• Mo. Jun 27th, 2022

Diaspora şexsî yan netewî?

VonLotikxane

Dez 27, 2021
0 0
Read Time:4 Minute, 43 Second

Nûrî Çelîk

Heger em Kurdên li Ewrûpa, Kafkasya, Asya, Amerîka û Amerîka Latînî, Awustralya, Lubnan, Îskandînavya, bajarên Tirkîyê, bajarên Sûrîyê, bajarên Iraq û bajarên Îranê hesab bikin, belkî zêdeyî 20 milyon Kurd li diasporayê dijîn. Pirsgirêk û mijara Kurdên diasporayê ne tenê bi Kurdên ewrûpayê ve, lê bi hemû Kurdên diasporayê ve girêdayî ye. Heger em tenê Kurdên Ewrûpayê baz bigrin û Kurdên din wek Kurdên diasporayê nehesibînin, ji serî de emê xeletîyan bikin û seqet bibin. Karê ku bi seqetî bê destpêkirin jî nîvco ye û wê seqet bimeşe, tu berhem û xêra wî karî li Kurdan nabe.

Birêxistinkirin, yekkirin û komkirina Kurdên diasporayê pêwistîyek girîng e. Avakirina navendek diasporayê bê guman daxwaza her Kurdî ye. Ji ber vê pêwistîyê jî di 2018an de bi beşdarîya heft federasyonan DÎAKURD hat damezirandin û dest bi xebata xwe kir. Dîakurd ji Kurdên her çar-pênc parçeyên Kurdistanê hat damezirandin û di nav de kadirên PDK jî hebûn û hene. Xuyaye damezirandina Dîakurdê li hesab yan xweşîya hinek alîyan neçûye û tirsiyane ku hefsarê Kurdên Ewrûpayê ji destê wan derkeve. Heger ne ji ber vê tirsê be, çima ne Dîakurd lê navendek din!?

Tiştê ku herî zêde em Kurd pê jêhatî û zîrek in, parçekirin û xirabkirin e. Çi cara ku dezgeh, rêxistin yan partîyek ber lingê xwe bibîne û hêvîyekê bide Kurdan, hew we dît dest û tilî xistin bin û ew ji hev tar û mar kirin. Ev bûye nexweşîyek bê derman û ketiye xwîna me. Mixabin di mijara Kurdên diasporayê de jî heman nexweşîyê mejîyê me dagîr kiriye. Di bin vê nexweşîyê de jî bê guman berjewendîyên şexsî, partîtî û klîkên nava partîyan hene. Ne tenê berjewendî, di bin vê nexweşîyê de xwenenasî û tunebûna hestên netewî hene. Heger zanîn, bîrewerî û hestên netewî bi van alîyan re xurt bûya û birastî doza yekîtîya Kurd û Kurdistanê bikirana, wê Kurd ji hev parçe û tar û mar nekirina. Bi ziman herkes netewperest û yekîtîxwaz, lê di praktîkê de mixabin herkes berjewendperest û parçexwaz e.
Bi ser ku Dîakurd hebû û hewl dida bibe navendek Kurdên diasporayê, hinek braderan li ser navê Serok Barzanî rabûn dest bi avakirina navendek din, Navenda Revenda Kurd ( Kurdish Diaspora Center) kirin û mixabin Kurdên diasporayê dîsa parçe kirin. Çima? Gelo Dîakurd ne bes bû? Çima ne navendek lê du navend? Belkî sibê dusibe navendek din jî çêbibe, belkî îcar her partî rabe û navenda xwe çêke. Ma ev e yekkirin û yekrêzîya Kurdên diasporayê? Ev e hest û hizrên netewparêzî? Heger mesele ne berjewendîyên şexsî, klîktî yan partîtî be, naxwe çiye?

