Serok Bahçelî çavên Seloyê me ramûsa

Li ser bextê fitne û fesadên Enqerê be, dibêjin ji ber ku seloyê me piştgirî daye banga Ocalan û yekîtîya Tirk û Kurdan ji xwe re kiriye qible, Serokê Kurdên Çeqilmast Devlet Bexçeyêpîvazan telefonî seloyê me kiriye, spasîyên xwe pêşkêşî wî kiriye û bi çar „mirçe mirç“an çavên wî maç kiriye.

Dibêjin xanim Başak Demirtaş li Stenbolê nexweş ketiye û çûye nexweşxanê. Seloyê me jî jib o ku li cem kebanîya xwe be, destûr ji Dirêjo xwestiye û Dirêjo jî gotina wî nekiriye dudo û ew anîye Stenbolê cem xanima wî. Di vê navberê de kilê çav Kurdan Devlet Bexçêpîvaza telefonî Seloyê me kiriye, li hale wî pirsîye, û ji bo piştgirîya wî spasîya wî kiriye û her du çavên wî ramûsa ye. Bexçêpîvaza berî Selo jî telefonî Hevserokê DEMê Tuncer Sifirxan kiribû û ji bo piştgirîya siyaseta dewletê spasîya wî jî kiribû.

Ez serê xwe û we neêşînim, xal û xwazê li hev germ bûne û av di neqeba wan re derbas nabe. Ewên ku berê wek dîk û mirîşkan, wek gur û mîhê, wek mişk û pisîkê dijminên hev bûn, li dijî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bûne dostên hev, ser û çavên hev radimûsin û ji hev re saxî û selametîyê dixwazin.

Werhasilî kelam, îro herkes bûye wek nanê sêlê. Dijminên doh îro bûne dost, dostên doh jî îro bûne dijmin.

Ê de bratîya gur û mîhê li çeqilmastên Tirk û Kurd pîroz û bimbarek be rebbî.

Ya rebbî tu kesî şaş neke, ku te şaş kir jî haş neke, ku te haş kir jî fahş neke û xelas..

About The Author