Bavê Cengo
Wek hûn zanin Serokê Sererd û Binerd Başqan Ocalan bangewazîyek li PKK û grûpên pêve girêdayî kir ku dev ji çekan berdin, doza serxwebûn, federasyon, xweserîya herêmî û mafên çandî (ziman û her tiştên pê ve girêdayî) nekin û bê qeyd û şert xizmeta paradîgmayên wî bikin. PKK jî got ehlen we sehlen, ser seran û ser çavan û agirbest ragihand. Bi banga Ocalan hinek wek mirîşkan gêj û sewsî bûn, hinek jî pê kêfxweş bûn û dan lotik û zîtirkan.
Asasen bi banga Ocalan dewleta Tirk dixwest ku Rojava, YPG û HSD çekên xwe deynin û bêyî ku tiştekî bikin têkevin bin desthilatdarîya Hikûmeta Şamê. Yan na, mebesta dewleta Tirk ne ew e ku PKK çekan deyne, xwestina danîna çekên PKK mahne ye, armanc Rojava û hilweşandina çekdarên YPG û HSD bû. Lê xuyaye wê hesabê malê û sûkê li hev dernekeve.
Di vê derbarê de berpisê PYG û YPH xalê we Salih Mislim pêşwazîyek germik û nermik li banga serokê xwe Ocalan kir û got: “Banga serok me jî girê dide. Heger şert û merc guncav bibin, emê çekan deynin” û simbêl ba da.
Generalê me û Serokê HÊzên sûrîyeya Demokratîk çi got, got: “Bi sê navên xwedê, banga Ocalan ji bo PKK ye, ne ji bo me ye“ û xwe ji bin bar da alî.
Yanî, yekî got erê, yekî got na.
Wek polîsê qenc û polîsê xirab.
Hûn zanin, gava yek tê girtin, polîsek dikeve rola polîsê xirab, lêdan û êşkencê bi yê girtî dike. Dixwaze bi darê zorê yê girtî li her tiştî mikur bê. Polîsê din jî dikeve rola polîsê qenc, nahêle yê girtî lêdanê bixwe û dixwaze bi dostanî li her tiştî mikur bê. Îcar lotikên xalê me Salih û generalê me Ebdî jî dişibe lotika polîsê qenc û polîsê xirab.
Axir, tirsa min ew bû ku Mazlûm Ebdî jî wek gelekan bê lîztika dewleta Tirk û bêje emê çekên xwe deynin û bê qeyd û şert teslîm bibin. Lê gava got çekberdan ji bo PKK û grûpên wê ye û me girê nade, piçekî bêhna min derket.
Ê de a bi xêr…
Wek dibêjin, gîha di bin keviran de namîne. Helbet wê di çend mehên pêşîya me de reş û spî ji hev kifş bibe wesselam.
Qamişlo

Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane