Sekn û helwesta serek û rêberan

Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...


Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin.
Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin.
Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin.
Lê Stalîn qebûl nake; dibêje nabe ez generalekî bi leşkerekî biguherim;
general general e, leşker leşker e.
Dev li reha dilê xwe dike û guh nade kezeb mezeban.

Serek û rêberên me kurdan çi kirin, çi dikin?
Serek û rêberên xwedêgiravî li ser navê miletê xwe têkoşînê dimeşînin, ne ji bo kezeba xwe, dikarin ji bo qoltixa bin qûna xwe bi qedera miletê xwe bilîzin û dilîzin jî…
Lê divê meriv ûjdanê xwe neavêje û bextê xwe xera neke.
Di dema hilweşandina Mahabadê de derfet heye Qazî Muhamed xwe bide alî û xwe xelas bike.
Berî artêşa farisan bajêr dorpêç bike, dikare bireve, lê nareve; nareve, ji ber ku baş dizane bireve, leşkerên faris ê qul bi qul, mal bi mal lê bigerin û heger wî nebînin jî wê zilm û êşkence û tahdeyeke mezin li miletê wî bikin, loma jî nareve û xwe dide destê leşkerên farisan.

Gotina Dawî
Barê berpirsîyarîya miletekî pir giran e; kesên hesabê vê berpirsîyarîyê nekin, bila xwe nedin bin vî barî…
Û piştî meriv ew bar hilgirt û ket wê rêyê, nabe di nêvîyê rê de meriv wî barî biguhere.
Berî hûn derkevin wê rêyê, hesabê xwe baş bikin.
Yên ketin wê rêyê divê hesabê kezeb mezeban nekin.
Û xwezî bi Qazîyan…

Categories
ArşîvDevliken KelogirîNivîskar
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...
  • Hêlikkoptêr

    Gundê me li ser axa Tetwanê li devereke çiyayî ye. Nêzîkî hezar kîlometreyan ji bajêr dûr e. Heta çil pêncî sal berê jî rêya gund a wesayîtan tune bûye....