Bavê Cengo

Li ser bextê û fitne û fesadên Rojava be, dibêjin di navbera partîyên siyasî yên Kurdên Rojava de hewldanên destpêkirina diyalogê dîsa di rojevê de ye. Dibêjin Nûnerê Fransa yê li Sûriyê hewl dide ku alîyên Kurd carek din bînin ser maseya danûstandinê û lotikek dîrokî bavêje.

Bi qasidîya Fransa û Amerîkayê, berî 4 salan danûstandin di navbera Partîyên Yekîtîya Niştimanî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûrîyê (ENKS) de li ser bingeha rêkeftina Dihokê hatibûn kirin. Lê ji ber nakokîyên di qonaxa duyemîn de ev hevdîtin hatin qutkirin û herkes dîsa vegerîya bin konê xwe.

Li gor fitne û fesad li ser tenûran dibêjin, dibêjin Nûnerê Fransa yê li Sûriyê bang li PYNKê kiriye ku diyalogê ji nû ve dest pê bike û bi ENKS re li ser masê kutilk û şamborekan bixwe.

Axir, li ser tenûr û li kuçe û kolanên Qamişlo tê gotin ku nûnerê Fransa hefteya borî bi rayedarên PYNK re hevdîtin pêk anîye û diyar kiriye ku Fransa girîngîyek mezin dide dîyaloga navbera Kurdan û gotiye: „Binerin exûyî, heger dîyalog di navbera alîyên Kurdistanî de çênebe, bi allahwekîl hûnê raserî metirsîyên mezin bên û wê qûş li we biqete“ û daye lotikan.

Dibêjin di derbarê vê yekê de berdevkê fermî yê ENKS Feysel Yûsif jî kêfxweşîya xwe anîye zimên û gotiye: “ Bi namûsa mêrê berê, em her dem ji dîyalogê re amade ne. Kengî PYNK bixwaze em karin bi hev re kutilk û şamborekan bixwin“ û peyama aştîyê daye.

Ez serê we neêşînim, di rojên pêş de wê diyar bibe bê ka bi qasidîya Fransayê hevdîtinên di navbera ENKS û PYNKê de ji nû ve dest pê bibe yan na. Heger hat û herdu alîyan jib o berjewendîyên Kurdistanê û pêşeroja Rojava li hev kir, ji xwe xwedê da me û em enîya wan maç bikin. Na heger dîsa herkes bêje ez û ez û kes nexwaze here ber pez, emê wan rûreş û şermezar bikin û hûn sax…

Qamişlo

About The Author