Kongreya Navenda Revenda Kurd di 04-05.12.20021an de bi beşdarbûna Serok Barzanî li Hewlêrê hat li dar xistin. Mêguman gelek nîqaş li ser vê kongreyê hatin û tên kirin. Çima dezgehek ku xwedêgiravî xwe wek nûnerê Kurdên diasporayê dibîne kongreya xwe ne li diasporayê lê li Hewlêrê çêdike? Çima tenê çend Kurdên ku heta îro ji xirabkirinê pêve tu fêda wan li Kurdan nebûye wek nûner birine Hewlêrê? Çima ji partîyên her çar parçeyên Kurdistanê nûner nehatine hilbijartin? Ji 20 milyon Kurdên diasporayê çima çend kesên ku di siyasetê de têk çûne bûne nûner? Çend akademîsyen û dîplomat, çend lêkolîner, zimanzan û rewşenbîr, çend profesor û zanyarên ku di qada navnetewî de karin temsîla Kurdan bikin wek nûner hatine hilbijartin? Û bi dehan pirsên din. Ev tev nakokî ne û ev nakokî didin xuyakirin ku Navenda Revenda Kurd ne navendek netewî ye, navendek şexsî ye û hinek kes û alî dixwazin Serok Barzanî ji xwe re bikin mertal û li ser navê wî çend salên din pê nanê xwe bixwin.

Xebat û serketina Kurdên diasporayê bi kes û siyasetmedarên ku pûç bûne û êdî di civaka Kurd de tu qedr û qîmetê wan nemaye, bi ser nakeve. Ji birêxistin û yekîtîya Kurdên diasporayê zêdetir ji Kurdan re lobî û dîplomasî pêwîst e. Lobî û dîplomasî jî karê akademîsyen, dîplomat, zanyar û rewşenbîrên welatperwer û serbixwe ye. Karê kes û şexsîyetên bîrewer û pêbawer e. Ne karê mîlîtan û kadirên partîyan e. Ne karê alîgirên partîya A û B ye. Karê lobî û dîplomasîya diasporayê karê dem û dezgehên serbixwe ye û divê ev dem û dezgeh nebin goka nav lingên partîyan. Dem û dezgehên ku di bin sîya partîyan û bi wesayeta wê karê diasporayê bike wê temenê wê kurt be û ji ziyanê pêve nade doza milletê Kurd. Li diasporayê bi sedan keç û xortên xwenda, şareza, zimanzan, wekîl û akademîsyenên ku di nav dem û dezgehên Ewrûpî de dixebitin û dikarin di nav civaka Ewrûpî de dost û piştgirîyê ji Kurd û Kurdistanê re peyda bikin, hene. Siyasetmedarên 60, 70, 80 salî êdî nikarin bersiva nifşê nû û bersiva karê lobî û dîplomasîya Kurd bidin. Ji xwe ev xal bi serê xwe nakokîyek mezin e, şermezarî ye.

Di dawîyê de dixwazim bêjim ku bi parçebûnê, bi parçekirinê, bi berjewendîyên şexsî û partîtîyê ne Kurdên Kurdistanê bi ser dikevin, ne jî Kurdên diasporayê. Li gor min pirsgirêk û nakokîyek din, belkî jî a sereke, helwesta Serok Barzanî ye. Em tev dizanin ku Serok Barzanî kesayetek mitewazî, nefspiçûk û dilnerm e. Naxwaze dilê kesekî bihêle, silava kesekî paşde venagerîne. Ev mitewazîtî û dilnermî ji gelek kesan re dibe mertal û gelek kes vê yekê ji xwe re bi kar tîne. Xebat û siyaseta ku Serok Barzanî ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne, ji bo Kurdan felaketek mezin e. Hem ziyanê dide xebata yekîtîya dezgeh û partîyên Kurd, hem jî dibe sedema bikaranîn û piçûkxistina kesayetîya Serok Barzanî.
Bi hêvîya ku dem û dezgehên Kurdên diasporayê di bin yek navî û yek sîwanê de bibin yek..
Heger nebin yek, ewê têk biçin yek bi yek!

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %