Mîster Wilson ew xistin dorê

Kevîn Kurdson

Parlamenterê Kongreya Amerîkayê û lotikvanê Partîya Komarî ragihand ku piştî guhertina Sûrîyê dor hatiye Iraqê û hinek welatên din.

Parlamenterê Komarî Joe Wilson, di parvekirina xwe ya li ser hesabê medya civakî X, lotikek qerase û bêîman avêt û got: „Pêşî Sûrîye… Piştrê Iraq… Piştre Tûnis û herî dawî jî Hûsîyên qûnbigû. Wê hemû dûvikên Îranê hilweşin… Tu jî Îvanishvili (Serokê Gurcistanê) „.

Yanî, Mîster Wilson bi zimanekî dîplomatîk xwestiye bêje: „Pêşî emê di sûrîyê nin..Piştre emê di Iraqê nin.. Piştre emê Tûnisê nin. Û herî talî jî emê di Hûsîyên Yemenê nin. Ê helbet Îvanishvili jî di dora tenûra me de ye, roj bê emê qûnê li wî jî biqetînin“ filan û bêvan.

Ez serê we neêşînim, Mîster Wîlson çima behsa şeytanên Îranê û çeqilmastên Tirkîyê nekiriye, nizanim. Lê xuyaye bi dorê ye. Belkî ew di rêza herî talî ya dora tenûrê de bin. Halîhazir di destê şeytanokên Îranê de qûnreşên Iraq û Hûsîyên Yemenê mane. Heger serê van herduwan jî bên perçiqandin, ji xwe otomatîkîyen qûş li Îranê diqete. Û helbet wê wek mirîşka gêj li dolheramên Romê jî bê.

Ê de dengê te here xwedê birêz Mîster Wilson!

Waşîngton

About The Author