Bayramê me xwe ji şerê dîplomasîyê re amade kir

Pîrkemal

Kurdistan welatê her Kurdî ye, doza azadîya miletê Kurd jî erkê her partî û rêxistinê ye. Rêxistin yan partîyek bi serê xwe nikare barê milet û welatekî bide ser pişta xwe û ji bin rabe. Barê Kurd û Kurdistanê barekî giran e û divê her partî li gor hêz û derfeta xwe destê xwe têxe bin kevir.

Serokê PSKê kekê me Bayram Bozyel hevpeyvînek bi Rûdawê re kir û çend lotikên ademî avêtin. Bozyelê ku wek gelek welatperwerên Kurd di ber vê doza pîroz de bedelên mezin daye û cefakarekî vê doze ye, anî zimên û got : “Em dixwazin xwe li gor pêvajoya nû amade bikin“ û pê de çû.

Bayramê me behsa pêvajoya çareserîyê kir û anî zimên ku „serketina pêvajoya çareserîya pirsa Kurd bi mixalefetê ve jî girêdayî ye û dixuye ku piştî MHP CHP jî dixwaze di vê pêvajoyê de cîh bigire“.

Bayramê me dîsa anî zimên ku „halîhazir dewleta Romê heta niha nebûye dewleta Kurdan, ji bo Kurd xwe xwedîyê dewletê bibînin divê lotikvanên dewleta Romê stuyê xwe bişkînin û hinek guhertinan bikin“ filan û bêvan.

Axir, kekê me Bozyel behsa gelek tiştan kir, gelek tiştên xweş û germik û nermik anîn zimên.

Bozyelê me bi berdewamî got: „Bi allahwekîl, bi şeş telaqên jinberdanê, ji alîyê Tirkîyê ve piştgirîyek mezin ji pêvajoyê re heye. AK Partî vê xebatê bi rê ve dibe. MHP a ku berî 10 salan li dijî vê mijarê derdiket, niha tifa xwe alastiye û hevparê vê pêvajoyê ye. Heger îradeyek baş hebe, ji 10 salên berê derfetên baştir ji bo çareserîyê baştir hene “ û germ bû.

Bayramê me ji bo Kurd xwe wek xwedîyê dewletê bibînin çend nimûne û gavên ku bên avêtin pêşkêş kir. Bozyel behsa pêwistîya perwerdehîya bi zimanê Kurdî, vegerandina navên gund, bajar çem û rûbarên Kurdistanê, eşkerekirina gorên rêberên Kurd, tayînkirina qeyûman, rêvebiriya herêmî (xweserî yan federasyon) û wekî din kir.

Bozyel tiştek din ji devê xwe revand û got: „Ji bo destpêkê, ji bo seferberkirina raya giştî, divê hûn muxatabê xwe berdin û bihêlin ku ew biaxivin“.
Gelo Bozyel bi gotina „muxatab“ sergirtî behsa Ocalan û Demîrtaş dike û wan wek muxatab dibîne nizanim. Lê bibîne jî ne qebhet e, ji ber îro di qadê de yên girtî ew in, yên kujtî ew in, yên kedê didin ew in, yanî PKK û DEM e. Û helbet daxwazên ne li gor dilê me bikin yan nekin jî, dîsa muxatab ew in.
Ez serê we neêşînim, Bayramê me gotinên xwe yên herî xweş hiştin talîya hevpeyvînê.

Bozyelê me mizgînîya xêrê da Kurdan û got: „Em jî dixwazin xwe li gor pêvajoyê amade bikin. Bi xêr û selamet meha bê emê bi partî, komele, sazîyên sivîl û kesayetên Kurd re bên cem hev û dest bi lotikan bikin. Hem li ser vê pêvajoyê hem jî li ser makqanûnê emê nêrînên xwe ji raya giştî re ragihînin. Emê daxwazên xwe pêşkêşî muxalefet û hikûmetê bikin. Emê bername û daxwazên xwe pêşkêşî alîyên peywendîdar bikin. Emê bi DYA, Yekîtiya Ewropa û Îngilîztanê re hevdîtinan pêk bînin. Wê lotikvanên PSK, HAK-PAR, PDK-BAKUR, PWK, baroyên me, rêxistinên me yên sivîl, rêxistinên bazirganî, sendîka û wekî din beşdarî civînê bibin. Heger em nemirin emê belgeya daxwazên xwe pêşkêşî raya giştî bikin“ û govend gerand.

Bi kurt û Kurmancî; kak Bayram xwe bi rext û fîşekan girê da. Bi xêr û selamet û heger xwedê bê erê, wê artêşên PSK, HAK-PAR, PDK-BAKUR, PWK, baro, rêxistinên sivîl, rêxistinên bazirganî û sendîkayan dest bi şerê dîplomasîyê bikin û qûşê li pêvajoya nû biqetînin.

Ê de li ser xêrê be rebbî!

Mêrdîn

About The Author