Cemîl Cewher
Piştî ku Donald Trump wek 47. Serokê Amerîkayê hat hilbijartin (yan jî Dewleta Kûr a Amerîkayê ew anî serî), hinek kêfxweş bûn û gelek jî dest bi kirina hêkên hesinî kirin. Bi taybet Tirk û desthilatdarên Hikûmeta Tirkîyê gêj û sewsî bûn û ji tirsa qûna xwe hew zanin çi bikin.
Tirkan bahwer dikir ku Trump dost û hevalbendê wan e û wê siyasetek li dijî Kurdan bimeşîne. Bi taybet bahwer dikirin ku wê Trump leşkirên xwe ji Rojava bikşîne, Kurdan bi tenê bihêle û rê ji êrîş û dagîrkirina Tirkîyê re veke. Lê piştî ku hêdî hêdî kabîne û rêvebirên siyaseta Trump (siyaseta nû ya Amerîkayê) zelal bû û dibe, wek ku Tirk ji kerê de bikevin xeyalşikestî bûne û hêkên hesinî dikin. Ji rêvebir û siyasetmedarên wan bigirin heta bi bêjer û nivîskarên wan ketine qelaqê û agir bi dawa wan ketiye. Bi taybet piştî ku Trump çend alîgir û dostên Kurdan xistin kabîneya xwe û erkên pir girîng dan wan, Tirk yekcar ji qidûm ketin û xwêsîya wan di qirika wan de ma.
Donald Trump (Dîko), Mîchael Waltz wek Şêwirmendê ewlekarîya Netewî erkdar kir. Waltz di demên borî de jî piştgirî dida Kurdan û Kurd wek hevpeymanên Amerîkayê didît.
Marco Rûbîo bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê. Marco dostekî Kurdan e û bi taybet navbera wî û Rêvebirên Herêma Kurdistanê pir xweş e.
Elîse Stefanîk bû Balyoza Amerîka ya Yekîtîya Milletan û ew jî dosta Kurdan e.
Tulsî Gabbart wek Dîrektora Îstîxbarata Netewî (ku ji 18 dezgehên îxtîxbaratê pêk tê) hatiye destnîşankirin. Gabbart hem dosta Kurdan û hem jî wek neyara Erdogan tê naskirin.
Evê yekê agir bi dawa Tirkan xistiye û wek mirîşka gêj li wan anîye. Yek ji sedema ku neyarê Kurd û Serokê MHP Devlet Bahçelî destê dostanîyê dirêjî Ocalan kir û ew vexwend meclîsa Tirkîyê, ev e, ev tirs e. Bi taybet tirsa ku Rojava jî wek Başûr bibe federasyon û di pêşerojê de jî hîmên Kurdistanek yekgirtî û serbixwe bê avêtin.
Ez serê we neêşînim, Trump ê ku jê re “Trumpê tiredînî” dihat gotin, bi kabîneya xwe ya nû ji niha de tir ji gelekan berdaye. Ji alîyê din kabîneya Serok Dîko kêfa me Kurdan tine û em hêvî dikin ku dostên Kurdan ên di kabîneyê de me li hember gur û keftaran bi tenê nehêlin û li Kurdan xwedî derkevin. Helbet ev jî girêdayî Kurdan û hest û helwesta wan e. Heger Kurd dîsa nokertîya dagîrkerên xwe û neyartîya Amerîka û Îsraîlê bikin, ji xwe wê pê bigirin û li qûnê rûnên, wê çend tiştik ş miştikên ku bi dest xistine jî winda bikin. Na heger bibin hevkar û hevpeymanên Amerîka û Îsraîlê, wê çend destkeftîyên din li destkeftîyên xwe zêde bikin û simbêlê xwe ba bidin.
Ê de xwedê kerîm û rehîm e û her tişt di destê Dîko û Amerîkayê de ye wesselam..
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt