala dike, cercûreke din diajo ber. Li ser hev heta fîşeka dawîn li ser girêdide, direşîne:
-De were dakeve jêr, em hesabê xwe li jêr bibînin, de! Min di te kiro! Ma ya tu dikî mêranî ye! De were dakeve jêr, de!

Heyv hatîye girtin û li gund roja mahşerê ye.
Mezin radihêjin çek û selehan; zarok jî bi tenekeyan;
dengê çek û selehan û reqereqa teneke û wîrewîra zarokan qîyametê radike.
Hecî Bişar telefonî Evdilkirîm dike:
-Kuro Evdilkirîm, ev çi reqereqa çek û seleh û teqereqa tenekeyan e, hi ii?
-Kuro, heyv hatîye girtin, heyv!
-Kuro, çi eleqeya reqereqa çek û selehan bi girtina heyvê re heye? Alahûekber!
-Îja çi eleqe! Meriv dibêje qey tu ne ji vî welatl ye! Wan fîşekan bera Xwedê didin, ji Xwedê re dibêjin heyva me berde, heyva me ronî bike.

Gotina Dawî
Heft xwezî bi kurdên berê…
Kurdên berê, ji bo bizinekê, ji bo çend dolim genim hesab ji Xwedê dipirsîn û dîn û pêxemberên wî bêminet dikirin;
lê îro ro, misilmanên Xwedê li ser axa kurdan dest diavêjin namûsa kurdan; biçûk mezin, jin mêr kurdan dikujin, lê dîsa jî kurd terka misilmantîya Xwedê nakin û bêvila xwe ji qûna wî dernaxin.
Erê weleh, namûs bûye bexdûnis û bizinên rebenê gundî jî ji nebûna qefleke bexdûnis di bin berfa Xwedê de can dan…

Categories
ArşîvDevliken KelogirîNivîskar
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

    M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
  • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

    Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
  • Dîko Amerîka tevlihev kir

    Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
  • Nivîseke şolî

    Binivîsînin! Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin. Li dij vê tevgerê derdiketim, lê...
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!…

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...
  • Li ser pîyan…

    Qasî bîst metreyan ji min wêdetir, li ber şibakeya pencereyê, li ser kursîyeke li ber maseya xwarinê rûniştibû, bi zimanekî biyanî bi telefonê bi kesekî din re diaxivî jina...
  • Maddeya 140 û bêhelwestîya siyasetmedarên Başûr

    Siyaset, birêvebirin û birêkûpêkkirina kar û barên dewletê ye û hişmendîyek taybet jê re dive. Polîtîka jî hemû kiryar û çalakîyên ku ji bo millet û civakê tê kirin...