Sîmon Kurdo
Xwedayê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahû carekê gotibû “ Destê hemû dewletên misilman di xwîna Kurdan de heye, ji xeynî misilmanan kesî Kurd nekujtine“ û mîrkutek li nav serê misilman û dewletên misilman xistibû. Ji xeynî Netanyahû gelek wezîrên Îsraîlê jî behsa Kurdan û dewletbûna wan kiribûn û îro jî dikin. Ev yek jî dagîrkerên Kurdistanê û bi taybet jî dewleta Rûmîyan ditirsîne û Rûmî dixwazin wek gelek caran Kurdan ji plan û projeyên Amerîka û Îsraîlê dûr bixin, bi çend gotinên girover xapînok yên wek bratîya ummetê Kurdan dîsa ji xwe re bikin leşkirên mirinê.
Axir, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê û gunikreş Gideon Saar, di axavtina xwe ya di merasîma radestkirinê de lotikek qerase avêt û li ser peywendiyên civata Kurd û Durzîyan a bi Îsraîlê re peyivî.
Wezîrê Derve yê Îsraîl Gideon Saar, anî zimên ku li Rojhilata Navîn divê Îsraîl bi civaka Kurd û Durzîyan re di nava tifaqê de bin û got: „Miletê Kurd yek ji wan neteweyên mezin e ku ne xwedîyê serxwebûna siyasî ne. Kurd li Îran û Tirkîyê di bin zextê de ne. Pêwîste Îsraîl bi wan re danûstandinê bike û têkilîyên xwe xurt bike“.
Saar diyar kir ku ev têkilî hem ji alî siyasî hem jî ji alî ewlekarîyê girîng in û carek din da zanîn ku Kurd ne xwedîyê serxwebûnek siyasî (Kurdistanek serbixwe) ne û serxwebûnek siyasî ji Kurdan re pêwîst e.
Saar bi vê lotika xwe carek din tir ji misilman û dewletên misilman berda û nîşan da ku li Rojhilata Navîn ji Îsraîlê pê ve kesekî ku xêra Kurdan dixwaze tuneye.
Bi vê lotika xwe Gideon Saar, 72 horîyên ku li axretê misilman li ser wan hevdu dikujin û dikutin hev, ji destê wan derxist û kir nesîbê xwe.
Ê de xwedê xêra te qebûn bike û bi ser 72 horîyan de xwedê horîyên 60 welatên misilman jî bike nesîbê te rebbî…
Telavîv
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt