Nûrî Çelîk
Pêşewa Qazî Mihemed digot Kurdistan ne çar e, yek welat e û 2×2=1 e. Lê mixabin.rewş, hest û helwestên partîyên me dûrî rastîyê û li dijî hestên Pêşewa Qadî Mihemed û Serok Mistefa Barzanî ne. Her çiqasî em dibêjin Kurd yek millet û Kurdistan yek welat e jî, di rastîyê de em henekê xwe bi xwe dikin û hevdu dixapînin. Di kar û jiyana rasteqîn de em li dijî gotinên xwe derdikevin û giyanê şehîdên ku ji bo yek millet û yek welatî can dane di gorê de dêşînin.
Li gor ku Kurd yek millet û Kurdistan jî yek welat e, helbet Kurd jî brayên hev û partîyên wan jî partîyên bra ne û divê wilo be jî. Di her şert û mercî de, şert û şirûtên cîhanê çawa dibin bela bibin, rê bidin yan rê nedin, divê Kurd û partîyên wan yên her çar parçeyan bi hest û helwestek netewî li hev xwedî derkevin û hevdu bi tenê nehêlin. Ji ber êrîşên dewletên dagîrker rasterast nikaribin alîkarîya hevdu bikin jî, bi kêmasî divê di kongre yan konferansên xwe de behsa hebûna Kurdên parçeyên din bikin û silavekê ji wan re bişînin. Ev heq û hiqûqê brayetîyê ye, rêz e, piştgirî ye.
Her çiqasî milletê Kurd û welatê wî di nav çar dagîrkerên hov de hatibin dabeşkirin jî, erka her Kurdê welatperwer û zikêş e ew e ku li gor hêz û derfetên xwe piştgirîya brayên xwe yên parçeyên din bikin. Bi kêmasî karin di kongre û konferansên xwe de, di qada navnetewî de, behsa hebûna Kurdên parçeyên din bikin û zilm û zora ku li wan tên kirin bi çend gotinan be jî bînin ser zimên. Di vê derbarê de piranîya rêxistin û partîyên Bakur,Rojava û Rojhilatê Kurdistanê vê erka xwe tînin cîh. Çi di kongre û konferansên xwe de bin, çi di civîn û xwepêşandanên giştî de bin, behsa rewşa Kurdên parçeyên din dikin û piştgirîya xwe nîşan didin û brayên xwe bi tenê nahêlin. Bi taybet Kurdên Bakur û partîyên wan (PKK ne tê de) di vê derbarê de erkên xwe tînin cîh û li gor derfetên xwe, kêm yan zêde, xwedî li parçeyên din derdikevin û partîyên ku bi giştî doza heq û hiqûqê milletê Kurd dikin, wek partîyên bra dibînin. Bi taybet di derbarê Başûr, PDK û Barzanîyan de Kurdên Bakur texsîr nekirine û ji salên 60î heta îro piştgirî dane wan û di kesayetîya PDK û Barzanîyan de xwedî li şoreş û destketinên Başûr derketine. Hem di kongre û konferansên xwe de, hem jî di çalakîyên giştî û di qada navnetewî de, behsa wan kirine û piştgirî dane têkoşîna wan. Wek Kurdên Bakur me ev yek wek erkek netewî, Kurdistanî û wek heq û hiqûqek brayetîyê qebûl kiriye û li gor derfet û mecalên xwe em erka xwe tînin cîh. Lê heyf û mixabin, PDK jî di nav de, em vê hest û helwestê di piranîya partîyên Başûr de nabînin. Di derbarê xebat û têkoşîna beş û parçeyên din yên Kurdistanê de tu piştgirîyek berbiçav naxuye. Mixabin di kongreya PDK a 14an de ev yek carek din zelal û eşkere bû.
Wek tê zanîn, kongreya 14. a PDK di 03.11.2022an de li Duhokê çêbû. Helbet kêfa me hat û em pê serbilind jî bûn. Bi taybet hilbijartina kek Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan cihê rêz û şanazîyê ye. Ev mijarek din e. Mebesta me behskirin û behsnekirina rewşa Kurdên parçeyên din û bikaranîna zimanekî xumamî û sergirtî ye.
Di biryarên kongrê de zimanekî sergirtî hatiye bikaranîn. Yên ku biryaran bixwînin wê bêjin qey biryar hemû li ser Kurdên Başûr û partîyên wan hatine girtin. Biryar wek lastîkê ne, herkes dikare bi alîyê xwe de bikşîne û li gor xwe şirove bike. Yanî, di derbarê Kurdên parçeyên din û partîyên wan de tu gotinek zelal tune. Gelek caran tîpek yan gotinek jî dikare wate û naveroka biryaran biguhere. Gava tu sergirtî û bi giştî behsa milletê Kurd bikî û ji ber têkilîyên bi dewletên cîran re newêribî bi zelalî behsa Kurdên parçeyên din bikî, helbet wê Kurd nîgeran û dilmayî bimînin, wê ji wan biryaran ne razî bin û xwe wek parçeyek ji wê kongreyê nebînin. Biryarên hikûmetek fermî tiştek e, yên partîyek Kurdistanî tiştek e. Ji ber têkilîyên bi dewletên cîran re, ji bo dîplomasî û ji ber rewşa zîz a îro belkî mafê hikûmetek fermî hebe ku behsa parçeyên din yên Kurdistanê neke yan jî bi sergirtî bike. Lê partîyek niştimanî be û xwedîyê têkoşîn û dîrokek Kurdistanî be, nikare çavên xwe ji rewşa Kurdên parçeyên din re bigre û wan tune bihesibîne. Li şûna gotin û biryarên girover û şahîk, bi kêmasî we gotina „Kurdên parçeyên din“ binivîsanda, wê naveroka biryaran bi zelalî bihata fêhmkirin û meyê jî hebûna xwe di wan biryaran de bidîta. Lê mixabin nebû. Me heq û hiqûqê brayetî ye, yê Kurdistanîbûnê, yê piştgirîyê di wan biryaran de nedît.
Bakêş e, di vê kongreyê de PDK logoya xwe guhert. Çar çiyayên Kurdistanê û Teyrê Baz di logoya xwe de bi cîh kir. Helbet ev cihê kêfxweşîyê ye. Lê gava gotin û kirin, gotin û pratîk dûrî hev bin, tu wateya sembol û nîşanan namîne. Dibêjin „ Kirin mirêka (neynina) gotinê ye“. Yan jî, pratîk neynika teorîyê ye. Gava gotin û kirin, teorî û pratîk hevdu temam nekin, encam husran e.
Bi vê minasebetê ez kongreya 14. a PDK pîroz dikim û serketinê ji wan re dixwazim.
Zêdetir
Dîrok xwe dubare nake, bi destê desthilatdaran tê dubarekirin
Hest û îrade
Medya, propaganda û rewşa hêzên Bakur