Serokê Zafer Partîsî û dijminê riknê miletê Kurd Umit Ozdag, ji ber heqareta li Serokkomarê Tirkîyê Erdogan hat binçavkirin û tir jê hat berdan.
Ozdag ê ku bi xwe jî wek piranîya nîjadperestên Tirk çeqilmast û dewşîrme ye, yek ji mezintirîn neyarê miletê Kurd e û ji destê wî bê wê wek Devlet Bahçelî xwîna Kurdan vexwe. Çima ku Ozdag heqaret li Dirêjo kiriye, hat binçavkirin û lotikek bêîman xwar.
Asasen Dirêjo qenc û xweş dike. Kî civaka Tirk qûnek bike û jihevde bixe, kî aborîya Tirkîyê têk bibe, kî Tirk û Kurdan ji hev re bike neyar, kî prestîj û hêza dewleta Tirk li dinyayê bêrûmet bike, bizanin ku ew xizmetê ji parçekirina dewleta Tirk re dike û ev jî di xêra Kurdan de ye.
Axir..
Umit Ozdagê çeqilmast hatiye girtin, nehatiye girtin ji xirê min ve. Lê li gor fitne û fesad dibêjin, îhtîmal heye ku wî bişînin Edîrneyê cem Selahattîn Demîrtaş yan jî Îmralîyê cem başqan Ocalan. Îcar Ozdagê ku kêfa wî pir ji Kurdan re, û bi taybet ji Selo û Ocalan re tê, wê li wir çi tirşikê bixwe nizanim.
Ocalan ji xwe tiştekî pê neke, lê dibe ku Seloyê me derpî jê bişemitîne û tif kuna wî bike wesselam..
Stenbol
Dev ji Walîtîyê berde, bibe şifêr bavê min
Naxwe kî nûnertîya Kurdan dike ezbenî?
Herkes deyndarê Kurda ye, lê kes ji bo Kurdan tiştekî nake