Bîden heta bi qurmik xiste wan

VonLotikxane

Apr 28, 2021


Dagîrkir û xêrnexwazên milletê Kurd di tirsa xwe re derketin. Çep û rast, oldar û ne oldar, Ermen û kes û dezgehên bi wan ne girêdayî hemiyan pê girt û fesadîya ku digotin ” Kurdan Ermenî qetil kirine” pûç derket.

Serokê sererd û binerd Joe Bîden, qirkirina Ermenan a bi destê Osmanîyan (Tirkan) wek jenosîd qebûl kir û tir ji piçûk û mezinên Osmanîyan berda. Bi salan dewleta Tirk û Ermenistanê jenosîda Ermenan dixistin stuyê Kurdan û xwe ji bin bar derdixistin. Ji ber ku Kurd bê dewlet û bê xwedî ne, dixwestin Kurdan bi qirkirina Ermenan gunehbar bikin û xwe jê bişon. Çep, kominîst û oldarên Kemalîstên Tirk herweha xizmeta dewleta xwe û dewleta Ermenistanê dikirin û sûc û gunehê dewletên xwe dixistin stuyê Kurdên reben. Çep, kominîst û oldarên ku ji nîjadperestên Tirkiyê zêdetir dijminatîya Kurdan dikin, bi lotika Joe Bîden bi xirê min û we girtin û rûreş bûn.

Zêdebûna ser kezebê û rûreşîya herî mezin jî ev e ku hinek Kurdên xwelîser û hinek dezgeh û partîyên ku li ser ked û xwîna Kurdan diçêrin jî xizmeta dewleta Tirk û Ermenistanê dikin û milletê Kurd sûcdar dikin. Joe Bîden bi qebûlkirina jenosîdê ev Kurdên xwelîser jî rûreş kir û tir ji wan berda.

Werhasilî kelam, serokê dinya û axretê Joe Bîden dilê me Kurdên reben piçekî xweş kir û barê me siviktir kir.
Ma çi?
Ma gotinên Joe Bîden.
Joe Bîden berî bibe serokê Amerîkayê, gotibû ku wê emrê wî û Mesûd Barzanî têra dîtina Kurdistana serbixwe bike.
Hêvîdarim Joe Bîden û lotikvanên xwe berî mirinekê xewn û xeyalên Kurdistanek serbixwe xurttir û geştir bikin.