Hesen Keleş
Em ji teq û req û ji teşqela hilbijartina Amerîkayê xelas bûn. Di berberî û pêşbirka hilbijartinê de Dîko (Donald Trump) namzetê Komarîyan û Mirîşkê (Kamala Harrîs) jî namzeta Demokratan bû. Ji xwe ev her du partî ne. Bi salan e çarenûsa Amerîka û dinyayê bi destên Komarî û Demokratan tê neqişkirin.
Demokrat ji Mirîşka xwe Kamala Harrîs bi hêvî bûn ku wan dîsa bike desthilatdar û hikimdarên dinyayê. Lê Dîkê Komarîyan bi nikilan li nav serê Mirîşka Demokratan xist û ew da alîyekî. Dîkê me Donald Trump bû serokê 47 emîn ê Amerîka û Dinyayê û niha şûr porê wî (ji ber bê simbêl e) nabire.
Dîkoyê ku xwedîyê milyar dolaran e, piştî vî temenî wê çi xêrê bi Amerîka û dinyayê bike em nizanin. Lê xuyaye wek John Bîdenê perçiqî ew jî dixwaze di talîya temenê xwe de navê serokatîyê bi dû xwe bixe û di Qesra Spî de kêfa li ser kêfê bike.
Ê de li mala xwe rûnê û dolarên xwe bixwe oxlim, tu bibî serokê Amerîka û Dinyayê çi ye û tu nebî çi ye. Wê çi li te zêde bibe Dîko!
New York
Gelo wê Barzanî dîsa têkevin xefika Ocalan?
Go kûçik bû hevalê gur, xêra pez namîne
Şam şekir e, welat şîrîntir e