
Nûrî Çelîk
Newroz îsal Newrozek cuda bû. Newroza îsal li seranserê cîhanê bi hest û hişmendîyek netewî-Kurdistanî hat pîrozkirin. Belkî cara yekemîn e ku Kurd bêyî hawedarîya partîyekê, bêyî bandora îdeolojîya partîyekê, bêyî zixt û gefên partî yan alîyekî, Newroza xwe bi hestek netewî-Kurdistanî pîroz kir. Li her çar beşên Kurdistanê, li Ewrûpa û welatên din, Ala Rengîn pêl da û di ser al û berjewendîyên partîyan re hat girtin. Ev nîşanek xêrê bû, nîşanek xêrê ye, nîşana xwenaskirina Kurda ye.
Bi taybet li Qamişlo û Efrîna dagîrkirî (wîlayeta 83 a Tirkan) pêldana Ala Rengîn cîhê şanazîyê bû. Li Amed û Bazîda Agirîyê, li stenbol û hinek bajarokên Enqerê (wek Kulu û cîyên din) bilindkirina Ala Rengîn, hêvîya me ya pêşerojê û zîndebûna ruhê netewî xurt kir. Newroza bajarê Koln a Almanyayê ji xwe bi serê xwe şoreşek bû. Cara yekem e ku zêdeyî 100 hezar Kurd bi Alên Rengîn meydan xemilandin û bêhna Kurdistanîbûnê li hawîrdor reşandin. Gelek alîgirên partîyên ku neyarên Ala Rengîn bûn jî Alên Rengîn hildan û kirasê partîtîyê ji ser xwe avêtin. Newroza îsal bi giştî bû Newrozek rasteqîn, bû Newrozek Kurd û Kurdistanî.
Helbet sedemên vê yekê jî hebûn. Li Bakur nermbûna siyaseta Erdogan û Bahçelî û banga Ocalan ( rast yan xirab, fen û fût yan dek û dolab bin jî) şertên azadîyek demkî derxist holê û cesaretek da Kurdan. Li Rojava nêzîkbûn û tifaqa PYD û ENKS, piştgirîya Barzanîyan ya ji bo banga Ocalan û hewldanên wan yên ji bo tifaqa PYD û ENKS, moralek mezin da Kurdan û evê yekê bandorek erênî li temamê Kurdan kir.
Bi vê Newrozê carek din eşkere bû ku heger partîyên Kurdî xwe, îdeolojî û berjewendîyên xwe li ser gel ferz nekin, heger bi hest û hişmendîyek netewî-Kurdistanî tifaqdar bin, wê gel ji her bedelê re amade be ji tu fedakarîyê nereve. Îdeolojî û berjewendîyên ku bi dehê salan li ser xelkê Kurd hatibû ferzkirin û ew ji hest û hişmendîya netewî dûr xistibû, bi vê Newrozê têk çû û Kurdan nîşan da yekane çare tifaq û netewperestîya Kurdî ye. Wê partîyên me dersê ji vê Newrozê bistînin û hişê wan bê serê wan nizanim. Lê xuya bû ku heger Kurd bi tifaq û yekrêz bin, wê tu kes nikaribe xwe li ber hêza wan bigire. Yanî, dive partîyên Kurd vê Newroza Kurdistanî li Kurdan nekin wek barana Nîsanê û dîsa xewn û xeyalên wan têk nebin, hêvîyên wan neşkînin û bi taybet li Bakur di demek herî nêzîk de tifaq û yekrêzîyek dûrî berjewendîyên siyasî û îdeolojîk pêk bînin.
Divê em ji bîr nekin, banga Bahçelî, Ocalan û Erdogan, ne tenê ji bo çekberdana PKK û Rojava ye, ji bo derkenarkirin û jiçapxistina CHP ye jî. Erdogan dixwaze Kurdan ji CHP dûr bixe, CHP bi tenê bihêle ku karibe bi deng û piştgirîya Kurdan dîsa bibe desthilatdar û hinek zagonan li gor berjewendîyên xwe biguhere. Sedema ku desthilatdarîyê, artêş û polîsên wê, dengê xwe ji hildana Ala Rengîn û pîrozkirina Newrozek Kurdistanî re nekirin, ev e. Ji ber vê Şaredarê Enqerê Mansûr Yavaş êrîş û zimandirêjî li Ala Rengîn kir. CHPî jî dizanin ku bêyî deng û rayên Kurdan ewê nikaribin metropolên mezin bi dest bixin. Erdogan û Bahçelî jî dizanin. Ji ber vê, Erdogan û Bahçelî bi banga Ocalan demkî be jî Kurd tevizandin û sînorek xist navbera wan û CHP. Helbet piştî ku Erdogan û Bahçelî serê CHP bişkînin û wê ji qidûm bixin wê dîsa li Kurdan vegerin û kerbê xwe di serê wan re derxin. Yanî, CHP ji bo wan lêlê ye, lolo jî Kurd in.
