Di çanda bajarvanîya Amedê de gelek karakter û aktorên balkêş hebûn. Her yek bi serê xwe aktorên cuda bûn.
Wargehên wan ber Bedenê, baxçê Hewsel û Qesra Misto bû. Tûrikê wan tijî derew û fesadî bû. Wê cixarên xwe yên esrarê bipêçandina û li hev kombibûna, êdî sînorê fesadîyê û xirabîyê li gorî germaya serê wan bû.
Li ber hev ji hevre xweş dikirin, abê qurban rûnê şelefîyê di herikî. Lê pişt hev digot: „pêre mixatab nebe, ew tenekeye, quşxaneyê,beredayê kuçe û kolanaye.“
Carnan jî serxoş dibûn kerika xwe dikişandin û digot: „Yê dayika xwe şerjê kirîye ez, yê bavê xwe şerjê kirîye ez, yê kêr li pisîka mirî kişandîye dîsa ez, kesên bi awirên tirşo li min binhêre heye lannn?“(Anamı kesen ben, babamı kesen ben, ölmüş kediye bıçak çeken yine ben, lannn, var mı bana yan bakan?)
Di navbera salên 1970 an de çand û karekterê wan di bin bayê bihêz û desthilatdar ma. Hinekan pista xwe dan qewetê û xwe nêzîkî siyasetê kirin.
Lê hinek jê bi taybetmendiyên xwe di jiyana rojane de jiyana xwe domand. Alîşan, Xeno, Silo, Pişo Mixemed, Cellad Bozo û hwd.
Hinek jê „Pêxasbûn, hinek jê qirikbûn, hinek jê Dîn bûn, ji wan re digotin zir delî, hinek jê ji ber derdê evîndarîyê, ji ber „bîrûbaweriyên kûr“ bûbûn Delî dîwane… Civat, malbat bi çavên dînîtîyê wan dinîrxand.
Lê taybetîya piranîya wan aware û berdoşîya wan ya beradayî bû. Gava polês an bekçî didîtin hemûyan dest bi xeyran, qurban û şelefîyê dikir. Hinek jê li dijî civatê û desthilaydarîyê bertekên xwe bi henekan, bi îronî û zimanekî sergirtî, dijberîya xwe nîşan didan. Yek jî wan jî Delî Mixemed bû an jî Delî Mehmet.
Gava Mixemed di nav qerebalixê de di meşîya, bi awirên tirşo, bi çavên beloq û ruyê reş bal diqişand ser xwe û bi dengê bikind diqîrîya û digot:
„Ez bûm, tu bûyî, Azo bû, Kazo, bû, Qu..bû, Daxkapîlî Rizo bû, Brict Bardot bû (Brigitte Bardot), Marlon Brando bû, lê giştî derew bû…
Xuyaye ev çand îro jî di nav me da, desthilatdarê, heta ku em berjewedîyên şexsî, hizbî, komî, grûbî û derdorî li pêşîya berjewndîyên netewî bigirin, ji bo şaşî û xeletiyên xwe re şirîka bigerin wê meydan ji Brict Bardot, Marlon Brando, Lawrence û Cellad Bozo re bimîne. (Cellad Bozo bi eslê xwe Bûlgar bûye û karê payton ajotinê kirîye. Pirî caran jî, karê Celladîyê kirîye.)Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fam bike.
Ez bawerim ew cemaat îro di nav me de bigerîyana wê dîsa çîvanokên xwe bigotina…. Devr û dewran diguhere lê karekterê bindestîyê her tim di gêrînoka berjewedîyê de dizivire…
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan