• Mi. Dez 1st, 2021

Maddeya 140 û bêhelwestîya siyasetmedarên Başûr

VonLotikxane

Feb 20, 2021

Siyaset, birêvebirin û birêkûpêkkirina kar û barên dewletê ye û hişmendîyek taybet jê re dive. Polîtîka jî hemû kiryar û çalakîyên ku ji bo millet û civakê tê kirin e. Siyasetmedarên ku nikaribin xwedî li berjewendîyên welatê xwe derkevin û wan berjewendîyan têxin bin xizmet û desthilatdarîya milletê xwe, bi ser nakevin, têk diçin. Siyasetmedar yan jî desthilatdarên ku ne xwedî feraset û ne bi cesaret bin, nikarin polîtîkayek dirust û rast ji bo civaka xwe bikin. Siyaseta şaş polîtîkayek şaş bi xwe re tine û di encamê de civak û millet jê ne razî dibe û jê dûr dikeve.

Ji rûxandina Saddam Hisên û bi vir de gelek derfet û fersend ketin destên partî û rayedarên Başûrê Kurdistanê. Di dema rûxandina Saddam de Iraq tar û mar bû, derfet û fersenda serxwebûnê ket destê siyasetmedar û rayedarên Başûrê Kurdistanê lê ew fersend bi kar neanîn û ji destê xwe berdan. Li şûna serxwebûnê, dan dû siyaseta demokratîkkirina Iraqê û heta îro jî bi siyaseta demokratîkkirina Iraqê û Hikûmeta Bexdayê ve mijûl in. Her çiqasî bi referandûma serxwebûnê gavek pîroz avêtin jî, dîsa jî dev ji Iraqek yekgirtî û hewla demokratîzekirina wê bernedan. Ev evîn û evîndarîya Kurdên Başûr û Ereban ji ku tê em nizanin, lê Leyla Ereb û Mecnûnê Kurd heta îro negihane encamekê û Erebên Iraqê bi rêya Melayên Tehranê û çîrokên brayetîyê her û her Mecnûnên Kurd dixapînin.

Rayedar û siyasetmedarên Hikûmeta Kurdistanê bi çûn û hatina Bexdayê westîyan, û çi cara ku dicing û tên jî destvala vedigerin û nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji derveyî pirsgirêkên butçeyê, gelek pirsgirêkên din jî hene û yek ji wan jî bêguman maddeya 140 e.

Ji sala 2005an heta îro 16 sal derbas bûn. Iraq û Hikûmeta Bexdayê di vî warî de heta îro jî gavek neavêtiye. Maddeya 140 di sala 2005an de di makzagona Iraqê de bi cîh bû û hat pejirandin. Lê heta îro ne Hikûmeta Bexdayê gav avêtiye, û ne jî rayedarên Hikûmeta Kurdistanê deng ji xwe tine û bi dû nakeve. Di rewşek wisa de bêguman wê axavtinên li ser budçeyê jî ne ciddî û ne pêbawer bin. Ji ber ku li Bexdayê ne Iraq lê Îran û Haşdî Şabiî desthilatdar in. Li gor maddeya 140, divê bajar û bajarokên ku ji Kurdistanê hatibûn cudakirin dîsa bi Kurdistanê bihatina girêdan. Ji derveyî vê, maddeya 140 ji sê xalan pêk tê:

1- Divê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin vegerin Kerkûkê û tazmînat ji wan re bê dan.
2- Divê erebên ku li Kerkpkê hatine bicîhkirin vegerin cihên xwe û ji wan re jî tazmînat bê dan.
3- Piştî vegerê, dive hilbijartin li Kerkûkê bê çêkirin û bipirsin ka ew dixwazin bi Iraqê re bimînin yan vegerin ser erngnîgarîya Kurdistanê.

Berî şerê DAÎŞê, Amerîkîyan ankêtek li nav bajarê Kerkûkê çêkirin ku hîna Kurd venegeriyabûn Kerkûkê. Di ankêtê de ji niştecîyên Kerkûkê ji %53 Kurd derketin û ewên din Tirkmen, Ereb û Asûrî bûn. Ew Erebên ku piştî 1970î anîbûn Kerkûkê jî di nav de. Û heger em qezayên Kerkûkê jî daxil bikin, nifûsa Kurdan ji %70î derbas dibe. Di vir de pir vekirî dixuye ku Kerkûk Kurd e û Kurdistnî ye. Ji ber vê yekê, Hikûmeta Bexdayê û Haşdî Şabiî ya Îranê naxwazin xwe nêzîkî çareserkirina maddeya 140 bikin û heta ji wan tê Kurdan bi pirsgirêkên wek budçeyê mijûl dikin.

Li vir em helwesta Iraq û Hikûmeta Bexdayê fêhm dikin. Lê tiştê em fêhm nakin helwest û bêdengîya rayedarên Hikûmeta Kurdistanê û siyasetmedarên Başûr e. Gava Iraq karê xwe bi cîh neyne û sozên ku dabûn neyne cîh, erk û wezîfeya rayedar û desthilatdarên Bakûrê Kurdistnê ye ku dest bi kar û çalakîyên dîplomasîyê bikin û awira gelemperîya cîhanê ji vê yekê agahdar bikin. Erka wan e ku li paytextên Amerîka, Rûsya, Ewrûpa û welatên din konferansan pêk bînin, cîh li Iraqê teng bikin û wê mecbûr bikin ku sozên xwe bi cîh bîne. Heger Iraq soz û peymanên xwe bi cîh neyne, rê ji Kurdan re vedibe û bi mafdarî derfet û fersendek dikeve destê wan ku carek din encama referandûma serxwebûnê bînin ser masê û doza cudabûn û serxwebûnê li Iraq û hêzên hevpeyman bikin.

Bêdengî û bincilkirina maddeya 140 belkî mafê Iraq û Hikûmeta Bexdayê be, em vê yekê fêhm dikin. Lê bêdengî û sergirtina maddeya 140 ne mafê rayedar û desthilatdarên Kurdistanê ye. Rayedarên Hikûmeta Kurdistanê çima mijara maddeya 140 eşkere nakin û jê direvin birastî cihê pirs û meraqê ye.

Heger bêdengîya we ji bo dilhiştin yan dilmayîna rayedarên Îranê û giringîya yekîtîya xaka Iraqê be, qe nebe ruh û giyanê Mistefa Barzanî di gorê de neêşînin û Kerkûkê bi erzanî ji dest bernedin. Na heger Kerkûk dilê Kurdistanê bû û dilê Kurdistanê ye, li dilê xwe xwedî derkevin, bê deng û bê helwest nemînin.

Peyama Kurd