Hest û îrade

Hest û îrade

Nûrî Çelîk

Hest û îrada netewî fikir û biryara serbixwe û xwebirêvebirina insên e. Çi kesayet, çi partî, çi jî dewlet, gava xwedîyê hest û îradeyek azad û serbixwe be, dikare biryarên serbixwe bide û xwe bi rê ve bibe. Îrade, asta herî bilind a xwestek, fikir û biryardanê ye. Bi gotinek din, di her warî de fikir, pîvan û mêzîna biryar û tevgera insên e. Kesên ku xwedîyê hest û îradeyek azad bin, dikarin rastî û şaşîyan ji hev veqetînin, dikarin bi hiş û helwestek zelal xwe kontrol bikin û biryarên xwe bidin.

Îrade hem erênî û hem neyînî ye, û her du jî li gor xurtî û qewînîya hestên merov e. Kesên ku îrada wan jar û zeîf in biryarên şaş didin û zû radest dibin. Kesên xwedî îradeyek xurt û qewîn bin jî biryarên aqlêselîm didin, li ber xwe didin û zû bi zû xwe radestî zilm û zor û zehmetîyan nakin. Yanî, îradeya jar serê xwe li ber her biryar û kiryara ku zêdeyî qiweta wî be ditewîne, teslîm dibe. Û îrada azad jî di her halûkarê de biryarên serbixwe dide, hestên xwe dixe bin kontrolê û li ber xwe dide.

Gava em li dîroka serhildan û pêşewayên wan serhildanan dinerin (PKK ne tê de), em dibînin ku serwerên wan serhildanan bi hest û îradeyek azad dest bi şoreşê kirine. Bêyî ku îradeya xwe radestî dijmin bikin, bêyî ku di bin bandora alîyekî de bimînin yan bi xwestek û destûra dijminekî dest bi şoreşê nekirine. Bi hest û îradeyek azad, ango bi hest, bîr û îradeyek netewî serî hildane, mirina xwe dane ber çavê xwe û dîsa jî îrada xwe radestî dijmin nekirine. Yanî, siyaset û şerekî bi wesayet û îcazet nekirine. Evê hest û îradeya xurt hiştiye ku Kurd li ser lingan bimînin û ji dîrokê winda nebin.

Xurtbûn û qelsbûna hest û îradeyê ji perwerdeya zaroktîyê dest pê dike û bi xwedîlêderketina ziman, çand û dîrokê gurtir dibe. Perwerde ne tenê bi dibistanên dijmin û bi perwerdeya sazîyên dijmin ruhîyet û kesayeta meriv dineqişîne. Partî û sazîyên siyasî jî di pêşketin yan paşketina hest û îradeya meriv de rolek mezin dilîzin, bandorek mezin li kesayeta meriv dikin. Civaka ku polîtîze bûbe yan serê xwe piçekî bi siyasetê bêşîne, parek mezin ji hest, îrade û kesayetîya xwe ji partî û dezgeha ku alîgirê wê ye yan pê ve girêdayî ye, distîne. Partî yan dezgehên ku doza milletekî dikin, baş yan xirab, rast yan şaş, bandorek mezin li ser guhertina hest û îradeya civakê dikin. Heger rê û siyaseta ku daye ber xwe şaş be berê civakê dide rêşa şaş, û heger rê û siyaseta ku daye ber xwe rast û dirust be, civak jî xwe li gor wê dihûne.

Mixabin, îro li Bakurê Kurdistanê ew hest û îradeya ku milletê Kurd li ser lingan hiştibû û kesayetîya Kurdperwerîyê di bedena wî de meyandibû, têk çûye, têk birine. Hem dewletê hem jî PKK bi plan û projeyên dûvdirêj ji bo şikandin û têkbirina hest û îradeya millet Kurd xebitîne, dixebitin û rewşa ku îro Kurdên Bakur tê de ne her tiştî radixe ber çavên me. Ew hest û îradeya ku Kurdên Bakur li ser lingan hiştibû û ruhê Kurdayetî û Kurdistanîbûnê di mejîyê wan de meyandibû, nemaye û nehiştine. Hest û îradeyek Tirkbûn û Tirkayetîyê bi wan re çêkirine û cihê daxê ye ku dewletê ev malkambaxî dîsa bi destê kesayet, partî û dezgehên Kurd (!) bi serê Kurdan de anîye. Heger em siyaseta dewletê û PKK deynin alîyekî, tevger, dezgeh û partîyên ku îro doza Kurdistanê dikin jî par û nesîbê xwe ji siyaseta dewletê û PKK stendine û beşekî mezin ji hest û îradeya xwe ya azad winda kirine. Di bin bandora siyaseta manîpulekirî ya dewlet û PKK de mane û siyasetek bi hest û îradeyek azad nameşînin. Bi vê rewşa xwe ya îro hemû partîyên heyî, bi siyaseta xwe, bi bêdengî, xemsarî û sersarîya xwe xizmetê ji siyaseta dewletê û PKK re dikin. Sebebek ji sebebên hêvîşikestin, têkçûn û têkbirina hest û îrada Kurdên Bakur jî helwesta van partîyên derveyî PKK ye. Çunkî; bêdengî, xemsarî, sersarî û bêhelwestî şirîkatîya sûnc û gunehên dewletê û PKK bi xwe ye. Ev jî dide xuyakirin ku kesayet, tevger û partîyên me yên siyasî jî bi qasî civaka Kurd ji hest û îrada xwe ya azad dûr ketine. Dûrketina ji hest û îrada azad jî bêguman dûrketin û têkçûna hest û nirxên Kurdeyatîyê ye.

About Author