Nûrî Çelîk
Siyasetmedar û diplomat Amerîkî John Bolton berî çendakê bi sernavê “Bext (şens) alîgirê mêrxasa ye “ nivîsandibû. Nivîs li ser Rojhilata Navîn û bûyerên wê bû. Bolton bext û guhertina bext bi mêrxasîyê ve girêdida û destnîşan dikir ku kesên ne wêrek û mêrxas bin nikarin guhertinan bikin û bikarin bi ser bikevin.
Mêrxasî di her asta jîyanê de şertê serkeftinê ye, şertê man û nemanê ye. Mêrxasî, yan jî em bêjin cesaret, berber û dijberê newêrekî û tirsê ye. Tirs û mêrxasî du xisletên ku laş, hest û hişmendîya mirov dişikilînin û xizletên taybet bi mirov re çêdikin. Ji zaroktîyê bigirin heta bi mirinê ev herdu xislet di hindurê meriv de şerê hev dikin û wek şev û rojê, wek av û agir, wek hêmanên têr û birçî li hemberî hev in. Kî zora kê bibe ew bi ser dikeve û hikim li dil û hestên dil dike. Mêrxasî biserkeve dil wêrek û bi cesaret dibe, mirin jî têde hesabê tiştekî nake û berê xwe dide armanca ku daye ber xwe. Na heger tirk û newêrekî dil hêsîr bigire, ew dil heta bi mirinê bizdonek dibe, durû dibe, xapînok dibe û bahwerî pê nayê. Ji bo bijî qîma xwe bi her tiştî tîne û ji bo berjewendîya xwe dikare 101 çivan bide xwe. Dilê tirsok hêsîr e, şikestî û bindest e. Ne dikare bigihê armanca xwe û ne jî dikare biserkeve.
Ev yek di şerên şexsî, malbatî, êl û eşîrtî, partî û dewletî de jî rastîyek e. Mêrxas û mêrxasî her tim bi ser dikevin, newêrek û bizdokî jî her tim dişikin û têk diçin. Ji ber vê, carna bext û guhertina bext di destê meriv de ye, wek qederê, carna meriv qedera xwe bi destê xwe dinivîse, pêşeroja xwe bi destê xwe dineqişîne. Ev jî bi mêrxasîyê ye, bi hewl û tevgerê ye.
Partî û rayedarên Başûrê Kurdistanê her çiqasî li hember hev mêrxas û cengawer bin jî, ji ber bi mêrxasî û wêrekî neçûne ser Bexdayê, heta îro jî pirsgirêkên xwe çareser nekirine. Bûne wek marê nîvkujtî û çavê wan li ber dest û biryara Hikûmeta Bexdayê ye. Bi diravên petrola xwe, bi zikek têr yek birçî li benda şandina mûçeyên xwe dimînin. Neçareserkirina mijara mûçe, madeya 140 û gelek pirsgirêkên din encama siyaseta bizdokî û nemêrxasîyê ye.
Heman siyaset li Rojava jî tê meşandin. Siyaseta bi taswas û dudilî, siyaseta bizdok û erêna, destê rayedarên Şamê xurt dike, derfeta xwexurtkirinê dide wan û di pêşerojê de dibe ku ev yek li serê Kurdan bibe belayek mezin û destkeftîyên ku di destê wan de ne jî lawaz yan jî têk herin. Helbet sedemek vê yekê jî bêtifaqî ye. Çi ji Başûr û çi li Rojava, bêtifaqîya partîyên Kurd dibe sedema siyasetek lawaz û bizdonek .
Ji xwe hewce nake meriv behsa Bakur û partîyên Bakurî bike. Meriv hem ji xwe û hem jî ji siyaseta wan şerm û fedî dike. Heger PKK îro li seranserê Kurdistanê xurt û bihêz be, sedema herî mezin mêrxasî û wêrekîya wê ye. Ev jî bi bedel û berdêlê ve girêdayî ye. Kes û partîyên ku bedel û berdêlê negrin ber çavên xwe, nikarin biserkevin, nikarin bibin hêz û xwe bi civaka Kurd bidin qebûlkirin. Partîyên derveyî PKK ji ber bizdonekî û nepisporîya xwe, di qalibekî teng de mane û nikarin yan jî naxwazin ji wî qalibê teng derkevin. Belkî ev yek li hesabê wan jî tê, nizanim. Lê ew ji min çêtir dizanin ku mêrxasî asasê serkeftinê, cesaret asasê xurtbûnê û bedeldayîn jî asasê xurtkirina bîr û bahwerîyê ye.
Ezezî û bêtifaqîya wan, wek partîyên Başûr û Rojava, wan neçarî siyasetek bizdok û rojane dike. Ev jî wan mehkûmî qalibekî teng dike, wan li nezanîyê datîne û bi hişmendîya “nezanî rehetîya canî” siyasetê bi wan dide kirin. Ev yek sedemek din jî bi xwe re tîne. Sedema girîngîya fikrên kes yan alîyên derveyî xwe. Girîngîya ku îro siyasetmedar û partîyên me didin fikrên kes yan alîyên derveyî xwe, ji girîngîya fikrên wan yên asasî girantir e. Di asasê vê yekê de bêguman dîsa tirs û xwenenasîn heye.
Min di nivîsa xwe ya berê de jî gotibû, xwenasîn asasê her tiştî ye. Girîngtirîn çavkanîyên wêrekî û mêrxasîyê xwenaskirin e. Ger mirov erk û şiyanên xwe baş bizanibe, bi xwe bahwer be û bi cesaret ji bo gihîştina armanca xwe derkeve pêş, bêguman wê ew qalibên teng bişikin, mêrxasî zora tirsê bibe û emê ji fikrên xwe zêdetir girîngîyê nedin fikrên derveyî xwe.
Ezê gotina talî ji Fîlozofê Çînî Lao Tzu re bihêlim:
“Heta hûn girîngîyê bidin “fikrên kesên din”, hûnê hêsîrê wan bin“.
Kûçik goştê kûçik naxwe
Heger here serî gavek pîroz e
ÎHSAN NÛRÎ PAŞA (1893-1976)