Kurdbûn bêyî Kurdî nabe

Nûrî Çelîk

Gerek nake em bi dûdirêjî behsa ziman bikin û bêjin “ziman nasname” ye. Helbet ziman nasname ye. Ne tenê nasname, ferqîyeta navbera mirovan e jî. Heke ne ji ziman be, tu ferqa min û yekî Tirk, Alman yan jî Swêdî namîne. Belkî em bi reng û dirûvê xwe ji hev cuda bibin, lê ne ji ziman be ferqa min û reşikekî Afrîkayî jî namîne. Tiştê ku mirovan ji hevdu cuda dike û wan dike neteweyek cuda, helbet ziman e.

Dewletên dagîrkerên Kurdistanê, bi taybet jî dewleta Tirk, bi vê zanînê herdem xwestine Kurdan asîmîle bikin da ku nasnameya wan nemîne û wek netew wan ji dîrokê rakin. Çawa ku bi asîmîlasyonê gelek kêmneteweyên li Tirkiyê asîmîle kirin û ji dîrokê rakirin, hewlek mezin dan ku heman pelûlê bi serê Kurdan de jî dakin û wan jî bikin wek xwe, bikin Tirk. Her çiqas piştî qetlîamên serhildana Agirî, Şêx Seîd, Dersim û serhildanên din bi hezaran Kurd koçberî bajarên Tirkiyê kirin û ew asîmîle kirin jî, lê piranîya Kurdan xwedî li zimanê xwe derketin û heta bi îro li ser lingan mane. Bi vê xwedîlêderketina zimanê Kurdî hestên netewî jî nemirin û Kurdan bi zimanê xwe hebûna xwe parazt. Ziman nasname ye, ziman hebûn û nebûn, stûn û çîmentoya netewbûnê ye.

Heke em dewleta Tirk deynin alîyekî û bi çavekî din li asîmîlasyonê binerin, emê bibînin ku mixabin PKK jî ji alîyekî ve bûye alîkarê vê asîmîlasyona malkambax. Bi taybet kadroyên ku bi navê çepîtîyê ketibûn û ketine nava PKK û partîyên din, di asîmîlekirina xort û keçên Kurdan de rolek mezin û xirab lîztin û hîna jî dilîzin. Ew kesên ku heta îro jî belkî nikaribin çend gotinên Kurdî bînin cem hev, zimanê Tirkî kirin zimanê siyaseta PKK û gelek partîyên din. Ne tenê Kurdên bakur, herweha Kurdên başûr û Kurdên rojava jî hînî zimanê Tirkî kirin, Tirkî bi wan kirin wek şîr û şekir. Bi vê ve girêdayî, siyasetmedar û kadroyên ku di qada legal de siyasetê dikin, dîsa bi zimanê dijminê xwe, bi zimanê Tirkî Kurdayetî kirin û ev jî bû sedema ku zimanê Tirkî bandorek xirab li keç û xortên Kurdan bike û mejiyê wan ji Kurdî û hestên Kurdewarî dûr bixe, wan bêhtir bi Tirkî û Tirkan ve girêde.

Li gora lêkolînên ku di vî warî de hatine kirin, her ku diçe zimanê Kurdî wenda dibe û bi taybet Kurdên bakur zêdetir bi zimanê Tirkî diaxivin û rehettir karin xwe bînin zimên. Hûn dev ji bajaran berdin, êdî li gundên Kurdistanê jî zimanê Tirkî rehên xwe bera nav dil û hinavên Kurdan dide û roj bi roj wan ji Kurdî û hestên Kurdistanî dûr dixe. Çima? Ji ber serok, kadro û rêberên ku pêşkêşîya wan dikin bi Tirkî diaxivin, di hinek televizyonên Kurdî de zimanê Tirkî ji zimanê Kurdî zêdetir derdikeve pêş, zêdetir pere dike, zimanê siyasetê Tirkî ye û tu xêr û berjewendîya wan siyasetmedaran di zimanê Kurdî de tuneye. Zarokên piranîya siyasetmedarên ku îro pêşkêşîya civaka Kurdên Bakur dikin, yan bi temamî Kurdî nizanin, yan jî wek kerr û lalan nîv Kurdî û nîv Tirkî li nav hev dixin. Bi kurtî; li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di xeterê de ye. Li gora min sersebebê herî mezin jî helwesta wan siyasetmedar û pêşewayên ku bi mejîyê Tirkî, bi zimanê Tirkî û bi navê bratîya Kurd û Tirkan siyaseta Kurdayetîyê dikin. Helbet dewleta Tirk asîmîlasyonê dike, ev karê wê ye. Lê ew siyasetmedar û pêşewayên ku girseya Kurd didin dû xwe û berê Kurdan didin zimanê Tirkî, ji asîmîlasyona dewletê xirabtir bandorê li civaka Kurd dikin.

Êdî divê em bi zimanê xwe biaxivin ku hinekên din jî karibin zimanê me qebûl bikin.

Rehmetî Mîr Celadet Bedirxan bilasebeb nedigot:

„Kurdino, heke hûn dixwazin xwe nas bikin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Heke hûn dixwazin xwe bidin naskirin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin“.

Ziman ne tenê nasname ye, herweha xwenaskirin û xwenasandin e jî…

Têbinî: Yek ji wan kesên ku di fêrkirina zimanê Kurdî de serê xwe bi zarokên xwe re naêşîne û xemsarîyê dike mixabin ez im.

Bela gotina talî ji Hunermendê Kurd Mem Ararat re be:

„Kurdûn bêyî Kurdî nabe!„

About The Author