Li vir, di vê dema zîz û xeter de, di şerê Erdogan û CHP de, divê Kurd bîrewer bin û neyên lîztika tukesî. Her çiqasî rêvebir û qeyûmên Partîya DEMê dîsa wek berê bixwazin bibin kurtanê CHP û Kurdan ji Erdogan û Bahçelî re bikin dijmin jî, divê Kurdên nava DEMê neyên lîztika rêvebirên xwe û nebin şirîkê gunehên wan. Xeletî neyartîya ku Selahattîn Demîrtaş di dema xwe de bi Kurdan re kir û bi gotina “emê te nekin serok” Kurd kirin neyarê Erdogan, divê dubare nebe. Divê Kurd ji vî şerê navbera Erdogan û CHP sûdê wergirin û bi destên CHP û rêvebirên DEMê carek din di goncalên xendekan de nemirin.
Îro herkes bûye şirîkê banga Ocalan. Heger em çekberdana PKK deynin alîyekî, banga Ocalan bi naveroka xwe ji teslîmîyet û teslîmkirina maf û heq û hiqûqû Kurdan pê ve ne tu tişt e. Ocalanê ku mafên çandî û kulturî jî li Kurdan heram dike û wan mafan wek mafên netewperestî bi nav dike, doza Lozana Duyemîn li Kurdan dike û mixabin Başûrî jî (Barzanî û Talabanî) kirin şirîkê Lozana Duyemîn. Ocalanê ku li Îmralîyê, di vîdeoyên xwe de ji Hasan Atîlla Ugur re digot “Ezê Barzanî û Talabanîyan wek kû….bînim ber lingên we“, soz û gotinên xwe anîn cîh û heyf û mixabin Barzanî kirin şirîkê daxwaz û paradîgmayên xwe. Helbet kes ne li dijî demokrasî û aştîyek rasteqîn e. Û aştî û demokrasîya rasteqîn jî bi dan û misogerkirina mafên miletê Kurd dibe. Lê berjewendî û têkilîyên partîtî û herêmî bûye sedema înkar û nedîtina mafên 40 milyon Kurdên Bakur û mixabin Barzanî û Rêbaza Barzanî di vê mijarê de di sinif de maye û hîna jî dimîne. Bangewazî, daxuyanî û piştgirîya wan a ji bo Ocalan ne ji bo piştgirîya mafên Kurdên Bakur, tenê ji bo çekberdana PKK û aramîya Başûrê Kurdistanê ye. Yanî, tenê ji bo berjewendî û paraztina destkeftîyên Hewlêr û Silêmanî ye. Ne wek serok û rayedarên Herêmek Kurdistanê (bi taybet Barzanî), wek ku qeyûm û walîyên wîlayeta 82 a Tirkîyê bin, wek walîyên eyaletek ser bi Tirkîyê ve bin daxuyanîyan didin. Bêyî ku hesasîyet û nirxên Kurdên Bakur li ber çav bigirin, wek ku li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê Kurd tunebin bang û daxuyanîyan didin. Wek ku beşê Kurdistanê yê herî mezin ne di bin dagîrkerîya Tirkîyê de be siyaetê dikin. Û bi dehan sosretên din. Yanî, berjewendîyên beşê piçûk înkara beşê mezin dike. Beşê piçûk ji bo ji ber têkilî û berjewendîyên xwe beşê mezin dike qurban. Ev jî zêdebûna ser kezebê ye.
Werhasilî kelam, mesela me wek mesela aqilê sivik barê giran e. Me bi Newrozê dest pê kir û emê bi Newrozê biqedînin. Heta Newrozek din em sax dimînin yan namînin, dijîn yan najîn, nizanim. Lê Newroza îsal Newrozek Kurd û Kurdistanî bû. Hêvîdarim ev Newroz ji temamê miletê Kurd û partîyên Kurd re bibe ders, bibe serpêkatîyek nejibîrkirî û wek barana Nîsanê neyê jibîrkirin.
Newroza miletê Kurd pîroz be!

Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane