Li ser pîyan…

VonLotikxane

Feb 20, 2021


Qasî bîst metreyan ji min wêdetir, li ber şibakeya pencereyê, li ser kursîyeke li ber maseya xwarinê rûniştibû, bi zimanekî biyanî bi telefonê bi kesekî din re diaxivî jina ciwan.

Min got “ciwan” hûn bi soranî fêm bikin. Di soranî de, ciwan tê wateya xweşik. Ew sitrana “çawî ciwan e Leyla” tê wateya “çavên Leylayê xweşik in.” Lê dema kurmancekî soranînezan wê sitranê diherimîne, yanî li ba dilê xwe distrê, stranê wek “çavên ciwanan e Leyla” dixwîne.

Ciwana kurmacî di soranî de “law” e, law di kurmancî de kur e. Nalet li şorbeya ziman were, niha hûn ê bibêjin Arifo te ji me re qala jineke xweşik dikir, tu derbasî mamostetîya ziman bûyî. Bisekinin, berî ez şorbe birijînim ez ê ji we re behsa zerîyê bikim.

Erê jineke zerî bû, temenê wê di ser çil û pêncan re hebû lê hem bi kurmancî hem jî bi soranî têra xwe ciwan bû. Ji ciwanîya wê û ji zimanê wê mirov pê dihesî ku ne ji rojhilata navîn e. Ez bibêjim Rûs e, dibe ku ez neheqîyê lê bikim. Em ji hemû kesên zerî û zimanê wan dişibin zimanê Rûsan re dibêjin Rûs lê li Rûsyayê jî gelek neteweyên cuda hene. Ez bawer dikim ew jî me dişibînin tirkan, me tirk dihesibînin.

Ev şeş meh in ez her roj di heman saetê de ji bo beroşên xwarinê şûnve bibim têm wî cihî, lê tenê ev çar roj in çavên min bi wê xanimê dikeve. Her cara ez dikevim wir, ez silavekê didim, dibêjim qawet be û beroşên vala dikim ber himbêza xwe û ji wir derdikevim. Ji xwe ez zêde li ser şixul bi xelkê re naaxivim, tenê “qawet be” û “bi xatirê te” ew qas.

Piranîya kevanîyên xwarigehên şîrketên ez xwarinê ji wan re dibim jin in, lê bala min ji jinan zêdetir li ser karê min e. Jinên tirkan ne di bala min de ne. Yên li deran kevanîtîyê dikin piranîya wan ne xweşik in. Yên xweşik ne kevanî, alîkarên midûr in. Ji xwe jinên wan jî ne jin in. Ji bo wek jinan xuya bikin, bi serê zimanê xwe diaxivin. Dibêjin ay, ayol, ya…!

Zerîyê telefon ji ber guhê xwe da alî, telefon girt û danî ser maseya li ber xwe. Heger jineke din bûya, heta wê hevdîtina telefona xwe diqedand min ê beroşên xwarinê vala bikira, bidaya ber himbêza xwe û ji wir derketima. Min xwe da bendê heta xanimê hevdîtina xwe ya telefonê qedand.

Piştî telefon danî ser maseyê, min jê re got:
-Xanima delal, heger her kesî xwarin xwaribe ez ê xwarina di beroşan de maye birijînim û beroşan bibim.

Serê xwe bi alîyê min de kir, got:
-Başe e, tu dikarî bibî. Ez bawer dikim her kesî xwarin xwariye.

Min beroşa şorbe û savarê rijand. Berî ez beroşa fasûlîyan birijînim zerîyê ji cihê xwe rabû, bi gavên bi lez xwe gihand min, bi rûyeke ken, bi tirkîyeke nîvtirkî lê ji ya devê tirkan çêtir got:
-Bibore camêr, ez ê kasikek fasûlî ji xwe re veqetînim.

Jina bejinzirav wek tayeke rihanê, ji beroşa ku min bi her du destan girtibû bi heskekê bi qasî du kevçîyan fasûlî kir nav kasika li ber xwe û got:
-Kêfa min pir ji fasûlîyan re tê, hûn xwarinê pir xweş çêdikin.

Min temenê wê nepirsî, lê min ew jin bi xwe re bibira gund, ji bavê xwe re bigota bavo ez ê bi vê jinê re bizewicim, ji ber xweşikbûna wê ne bavê min ne jî kesekî din nedigot ev jin bi deh-pazdeh salan ji te mezintir e, tu yê çi bikî ji vê pîrê. Bejinzirav, zerî, xwînşîrîn, seksî û têra xwe hem bi kurmancî, hem jî bi soranî ciwan bû.

Jinên kurd jî ciwan/xweşik in, lê piranî piştî mêr dikin ji çavnebarî û hesûdîya mêrên xwe dev ji ciwanî/xwşikîya xwe berdidin. Mêrên nahêlin jinên wan xweşik bimînin, dilê xwe dibijînin jinên xweşik. Hin jin jî heta zarokan tînin xweşik in. Piştî zarok tînin mirov dibêje qey wan xweşikbûn tenê ji bo bi zilamekî re zarokan çêkin bi kar anîne. Piştî digihin armanca xwe, êdî ciwanî ne li mala wan e.

Xanimê tenê du kevçî fasûlî ji beroşê kir nav kasikê, got ez ji fasûlî hez dikim. Jinên me ji xwarinekê hez bikin, heta wê xwarinê çêdikin beroşa xwarinê tînin nîvîyê.

Li min zivirî got:
-Tama xwarinên we xweş in. Ez ji xwarinê fêm dikim.

Min got:
-Her kes piştî xwarinê tam dike ji xwarinê fêm dike xanima delal.

Got:
-Ez aşpêj im. Restûraneke min a biçûk hebû. Ji ber rewşa koronayê nehêştin restûran vekirî bimînin, min jî restûran girt. Çend meh bûn ez bê kar bûm, ev çar roj in li vir dişixulim.

Min got:
-Bawer dikim tama xwarina ji destê jineke wek te xweşik çêdibe ji tama van xwarinên li fabrîqê bi destê zilaman çêdibin xweştir e.

Got:
-Sipas dikim.

Min got:
-Ez ê jî sipas bikim ku piştî koronayê li restorana te xwarinekê ji destên te bixwim.

Got:
-Hêvîya wê rojê…

Min jî got bi hêvîya wê rojê û min xatir jê xwest û ez ji wir derketim…

Heger mirov bi zimanê hev nezane zimanê xelkê jî xweş e. Lê ne di devê kurd û kurdan de. Zimanê me em in, zimanê xelkê tenê alavek e ji bo mirov karê xwe pê bike.