Kevîn Kurdson
Belê, hilbijartina ji bo Serokatîya Amerîkayê xelas bû, dawet ferikî û berbûk hetikî. Yanî, Komarî bi ser ketin û Demokratan pê girt.
Mêrê bi sed mêrî Donald Trump (Dîko) ji 501 dengên senatyê zêdeyî 277an bi dest xist û tir ji namzeta Demokratan Kamala Harrîs berda. Xanima germik û nermik Kamala Harrîs nikarîbû taca serokatîyê deyne ser serê Demokratan û bi yekê re em ji John Bîdenê xerabe û jihevdeketî jî xelas bûn.
Her çiqasî Donald Trump (Dîko) wek zilamekî teradînî û evîndarê dolaran tê naskirin jî, wê bandorek çawa li siyaseta Amerîkayê bike ne kifş e, hê zû ye. Heger wek ku digot leşkirên xwe ji Iraq û Sûrîyê bikşîne, belkî serê Kurdan li kevir bikeve û sewsî (gêj)bibin. Na heger nekşîne û bi berdewamî piştgirîya Kurdan bike (helbet ji bo berjewendîyên xwe) belkî di çend salên bê de Kurd hinekî biaqiltir bibin û yekrêzîya xwe xurttir bikin.
Helbet sînor ji Donald Trump re jî hene. Gotina dawîn a Dewleta Kûr a Amerîkayê û Pentagonê ye. Yanî, dînîtîya Dîko jî heta bi cîhekî ye.
Werhasilî kelam, Dîko serokatî qezenc kir û bû Serokê Dinyayê. Her çiqasî Serokê Dinyayê û Nîvserokê Dinyayê (Pûtîn) nêzîkî hev bin jî, wê di pêşerojê de çi lotikan li hev bixin emê bibînin.
Lê ya herî xweştir çi bû hûn zanin?
Mêr, Jîyan, Azadî bû!
Heger Kamala Harrîs qezenc bikira û bibûya Seroka Amerîkayê, em ji devê hevallerên Apocî xelas nedibûn û wê bi slogana „Jin, Jîyan, Azadî“ serê me bixwarana. Jin, Jîyan, Azadî ya ku tenê di nav Kurdên xwelîser de heye û dixwazin bi vê sloganê doza Kurd û Kurdistanê daxin asta mafê jinê, bi salan e keç û jinên Kurd ji rê derxistin û malbat û civaka Kurd tar û mar kir. Lê şikir ji xwedê re ku Dîko bû serok û Mêr, Jîyan, Azadî bi ser ket…
Waşîngton
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt