Pîrkemal
Seloyê me, ango Selahattîn DemîrtaÅŸ, bi gotina ku ji Erdogan re got „emê te nekin serok“, fersendek mezin ji destê Kurdan derxist û ji Ocalan zêdetir zirar da Kurdan. HDP wê demê 82 wekîl derxistibûn, 102 ÅŸaredarî bi dest xistibû û Kurdan rêya ÅŸirîkatîya hikûmetê jê re vekiribû. Erdogan bi her tiÅŸtî razî bûbû. Li Meclîsê behsa Kurdistanê dikir, TRT6 vekir, navên gund û bajarên Kurdistanê bi Kurdî hatin nivîsandin, ÅŸer rawestiyabû û bêhna Kurdan hatibû ber wan. Ji bo Erdogan rista (sîstema) serokkomarîyê bîne pêwistîya wî bi HDP û Kurdan hebû. Ji bo serokkomarîya xwe bi xweserîyê jî raz bû. Lê Seloyê me hem bi qedera HDP lîzt, hem jî bi qedera Kurdan. Ji bo mafên xelkên ku kes hebûn û tunebûna wan jî nizane, Kurd kirin qurban û bi gotinekê xewn û xeyalên Kurdan têk birin. PiÅŸtî gotinên Seloyê me, Erdogan neçar ma ku MHP û Devlet Bahçelî bike ÅŸirîkê hikûmetê û bû serokkomar.
Erdogan ji ber gotina Selahattîn Demîrtaş li Kurdan hat xezebê, Selo da girtin, gund û bajarên Kurdistanê rûxandin û heta îro jî xezebê li Kurdan dibarîne. Yanî, di kesayetîya Demîrtaş de heyfa xwe ji Kurdan hilanî û hiltîne.
Ev hemû li alîyekî…
Seloyê me berî bê girtin di axavtina xwe a meclîsê de (bi vîdeo) ji Erdogan re gotibû (NANÊ SÊLÊ). Yanî Erdogan wek nanê slê du rû ye, hem li nêl dixe, hem li bizmêr û bahwerî pê nayê. Seloyê ku qaşo neyarê Erdogan û Bahçelî bû, îro bûye dost û destebrak. Hem jî bêyî ku lêborînekê bixwaze.
Demîrtaş bi xurtî piştgirî da banga Ocalan û di daxuyanîya xwe de gelek tiştên xweş jî gotin. Gotina xweş xweş e, lê divê meriv kiryar û paşeroja xwe jî ji bîr neke û Kurdan nexe şûna ehmeqan.
Demîrtaş di daxuyanîya xwe de wek Ocalan çîroka bratîya Kurd û Tirkan û qaşo bratîya hezarê salan dubare kir û dîsa Kurd bi Tirkîyê ve zeliqandin. Ev siyaseta ku di bin perdê de tê meşandin û xizmeta Tirk û Tirkîyê dike, bi mebesta dijberîya serxwebûn û netew-dewletbûna Kurdan tê kirin. Ne serxwebûn, ne federasyon, ne xweserîya herêmî, ne mafên kulturî û çandî. Helbet ev dîtin û armanca Ocalan û partîyên wî ye. Dibe ku ji wan re normal û xwezayî û ji me re neyartî û xiyanet be. Lê Kurd ne mecbûr in hemû wek hev bifikirin (di mijara netewî û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê de Kurd mecbûrin hemû wek hev bifikirin). Lê wek dibêjin heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e. Reş û spî doh jî eşkere bûbû, îro jî bûye.
Di daxuyanîya Demîrtaş de tiştê bala min kişand ev gotin bûn:
„ErdoÄŸan, Bahçelî û Öcalan… Xwedê temenekî dirêj û saxlem bide wan, wan ji bo aÅŸtîya Rojhilata Navîn û aÅŸtîya dîrokî ya Kurd-Tirk însiyatîfek dane ser milên xwe, hêvîdarim bi ser bikevin“.
Seloyê me ji bîr dike ku yên ew xistine zindanê û ji ber lingên xwe dane alîyekî, ev her sê kes in. Bahwer bikin ji min û we çêtir dizane. Lê xuyaye siyaseta „NANÊ SÊLÊ“ ketiye xwîna wî jî.
Îcar ez tiştekî meraq dikim:
Kî NANÊ SÊLÊ ye?
Kî tifa xwe dalêse, kê alastiye?
Yan hemû NANÊ TENÛREKÊ ne?
Bi vê minasebetê ez jî saxî û selametîya Selo can dixwazim û hêvîdarim rojek berî rojekê vegere meclîsê û NANÊ SÊLÊ bipêje.
Mêrdîn
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan