Pîrkemal
Em Kurd bûne wek goka nav lingê Maradona, Ronaldo û Messî, heçê tê pêhnekê li me dixe û li me siwaar dibe. Kurdên ku milletekî qedîm û resen e û dê û bavîtî ji milletên dinyayê re kiriye, îro koletîya xelkê dikin û hefsarê xelkên biyanî dixin stuyê xwe. Nizanim ne ji nezanîya me ye, ne jî ehmeqîya me ye, ne jî ji xwelîserîya me ye. Tiştê ez zanim heta em ev xwelîser û xeşîmên êqil bin, wê hê qelek bahoz û tofan li serê me rabim.
Ev 40 sal in em Kurdên Bakur bi qeyûman tên birêvebirin. Tirk û Ereb, çep û Alewîyên Kemalîst bûne serok û rêberên me û li ser ked û xwîna me dijîn. Doh jî wilo bû, îro jî heman tirşik û şorbe ye. Wê Kurd kedê bidin, xwînê bidin, bên kujtin, bên girtin, û wê Tirk û Ereb bi paraşûtê dakevin û bibin serokên me. Ev qeyûmên ku bi navê bratîya xelk û ummetê û ji alî dewletê ve dibin serok û rêberên me, Kurdan wek pez û garana gund bi kar tînin, hem şivantî û hem jî gavantîyê dikin. Ji ber ku em Kurd jî ji şivantî û gavantîya xelkê hez dikin û qîma xwe pê tînin, berê me bidin ku, me di lat û zinaran werkin jî em dengê xwe nakin.
Axir..
Yek ji wan qeyûmên ku bi paraşûtê danîne ser sere Kurdan jî Hevseroka DEMê û Ereba bajarê Hatayê Tulay Hatimogullari ye. Wek Ertugrul Kurkçu, S. S. Onder, Sezaî Temellî û bi sedan kesên ku bav û bavpîrên wan Kurd qetil kirine, îro serkêşîya me Kurdên xwelîser dikin û şivantîyê ji me re dikin. Evên ku bi navê çepîtî û bratîya Kurd û Tirkan hefsarê Kemalîzmê dixin stuyê me, êdî pêwistîyê bi veşartin û sergirtina hest û helwesta xwe, hişmendî û armanca xwe nabînin, di bin perda siyasetê de rasterast neyartîya ku bi Kurdan re dikin dibêjin û eşkere dikin. Lê xwelîserên me dîsa jî fêhm nakin û wek kerîyên pez didin dû wan û ji wan re li çepikan dixin.
Piştî ku dewletê qeyûm danîn ser şaredarîyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetê, yanî, li şûna qeyûmên PKK qeyûmên xwe danîn ser şaredarîyê, serok û girgirekên DEMê wek her care û bi heman şanoyê rabûn ser tapanan û dest bi lotikan kirin. Ev şanoya ku 20-30 sal in dubare, sêbare û çarbare tê kirin, îro jî bi heman armancê tê lîztin û pelûl dîsa bi serê Kurdan de dirije. Ev serok û rêberên ku newêrin yan naxwazin zarokekî xwe derxin kuçe û kolanan, dîsa dixwazin zarokên Kurdên reben û xwelîser di kuçe û kolanan de ji berjewendîyên xwe û dewletê re bikin goştê ser savarê, yan wan bidin girtin, yan bidin kujtin, yan berê wan bidin çiyê, yan jî wan terk û dinya bikin.
Qeyûma DEMê Tulay Hatimogullari, li Mêrdînê, ji bo şermezarkirina danîna qeyûman axavtinek balkêş kir û carek din eşkere kir ku ew qeyûma dewletê ye û ne jib o xêra Kurdan bûye hevserok.
Hatimogullari çi got hûn zanin?
Got:
“AKP û MHP ne partiyên Tirk in; Ev partîyên hizbî ne. Astengîya herî mezin a li pêşîya Tirkîyeyîbûnê tifaqa AKP û MHP ye. Divê bi vî awayî bê zanîn“.
We fêhm kir bê dibê çi ne?
Yanî dibêje, “AKP û MHP (Erdogan û Bahçelî) ji me re dibin asteng û nahêlin ku em Kurdan bi Tirkîyê ve pîne bikin, nahêlin em wan bikin Tirk û Tirkîyeyî“.
Helbet xanimê Ereb rast dibêje. Ji xwe erk û armanca hemû qeyûmên ku tên ser serê Kurdan ev e, Tirk û Tirkîyeyîkirina Kurdan.
Lê ne sûc û gunehê van qeyûman e. Wek min li jor jî got, heta em ev xwelîser û ehmeq bin, heta em ev pez û garan bin, wê hê gelek qerase têkevin me wesselam…
Mêrdîn


Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane