Sloganên pûç û beradayî

VonLotikxane

Apr 28, 2021


Carinan li ser medyaya sosyal ez pêrgî hin sloganên beradayî dibim, dilê min dixele, mahdê min li hev dikeve.
“Jin jîyan azadî!”
“Bijî biratîya gelan!”
“Bê serok jîyan nabe!”
“Bijî berxwedana nizanim çi!..”
“Bijî serhildana nizanim çi!..”
Û ya herî pir bêhna genî û zexelîyê jê tê jî ev e:
“Kurdîya şaş ji tirkîya baş çêtir e!”
Xwe nexapînin!
Baş her baş e, şaş jî her şaş e.
Tirkîya baş jî, erebîya baş jî, farisîya baş jî ji kurdîya şaş çêtir e.
Bi taybetî jî ev slogana pûç û beradayî li ser zimanê kesên ku tir di qûna wan de hew disekine, rûniştîye û vê sloganê ji bêkêrîya xwe re dikin mertal.
Li ser meseleyê heger we bigota, “Ji ber kurdîya xwe ya şaş fedî nekin û ji tirkîya baş bêtir hûn li kurdîya xwe ya şaş xwedî derkevin, bipeyivin, bixwînin, binivîsînin, hewl bidin û hez bikin, kurdîya we ya şaş ê ji tirkîya we ya baş baştir bibe.” wê çaxê me yê hûn danîna ser serê xwe û ji we re li çepikan bixista, lê hûn bi wê slogana pûç û beradayî xwe dixapînin û ne bes e, hûn bi wî aqilê xwe yê ji kîsê xelkê ye hewl didin me jî bixapînin.
Dev ji vê fisgenîtîyê berdin!

Hecî Elî, Hecî Selanîk û Hecî Birhan bira ne.
Mal û milkên wan tev hev in, hîn ji hev cîhê nebûne.
Piştî demekê Hecî Elî û her du bira li hev nakin û her du bira li Hecî Elî dibin yek, para Hecî Elî didinê û pihênekê li qûnê dixin, wî ji xwe cîhê dikin.
Mezelên gund jî di nav perçeyê erd ê para Hecî Elî dikeve de dimîne.
Ji ber ku mezelê gund di nav erdê Hecî Elî de dimîne, Hecî pir aciz dibe.
Dibe wek tivinga dagirtî û xwe dide benda firsendekê.
Ji nişka ve şeytanîyek tê hişê wî. Di dilê xwe de dibêje, “Min di kefenê sed û yek bavên we nîyho!” û dişîne pey birazîyekî xwe.
Birazîyê wî tê li nig wî rûdine; ji birazîyê xwe re dibêje, “Here ji bavê xwe re bibêje, bila were van mirîyên xwe ji nav erdê min derxin, yan na ez ê bi terextorê têkevim nav, seranser bajom, gişî rast bikim û şûna wan jî gêris biçînim.”

Heger rojekê em û her sê birayên xwe yên tirk û ereb û faris ji hev cîhê bibin û mezelên wan li hêla me bimînin, em bi terextoran têkevinê, van mezelan gişan rast bikin û şûna wan xîyaran biçînin.

Birayê Sîno dimire.
Sîno jî yekî piçekî kawik e.
Axir cemeet meytê xwe vedişêre û Mele û cemeet belav dibin.
Destê Sîno ji birayê wî nabe; heta tarî dikeve erdê li ser mezelê birayê xwe dimîne.
Êdî dibe şev û Sîno radibe ser xwe, berê xwe dide malê.
Hîn du sê gav neavêtîye, nigekî wî dikeve çalê û di nav çiravê de asê dimîne.
Dibe hahohaho û warewara Sîno:
“Birayo min berde, birayo! Hela tu çûyî, çûyî, tu çi ji min dixwazî birayoo!”
Ziravê wî diqete, heta panzdeh rojan bi ser hişê xwe ve nayê.

Kurdino!
Li pey “bira”yên xwe nerin û hişê xwe li cem wan nehêlin, an na nigê we yê ji çala gû dernekeve…

Gotina Dawî
Ker ker e, carinan ceh, carinan jî piskewît li ber e!