Partî û serok hizmetkarên doza netewî ne

Ji bîr nekin, tu car partî, rêxistin, tevger an komeleyên civakî ji bo ego û biska serok, başkan, rêberan nayê damezrandin. Pîvan û hûqûqa civaknasîyê jî mafekî bi wî rengî napejirîne û meşrû nabîne. Li seranserê cîhanê û li kurdistanê sedemên damezrandina partîyan û destnîşana serok-an ji ber hebûna meseleya millet û welat e! Sebebê derketina wan ya ser dikê hebûna pirsgirêka kurd û Kurdistanê û pêwistiya rîya çareserîyê ye.

Em dizanin ku ew şert û mercênên partîyan dikin partî, serokan dikin serok rol, kabiliyet û bi cîh anîna erkê netewî ye. Partî an serok divê berjewedîyên xwe li ser doza milletê xwe şert û ferz nekin. Berevajiyê wê divê her dem erkê xizmetkarîyê weke postê herî bilind bipejirînin û bibînin. Bi şêweyek nefisbiçûk him li taxa xwe û him jî li taxên din weke xizmetkar û pêşmergê welat tevbigerin, weke sembola hûqûq û bawerîyê bên nasîn.

Divê li gorî konjonktûra siyasî û heman deman de li gorî berjewedîyên milletê xwe tevbigerin, berjewedîyên netewî derxin pêş. Bi pêşbîniyên rasteqîn, bi zanyarîyên zelal bi hişmendîyek netewî, bikaribin sînerjîya aqlê kurdî di nav civatê de seferber bikin.

Gava asoya serok û partîyan neynika bêrîka wan be, wê zehmetî û pirsgirêkên civatê zêdetir be. Wê rûpelên dîrokê, bi nexweşîya her tist bi me dest pê kir, bi xemilînin. Li hemberî rexne û helwestên cuda wê êrîşkar bibin. Ev fêrbûn û karekterê siyaseta îdeolojîk demek şûnda cihê xwe ji siyaseta çavsorîyê û cureyên lîstokên deq û dolaban re dihêle. Encamên wê siyasetê, di nav civatê de pêlên bêhêvîtî û bebawerîyê kûr dike.

Dîsa em baş dizanin ku partî serok; serok jî partîyê heta qadekî mezin dike. Lê belê ya esasî û merxala herî girîng doza rizgarîya milletê, hişmendîya milî û stratejîya berjewedîyên giştî Partî û serokan mezin dike. Serok û partiyên ku bi nexweşîya „ezîtîyê“ bikevin, her tim dikarin doza netewî ji bo berjewedîyên xwe derxin mezatê. Dîrok şahidîya mînakên neyînî dike û nîşanê me dide.

Ji bo rê li ber wê nexweşîyê bêgirtin, divê herkes bi hişmendîya netewî tevbigere û berjewedîyên milletê xwe, berjewedîyên welatê xwe li ser berjewedîyên partî û serokên xwe bigire, tevbigere û têbikoşe. Partî û serok hizmetkarê doza netewî ne. Çiqas erkê xizmetkarîya welatên xwe bicîh bînin wê ewqas rol û cihê wan di nav civatê de xuya bibe. Girseya mobilize kirî û hişmendîya murîdîtîyê derî li ber têkçûn û bêhêvîtîye vedike.

Îro fersend û rîskên derketine holê divê em li gorî berjewedîyên milletê xwe bi nîrxînin û rîya çareserîyê li gorî pîvanên aqlê kurdî peyder bikin. Berçavkên îdeolojîk, nexweşîyên ezîtî û kesayetî derî li ber siyaseta şerê navxoyî vedike, zirar û ziyanên mezin dide doza netewî.

Gava qedera milletê, dahatûya welat bi berjewedîyên partî û serok ve bê girêdan, tê wê watê ku em derûniya dîlbûnê bi şêweyek xwebexş dipejirînin. Weke pêvajoya ku îro em bi hevre dijîn û li ser wan „sirên“ pişt derîyan, herkes li gor dilê xwe dixwînin, li gor hêvî û berjewedîyên xwe şîrove dikin û diaxifin. Ev rewşa hanê jî qedera milletê, dike qurbana berwendîyên kesayet û partîyekî. Ji ber vê yeke divê her dilsozên doza netewî, bi şêweyek erênî û bi bertekên kesayetek azad li dijî şaşî û siyaseta reşkirinê xwedî helwest be.

Amed

About The Author