Pirsa Kurd û xeta netewî

VonLotikxane

Apr 26, 2021

Dara Bilek

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd piranî di çerçoveyên ideolojik de, tê gotûbêj kirin.. Ji bo vê yekê jî û taybetî, dema çepên Tirk pirsa Kurd şirove dikin, wek ku dilê xwe bi Kurdan bişewitînin û wek ku xêrekê bikin behsa pirsa Kurd dikin. Li Tirkiyê çep, rast, rewşenbîr û kesên ku xwe wek demokrat bi nav dikin, hemû bi piraniyek girsehî di çerçova parastina hîmên dewleta Tirk ve vê pirsê gotûbêj dikin.

Heta gelek ji wan pirsa Kurd wek, “pirsgirêka Rojhilat“ “Pirsgirêka teröre“ “ Li Tirkiyê pirsa demokrasiyê“ û bi awayên cuda bi nav dikin. Gelek caran hinek zanyarên Tirkan heta akademisyen û siyasetmedar jî dikarin bi hêsanî bêjin:“ Gelo çi kêşeya Kurdan li Tirkiyê heye?“ “ Ma hêja Kurd çi dixwazin em tê nagihin“. Bi van gotinên bê wate behsa pirsa Kurd dikin. Bi kurtahî di derbarê pirsa Kurd de, dewletê îdeolojiyek fermî afirandiye û roja cumhuriyet hatî avakirin heta wek îro, ev îdeolojiya dewletê ya fermî tê rêvebirin û Tirk li gora vê îdeolojiya fermî pirsa Kurd dinirxînin.

Siyaseta PKKê ya ku dewletbûna Kurdan red dike û netewetiyê wek paşverûtiyê dibîne, nirxên netewî qebûl nake û li dijê sembolên Kurdistanî- netewî tevdigere û ji bo aliyên siyasîyên Tirkan jî gotûbêjkirina pirsa Kurd hesanîtir dike. Çepên Tirk û aliyên ku pirsa Kurd gotûbêj dikin, gelek caran vê helwesta PKKê dikin sedem û dibêjin“ Kurd bi xwe filan tiştî naxwazin“. Bi vê yeke partiyên Tirkiyê piranî li ser bingehek nijadperestî behsa pirsgirêka Kurdan dikin. Dema li hesabê wan tê hemû Kurdan di kesayeta PKK/HDPê de didin nasandin û li gora vê jî inkara hemû mafên rewa yên Kurdan dikin.

Ji xwe HDP bi xwe jî encama siyaseta PKKê wek koalisyona hinek Kurdan û çepên Tirka ye. Bê guman ev yek helwesta PKKê û çep yan jî “pêşverûyên” Tirkiyê astengek mezin ji tevgera Kurdên ku li ser xeta netewî hewla siyasetê dikin de peyda dike. Kurd gerek bi hestên netewî xwe bi rêxistin bêxin û daxwaziyên Kurdan yên netewî bi zelalî biparêzin, ji hemûyê wêdetir divê mafên dewletbûna Kurdan wek mafek rewa bê dîtin û li gora wê jî siyaset bê kirin. Ev tenê dibe bersiva siyaseta ku mafê Kurdan înkar dike.

Di rastiya xwe de li Bakurê Kurdistanê axavtin gelek hesan e, lê di qada siyasetê de bi hestên netewî tevgerandin gelekî zehmet bûye. Gelek caran kadroyên siyasî bi xwe vê yekê zehmet dikin.Ev ji kesayeta aloz a beşek ji siyasetmedaran derdikeve holê.
Mixabin hinek alî piraniya caran hemû nirxên Kurdayetiyê diparêzin û îdia dikin ku li ser xetek netewî siyasetê dikin. Lê mirov dibîne ku dikarin hemû siyaseta xwe bi carekê de bikin qurbaniya berjewendiyên kesayetîyê. Ew dikarin di cih de pê li hemû nirxên xwe bikin.

Ji bo vê yekê parastina xetek netewî bi siyasetek kesayet û serbilind li bakurê Kurdistanê gelekî zehmet e. Ev zehmetî ji tehrîbatên ku di nava civatê de hatine kirin bi xwe jî derdikeve holê. Ji ber ku encama siyaseta xelet û şerê hatî û tê kirin civata Kurd gelek tahrîb bûye û heta radeyekê nirxên ehlaqî hatine guhertin.
Li Bakurê Kurdistanê gerek ji bo xeta netewî hinek pîvan hebin. Pîvana sereke jî ewe ku gerek xetek kifş di navbera wan aliyên ku dewletbûna Kurdan red dikin de bê danîn.

Her alî yan jî partî dikare ji bo destxistina mafên netewî xwediyê dîtinên cuda bin. Hinek dewletbûnê, hinek federaliyê heta hinek otonomiyê diparêzin. Ji aliyek din ve hinek jî dibêjin ku, gerek Kurd bi xwe çarenûsa xwe bi îradeyek azad û serbixwe diyar bikin. Lê tu alî ji wan dewletbûna Kurdan red nake û li dij nasekine. Tenê PKK û hevalbenrdên PKKê dewletbûna Kurdan qebul nakin.
Her aliyê ku îdîa dike mafên netewî diparêze, mecbûre sinorek bêxe navbera xwe û siyaseta înkara dewletbûnê. Hêz yan jî rêxistina vê yekê neke û di vê derbarê de di helwesta xwe de ne zelal be, bila behsa xeta netewî nekin û bi hemd yan jî bê hemdê xwe dikevin xefka PKKê û ji hestên netewî dûr dikevin. Bila kesek xwe nexapîne.

Mixabin hinek alî behsê nekin jî, HDPê wek nawenda merciyeta “Kurd“ dibinin. Gelek caran dixwazin heyîna xwe bi pêwendiyên HDPê ve pêşve bibin û ji bo vê jî dikevin nava xeletiyan.

Li bakur potansiyelek ku bîr û baweriyên netewî diparêze heye. Hinek bi awayekî di nav rêxistinan de ne û piranî jî bê deng di nava siyaseta dewletê û PKKê de mane asê, kesayeta xwe diparêzin û di vê qonaxê de deng nakin.. Her demê ev insan dikarin rabin ser pê û ji siyasetek netewî re bibin palpiştek girsehî.

RojevaKurd